Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi hedefgirtina aboriya civakê dixwaze gel qir bike’

24/01/2024
in Uncategorized
A A
‘Bi hedefgirtina aboriya civakê dixwaze gel qir bike’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Hevseroka Desteya Aborî ya kantona Cizîrê Hediya Elî diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker dagirkirina tevahiya xaka bakur û rojhilatê Suriyê ye û got, dagirkerî dixwaze bi riya hedefgirtina aboriya civakê gel qir bike.

Ji bo têkbirina vîna gelên herêmê, herwiha pêkanîna projeya dagirkirina xaka Sûriyê , dewleta Tirk a degirker bi tevahiya hêza êrişî gelên herêmê dike. Di van êrişan binesaziya herêmê bi awayekî rasterast dibe armanc, herwiha bi 100 hezaran gelên herêmê ji xizmetguzariya pêwîst bê par dimînin.Tevî ku dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe yên ser binesaziya herêmê sûcên dijmirovî dike, lê tevahiya cîhan çavê xwe ji van êrişan digre û dibe hevkarê dagirkeriyê. Li aliyekî din jî, gelê herêmê her çiqas êriş zêde dibin, ew jî berxwedaniyê xurtir dikin û bi biryardariyeke mezin girêdana xwe bi axa xwe re tekez dikin.

Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser binesaziya Herêma bakur û rojhilatê Sûriyê hevseroka Desteya Aborî ya kantona Cizîrê Hediya Elî ji Rojnameya me re axivî.

‘Hedefgirtina binesaziya Herêmê sûcekî dijmirovî ye’

Hediya Elî diyar kir ku  dewleta Tirk a dagirker hertim bi êrîşên xwe yên domdar binesaziya herêmê dike armanc û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze îradeya gel bişkîne.Dewleta Tirk dixwaze vê yekê bide kirin ku milet koçber bibe û li dijî  pirojeya Neteweya Demokrat derkevin, her wiha dixwaze ji milet re bide xuyanî kirin ku ew bitenê dikare li wan xwedî derkeve û  vê sîstema Neteweya Demokratî bişkîne, di felsefeya Netewa demokratîk de sîstema Rêveberiya Xweser heye, ya ku  ev çend salên wêye Sîstemeke demokratîke dide meşandin.”

‘Ji bo qirkirina gel aboriya civakê dike armanc’

Hevseroka Desteya Aborî ya kantona Cizîrê Hediya Elî di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Dewleta Tirk nahêle gelên Rojava di qada aborî de bi hêza xwe ya  xwecihî bijîn, da ku hewcedarî derdorê nebin,  herdem pêwîstiyên gel di hundirê herême de peyda bibin, lê dagirkeriya  Tirk vê yekê qebûl nake,  tevî vê yekê jî Rêveberiya Xweser xebat kare û hewildide vê pirsgirêkê çareser bike, diheman demê de  ev herêm pêşbikeve û gel bikaribin jiyaneke  wekhev bijîn.  Ji ber ku ev êrîş herdem berdewamin koçberî jî zêde dibe, herwiha sekna dewletên dagirker li pêşiya pirojeya Demokratîk ev yek dihêle pirsgirêkên siyasî zêde bibe, heger pisgirêkên siyasî çareser nebin wê pirsgirêka aborî jî berdewam bibe, ji ber ku aboriya Civakê siyaseta civakê diyar dike. Bangewaziya me ji bo hemû Desteyên Mafên Mirovan û Saziyên  Navneteweyî  ku  destekê  bidin sîstema Netewa Demokratîk,  ji ber ku ev sîstem wê  bibe mînak ji  bo tevahî Sûriyê re, wê  pirsgirêka Sûriyê jî  çareser jî bibe bi riya pirojeya  Netewa Demokratîk, her wiha Hevpeymana Civakî jî wê di vê salê de pêk werê, bi riya vê Hevpeymanê wê milet bi xwe karîbe xwebirêve bibin, daxwaza min ew e hemû saziyên Nanetewî bêdeng nemînin ji bo van êrîşan û li hember Dewleta Tirk bisekinin û kurd jî bigihin serxwebûna xwe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.