Rojnameya Ronahî

Nexweşiya dijminatiya Kurdan

Farûk Sakik

Dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan sînoran nas nake. Dijminatiya wan bi Bakurê Kurdistanê sînorkirî namîne. Midaxaleyî her deverî dikin.

Di 26’ê Tebaxa 2023’yan de Daîreya Hewayî û Fezayê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA) û Kompanyaya veguhastina fezayê SpaceX’a Elon Musk, 4 astronot şandin Stasyona Fezayê ya Navneteweyî.

Yek ji wan astronot Jasmin Moghbeliya ya 40 salî ya ku bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê û Kurd bû. Çend roj berê astronotek Tirk jî çû Stasyona Fezayê ya Navneteweyî. Li vê derê ji aliye astronota Kurd ve hat pêşwazîkirin.

Çima min ev yek bi bîr xist. Ka dibe ku Erdogan bihîstibe Kurdek li fezayê ye û dibe vî Kurdî, figurek Kurdan jî bi xwe re biribe wê derê. Ji bo vê yekê 44 Mîlyon Dolar da Elon Mask û astronek Tirk şand fezayê. Me carnan bi îronî digot Kurd li fezayê jî bibin xwedî statuyek wê dewleta Tirk a dagirker midaxaleyî wê derê jî bikin.

Ev her çiqas îroniyek be jî, lê ji rastiyê ne dûr e. Dema ku mirov li dîroka dewleta dagirker binêre, mirov bi detayan dijminatiya wan a li dijî Kurdan dibîne. Ji damezirandina komarê bigirin hetanî roja me ev yek wiha dewamkiriye û dewrî roja me bûye. Naxwazin Kurd bibin xwedî statuyek. Statu li dera hanê, hebûna Kurdan qebûl-îdrak nakin.

Bi peymana Sewrê re axa wan dihat dabeşkirin. Her deverên Anatoliya ji aliyê dewletên wek Fransa, Ingilistan, Îtalya û Yunanan ve hatibû dabeşkirin. Li dijî vê şer dane destpêkirin. Şerê Îstîqlalê digotin. Dema ku ew di şerdebûn Kurdan jî ji bo welatê xwe pêvajoyek dan destpêkirin. Lê wan şerê li dijî dewletên rojavayî danîn aliyekî û vegeriyan êrişî Kurdan kirin. Heger êrişî Kurdan nekirina, di dijminatiya xwe de israr nekirina, belkî îro hênjî Kerkûk û Mûsûl di bin dagirkeriya wan de bûya.

Dewleta Tirk îro jî li her devera Tevgera Azadiyê bi gewde dibe êriş dike.

Bi salan e erişî Bakurê Kurdistanê, Rojava, Mexmûr, Şengal, Kerkûk, Silêmanî û Başûrê Kurdistanê dike. Di van rojan de dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê terorê dike, gef li rêveberiya Silêmanî dixwe. Wezîrê Karê Derve  yê Tirk Hakan Fîdan 16’ê Çileyê li parlementoyê axivî û gef li Rojava û Başûrê Kurdistanê xwar. Fîdan gef li YNK”ê dixwar û digot, çima ew jî mîna PDK’ê nakeve xizmeta berjwendiyên me.

Di rastiya xwe de ew êrişî Kurdên azad dike. Têkoşîna tevgera azadiyê bandora xwe li Başurê Kurdistan jî kirî. Kurd hişyarbûne. Kurdên azad yên li vê heremê dixwazin li tevgera xwe xwedî derkevin.

Ev yek bala dewleta Tirk jî kişand. Her roj êrişên hewayî pêk tên. Li dijî siyasetmedarên Kurd sûîqestan pêk tîne. Îstixbarata xwe li vê herêmê belavkiriye. Ev yek ji aliye PDK’ê ve jî tê zanîn û bi hevkariya xwe ew jî daxilî vê îstixbaratê dibin. Ji YNK’ê jî dixwazin wek PDK’ê tevbigerin. Lê di van demên dawiyê de êdî daxwaz jî nake, tehdîd û şantaj dike.

Em cardin bi bîra wan dixin, çawa di dema şerê cîhanê de êrişî Kurdan kirin û gelek tişt wendakirin, îro jî ku di vê niyeta xwe de israr bikin, wê dîsa gelek tiştan wenda bikin. Riyên çareseriyê hene. Ev jî nexşerêya Rêber Apo ye ku bi wan re parve kiribû. Ev nexşerê hatibû ceribandin. Herkesî şahidî kir ku yek riya çareseriya gelên li Anatoliya dijîn heye, ew jî çareseriya netewa demokratîk e. Li pêşiya vê jî dijminatiya Kurdan heye. Heger vê dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan bidin aliyekî  wê aramî were ser vê axê.