Rojnameya Ronahî

‘Bêdengî tê wateya hevkariya bi êrişên hovane re’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Fewzî Şengalî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne êrişên nû ne û got; Dewleta Tirk a faşîst hewl dide ku Impratoriya  osmaniya nû vejîn bike û tevahiya herêmê dagir bike.

Sûcdariya dewleta Tirk a dagirker li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ye. Dîroka dewleta faşîst bi xwînrijandinê tije ye. Bi salan dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane ji bo têkbirina binesaziyê, navendên xizmetguzariyê û debara jiyana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike, da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe. Ev êriş beşek ji planên dewleta Tirk ên siyasî ye ew jî ji bo dagirkirina axa Sûriyê ya nû û qirkirinê ye. Herwiha armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ew e ku çeteyên DAIŞ`ê careke din vejîne bike û di heman demê de hewl dide ku impratoriyeke Osmanî ya nû li gorî xwe ava bike. Tişta ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkhateyên wê dike, tawanên şer ên li dijî mirovahiyê ne.

Di derbarê êriş û siyaseta dewleta Tirk a dagirker de Serokê Partiya Rêkeftina Demokratîk Kurdî ya Sûrî Fewzî Şengalî ji rojnameya me re axivî.

Fewzî Şengal diyar kir ku êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne êrişên nû ne û wek siyaseta dewleta Tirk wê ne yê dawiyê bin û wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî herêma Rojavayê Kurdistanê ne nû ne û ne yên dawî ne, ji ber siyaseta dewleta Tirk a faşîst li ser vê bingehê avabûye û birêve diçe. Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hewildanên xwe hewl dide ku hemû destkeftiyê şoreşa Rojava û pirojeya netewa demoratîk tune bike, ji bo vê yekê pilanan pêk tîne. Di şer û mercên niha de ku cîhan bi şerê di navbera; Okraniya û Rûsiya, di heman demê de Hemas û Israîl de mijol bûne, lewra ev yek hiştiye ku bal li ser Rojava kêm bibe û Tirkiyê ji vê yekê gezenc dibe û êriş dike. Armancê dewleta Tirk ji mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek di aliyê istiracîka herêmê de ye, ev jî bi serkêşiya hikumeta AKP`ê ye. Dewleta Tirk dixwaze pirojeyek osmanî di sedsala 21`ê de li gorî impratoriyeke osmanî bi şêwazekî nû ava bike, li ser vê bingehê dixwaze peymana Milî pêk bîne, ji ber Tirkî niha krîzên xwe yên navxweyî yên aborî, siyasî û civakî derdixe derveyê sînoran û bi pirsgirêkên derve bala gelê Tirkiyê dikişîne.”

‘Li hemberî êrişan divê civaka navneteweyî helwestên xwe zelal bike’

Şengalî di berdewamiya axaftina xwe da zanîn ku armanca êrişên dewleta Tirk şikenandina moralê gelan û derxistina wan li hemberî Rêveberiya Xweseriya Demokratîke û wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk li ser esas û stratejiya herêmê şerekî berfireh e, ji bo wê êrişan li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Ev şer bi şêwazê siyaseta xwe ya qirêj a ku bi riya hedefgirtina aboriya herêmê dide meşandin.  Da ku bandorê li moralê gelan bike û gelan li hemberî Rêveberiya Xweseriya Demokratî derxîne. Her tiştê ku dewleta Tirk dike, li gorî prensîb, peyman û biryarên navneteweyî binpêkirineke eşkere li dijî mafên mirovan e û divê civaka navneteweyî helwesta eşkere û zelal bike û eger helwestek hebe, dive şermoka xwe bişkîne, ji ber ew jî bi bêdengiya xwe dibe hevalkarên dewleta Tirk bi van êrişên hovane.”

‘Armanca dewleta Tirk vejandina DAIŞ`ê ye’

Fewzî Şengalî anî ziman ku êrişên dewleta Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ`î dixe nava tevgerê û wiha got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dihêle ku çeteyên DAIŞ`ê bikevin nava tevgerê û ev yeke metirsiyeke mezin li ser herêmê ye, herwiha armanca dewleta faşîst jî vejînkirina DAIŞ`ê ye. Ji bo vê koalîsyona navneteweyî ku yekem ji wan Amerîka ye, divê di vê mijarê de xwedî helwesteke zelal û bibiryar be. Divê Rûs û Amerîkiyan jî weke welatên garantor û xwediyê peymanên herêmê yên bi Tirkiyê re, di rawestandina van êrîşan de erkên xwe bi cih bînin. Herwiha divê hikûmeta Şamê jî li hember her êrîş û destwerdanên derve yên siyasî û leşkerî erkên xwe di parastina sînor de bi cih bîne û ev jî girêdayî hikûmeta Şamê ye.”

‘Dewleta faşîst dixwaze destkeftiyên gelan tune bike’

Serokê Partiya Rêkeftina Demokratîk Kurdî ya Sûrî Fewzî Şengalî axaftina xwe wiha qedand: “Hêz û tevgera Kurd bi giştî divê bi her awayî parastina destkeftiyên heyî bike, ji ber ku ew destkeftiyên gelên herêmê bi giştî ne. Ji ber dewleta Tirk a dagirker dixwaze destkeftiyên ku gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine, tune bike û vîna gelan lewaz bike, ji bo wê divê gelê Kurd li hundir û derveyê welat bi hemû hebûna xwe li dijî van êrîşan derkevin û bi şev roj li qadan bin.”