Monday, June 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Efrîn li benda azadkirinê ye

24/01/2024
in ROJEV
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

6 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas bû. Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê li Rojava, li her derê gelê Kurd lê birêxistinkiriye daxuyanî, meş û çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Li ser navê dewleta Tirk jî Erdogan axivî. Li gorî axaftina wî, herêm ji dagirkeriya PKK/YPG’ê hatiye rizgarkirin, azadî û aramî hatiye herêmê! Ji ber wê jî dagirkeriya dewleta Tirk ji bo azadî û aramiya gelê Sûriyê tê kirin! Heman demê de ewlehiya Tirkiyê jî bi dagirkirina welatên cîran û tunekirina hêzên wan çêdibe.

Gelê Sûriyê baş dizane li Efrînê çi çêdibe. Tiştên li wir çêdibin weke birînek nayê girtin li holê ye. Dewleta Tirk balefirên xwe, hêza artêşa xwe û bi hezaran çeteyên çekdar bikar anî û êriş kir. Bi hezaran mirov birîndar bûn, hatin qetilkirin. Bi hezaran mirov neçar man axên xwe terk bikin. Ev bi salane gelê Efrînê li Şehbayê di çadiran de dijî, beşek derbasî Helebê bûye, beşek jî derbasî herêma Firatê û herêmên din bûne.

Li Efrînê piraniya şêniyan Kurd bûn. Kurdan DAIŞ û çeteyên din ji axa xwe derxistin û xwe bi awayekî demokratîk rêve birin. Heman demê de bi sedhezan Ereb ji herêmên din ên Sûriyê revîbûn û hatinbûn Efrînê. Efrîn li Sûriye bibû weke warê azadî û demokrasiyê. Ji Efrînê tu êriş li hemberî Tirkiyê çênebibû. Niyet û amedekariya kesî ji bo şer bi Tirkiyê re bike tune bû.    Tirkiyê bi temamî li ser bingehê dijminahiya Kurdan û yekalî êrişî Efrînê kir. Rêveberiya Erdogan biryar dabû ku berdêl çi dibe bila bibe nahêle Kurd li Sûriyê bibin xwedî statû. Guneh û sûcê Efrînê ew bû ku Kurd e. Ji derveyî vê tiştek li hemberî Tirkiyê nekiri  Piştî dagirkirina Efrînê dewleta Tirk bi awayekî vekirî sûcên giran ên şer û mirovayiyê pêk anî û hîn jî didomîne. Axaftina Erdogan a di salvegera dagirkeriyê de vê bi awayekî vekirî nîşan dide. Erdogan gelê Tirk ji bo êriş û tevgerên din ên dagirkeriyê amede dike. Heman demê de rastiyan berovajî dike, serê mirovan tevlîhev dike, hewl dide gelê cîhanê ji bo dagirkerî û komkujiyên nû bêdeng bihêle.   Dema Efrîn ji aliyê Kurdan ve dihat rêvebirin û parastin, li dibistanan bi zimanê Kurdî û Erebî ders dihat dayîn. Piştî dagirkeriyê zimanê Kurdî hat qedexekirin, ji zimanê perwerdê hat derxistin. Li şûna wê di dibistanan de bi Erebî û Tirkî perwerde hat dayîn. Ji aliyê dewleta Tirk ve walî û rêveber hatin bicihkirin. Li herêmê pereyê Tirkiyê tê bikaranîn. Piştî ku gelê Efrînê ji Efrînê hat derxistin, li şûna wan çete û malbatên çeteyan, Erebên ji Tirkiyê hatin derxistin lê hatin bicihkirin. Jİ bo Kurd careke din venegerin warê xwe tevahî bergirî tên girtin. Weke tê zanîn tunekirina nîjadî, gelek ji axa wî derxistin jî dikeve çarçoveya qirkirinê. Tirkiye ev sed sale di nava sînorên xwe de projeya qirkirina Kurdan pêk tîne. Niha Kurdên li Sûriyê jî xistiye nav vê projeyê  Dewleta Tirk DAIŞ,ê El- Qaîde û Ixwaniyan tîne herêmê, li herêmê bi cih dike û diberde ser serê gelan. Herêmên dagirkirî ji bo van rêxistin û çeteyan bûye bihûşta sûc kirinê. Tê zanîn ku li Efrînê zêdetirî 300 hezar darên zeytûnan hatine jêkirin. Heman demê de hatiye tomarkirin ku zêdetirî 100 hezar dar hatine şewitandin. Gelek mirov tên revandin û di beranberî fidyeyê de tên berdan. Pere ji gel tê standin û li gor dilê xwe pere ji gel kom dikin. Zeytûnên Efrînê tên dizîn û dibin Tirkiyê. Jin tên revandin, tacîz û tecawiz bûne bûyerên rojane. Binçavkirin, revandin û êşkence didomin. Di rapora lêkolînê ya komîsoyna NY de jî heye.

Li gel evqas sûcên şer û qirkirinê, hîn jî Erdogan dikare bêje “Min Efrînê ji rêxistinên Kurd rizgar kiriye”. Kî ji kê rizgar dike. Gelê Kurd, gelê Sûriyê û hikumeta Sûriyê dewleta Tirk venexwedine. Kesekî deriyê dewleta Tirk lê nexistiye, tiştek daxwaz nekirine. Erdoganê faşîst çima rizgarkirina gelê Efrînê ji xwe re kiriye derd. Maden aşiqê azadî û demokrasiyê ye bila qençiyê li gelê Tirk bike. Destkeftiyên demokratîk ên li Tirkiyê jî ji holê rakir. Rejîmek faşîst û yek zilamî ava kir.    Dewleta Tirk di qirkirin û desthilatê de bi sergûzeşte. Ermenî, Rûmên Pontus ên li Karadenîzê û Asûrî tune kirin. Qirkirina li dijî Kurdan jî didome. Lê di berovajîkirina rastiyan de pispor bûne. Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir dike, her tim bombebaran dike û dixwaze gel ji jiyanê aciz bkin û nehêlin gel henaseyekî bigire. Tarûmarkirina Efrînê ew rihet nekirin. Ji ber wê yekê jî pêwîste gelê Kurd û gelê Sûriyê, hêzên demokrasiyê polîtîkayên qirkirinê û sûcên tên kirin bi awayek bi bandor işkere bikin û çeperên berxwedanê bihêz bikin.

Post Views: 73
ShareTweetPin

Herî Dawî

Buşra Elî: Yekîtiya Jina li Rojhilata Navîn şoreşa Demokratîk lidar dixe
JIN

Buşra Elî: Yekîtiya Jina li Rojhilata Navîn şoreşa Demokratîk lidar dixe

23/06/2025
3’emîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Amedê li dar ket
JIN

3’emîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Amedê li dar ket

23/06/2025
Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan
ÇAND Û HUNER

Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan

23/06/2025
‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’

22/06/2025
 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû
JIN

 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû

22/06/2025
Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?
NÛÇE

Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?

22/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.