Rojnameya Ronahî

PDK`ê bûye qatilê Jinên têkoşer ên Kurd

Nehîr Pale

Têkoşîna jin li hemberî zîhniyeta mêr a dagirker hîn zêdetir berfereh dibe. Têkoşîna jina Kurd di serhildanên li hemberî dagirkeriya Tirkiyê destpê kir û bi Tevgera Azadiyê re berfereh dibe. Jin ji zîhniyeta mêr û koletiyê rizgar kirin wê ne hesan be, ew fêrî koletiyê hatibû kirin, êdî riya cenetê di koletiyê de didît, çiqasî ebdeke baş be, xizmeta mêr bike û wî razî bike ew ê biçe cenetê. Jin ji bo biçe cenetê hemû temenê xwe di ber xizmetkirina mêr de wenda dikir. Sîstema mêr a dagirker li gorî berjewendiyên xwe nav li jinê kiribûn û bi her rêbazê dixwest wê dida bikar anîn. Ew kiribûn xenîmeta şerê mêr û navê Sebaya lê kiribûn. Carne weke cariye, li gel kralan dansoz, di şer de ajan, li gel kaptalîzmê alav, di civakê de makîneya anîna zarokan hatiye bi kar anîn. Di bin navê ev çarenûsa te ye û tu riyên dîtir ji te re nînin dixwazin jin di bîra koletiyê de her fetisî be.

Bi hezaran jin li hemberî vê zîhniyetê têdikoşin, ji bo jin bibe xwedî nêrîn û îrade gelek bedel têne dayîn. Têkoşer Zelal Zagros (Firyal Silêman Xalid) yek ji jinên ku jiyana xwe dabû têkoşîna jin. 31 sal têkoşîneke bêhempa da meşandin, çarenûsa xwe radestî kesî nekiribû, koletî ji xwe re qeder nedît û ji bo hebûna jinê li ber xwe da. Bi mêrê desthilatdar û jina kole re her tim di nava pevçûnê de bû. Di xebatên xwe de hêz dida jina şikestî ku dest bi têkoşînê bike, bi jinên astengdar re dibû alîkar ku hêviya xwe ya jiyanê qut nekin û bi kêrî xwe werin. Jin perwerde dikirin da ku bibin hêza çareseriyê. Çiqasî dixebitî wisa jî wicdanê wê rehet dibû ku xizmeta jin dike. Bi wextê re di nava pêşbirgê de bû, tenê wexta ku xewkiribane yan pirtûk xwendibane disekinî, wekî dîtir her di nava liv û tevgerê de bû. Lêgerînên wê yên kesayeta xwe naskirin, xwe perwerde kirin û bûyîna hêza çareseriyê herikbar bûn. Bi gelek şêwazan hebûna xwe diyar dikir û berpirsyartî radikir. Şehîd Zelal Zagros mîna çiyayê Zagros asî bû, çiqasî zorî kişandibane heyecana wê ya jiyanê kêm nedibû.

Têkoşerên jin mîna Şehîd Zelal Zagros û Şîlan Baqî pêşengtî ji jina Kurd re kirin. Sala 2003`an çawa şehîd Şîlan Baqî û hevalên xwe ji aliyê PDK`ê û mîtên Tirk ve hatin kuştin, her wiha ew qatilên şehîd Zelal Zagros in. PDK`ê û bi taybet malbata Barzanî roj li pey rojê dibin xwediyê dîrokeke gemar û tarî. Jinên Kurd mîna Bêrîtan (Gulnaz Karataş) sala 1992`an li hemberî êrîşa PDK`ê riya berxwedanê hilbijart û radestî wan nebû, sala 2003`an şehîd Şîlan Baqî û hevalên wê bi destê PDK`ê û mîtên Tirkiyê şehîd bûn, sala 2022`an şehîd Zîlan Qûnya (Nûgîhan Akarsel) û niha jî şehîd Zelal Zagros li Kerkûkê bi destê PDK`ê û mîtên Tirk hate qetil kirin.

Mala Barzanî mîna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bûye dijmin û qatilên jin. Bi destê PDK`ê jinên têkoşer ên Kurd têne kuştin û ev îxaneta herî mezin e ku li gelê Kurd dikin.