Rojnameya Ronahî

6 salên berxwedan gelê Efrînê li hemberî dagirkerî û qirkirinê

Hemza Sêvo/ Qamişlo

 Ji 18’ê Adara 2018’an heta roja îro binpêkirinên dijmirovî yên dewleta Tirk li ser Efrînê berdewam in. Li gorî Desteya Mafê Mirovan a Efrînê ji  destpêka dagirkirinê heta dawiya sala 2023’an, 706 sivîl hatine kuştin, ji wan jî 111 jin û 13 zarok bûn. Herwiha bêtirî 300 hezar şîniyên Efrînê koçber bû û zêdeyî 500 hezar darzeytûn û hwd hatin birîn. Herwiha guhertina demografîk bê ser û ber tê meşandin.

Destpêka êrîşên li ser Efrînê

Di destpêka êrişan de dewleta Tirk a dagirker bi riya çeteyên girêdayî wê mîna Cephet Elnusra, DAIŞ’ê û hwd… weke alav li dijî gelên Sûriyê bikar danîn. Bi destpêkirina alûziya Sûriyê re  dagirkeriya Tirk bi tena serê xwe derbasî  herêmê nebû. Ji ber wê yekê çawa ku piştî 2018’an, lewazbûn û têkçûna çeteyên DAIŞ’ê pêkhat wê demê dagirkeriya Tirk hewcadarî pê dît ku bi xwe destwerdanê li ser xaka Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet bike. 18’ê Çileya 2018’an de bi êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çekdar ku di bin navê Artêşa Azad a Sûriyê de komkirine êrişên ji bona dagirkiriya Efrînê hatin dest pê kirin. Pêvajoya êrîşên li ser Kantona Efrînê bi êrîşên bejehî û yên hewayî ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve hatin destpêkirin û piştî berxwedana 58 rojan bi darê zorê gelê Efrînê ji cih û warê xwe hate derxistin û Efrîn ji milê dewleta Tirk a faşîst û qirker ve hate dagirkirin. Pêvajoya êrîşên li ser Efrînê, piştî vekişîna hêzên Rûsyayê ji Efrînê û di encama lihevkirineke di nav Rûsya û dagirkeriya Tirkiyeyê de pêk hat.

Dagirkirina dewleta Tirk a qirker ji axa Efrînê re ne bi tena serê xwe pêkhat û bi çavgirtina DYE û alîkariya Rûsya û çeteyên girêdayî hêza ku qaşo navê Rikberiya Sûriyê li xwe dikin pêkhat. Dagirkirina ku bi alîkariya Rûsya û li ser hesabê xwîna şîniyên resen pêkhat, ji dagirkiya Tirk re mîna diyariyeke mezin bû. Êrişên dagikeriya Tirk bi 72 firokên leşkerî yên F16 û tang û çekên pêşketî bi awayekî hovane li ser Efrînê destpê kir. Hîn di rojên destpêkê yên êrîşê de, dagirkeriya Tirk komkujî di derheqê gelê Efrînê de pêk anîn û hemû saziyên xizmetguzarî yên ku gel dabîn dikir, hedef girtin.

Bi dirêjahiya 6 salan re pêkanîna sûcên şer

Êrîş û kiryarên xirab yên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê ji roja destpêkê heta îro bênavber didomin. Dagirkeriya Tirk di derheqê şîniyên resen de komkujî, kiryarên herî tund û xirab pêk anîn. Herwiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li pêşiya çavên cîhanê qirkirina gelê Efrînê pêktîne û cîhan tev li hemberî vê yekê bêdeng e. Li gor Desteya  Mafê Mirovan  a Efrînê ji 18’ê Adara 2018’an heta dawiya sala 2023’an, li Efrînê 706 sivîl hatin kuştin, ji wan jî 111 jin û 13 zarok bûn. Di heman demê de jî nêzî hezar kesên sivîl birîndar bûn.  6 rewşên xwekuştinê û gelek destdirêjiya cinsî li ser jinan ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyan wê ve pêkhatin. Herwiha 10 hezar kes jî hatin revandin û piraniya wan jin û zarok bûn û piraniya wan xistin zindanên veşartî de. Li Efrînê gelek zindanên veşartî û eşkere hene, yên ku agahî li ser wan tê zanîn 24 zindan in. Ev zindan jî bi giştî girêdayî istixbarata Tirk û dadweriya wê ne  û bi hezaran şîniyên Efînê di wan de têne îşkencekirin. Ji van zindanên herî ku îşkenceya xirab tê kirin jî Zindana Mehete ye, Zindana Miwaselata (Emnyet Cebhe Elşamiye), Zindana Dibistana Elkerama ya ku kevintirîn zindan e û beşê jinan jî digre nava xwe û hwd.

 Şerê li dijî xweza û çanda Efrînê

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ne tenê şer li ser mirovan dan meşandin, lê belê şer bi awayekî hovane li ser xwezaya Efrînê jî dan meşandin. Li Efrînê, ne mirov û ne xweza jî ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker xelasbûn. Di encama van kiryarên dijxwezayî de li gorî Desteya Mafê Mirovan a Efrînê wiha ne: Nêzî 500 hezar darên bi berhem weke zeytûn û fêkî û hwd hatin birîn û şewtandin. Di heman demê de 31 hezar hektar zeviyên çandiniyê hatin şewitandin. Dagirkeriya Tirk li Efrînê çand û dîroka gelê kurd kir armanc û gelek deverên kevnar û şûnwarên dîrokî ruxand û gelek ji wan talan kirin. Dagirkeriya Tirk 95 şûnwar talan kirin, ji wan 50 gir û 15 mezar jî rûxandin. Cihên navdar yên ku hatin ruxanidin jî weke Kela Nebî Horî, Ên Dara, Şikefta Duderî, Gora Marmaron û hwd… bûn. Di heman demê de ziman, çand, kelepor û perwerdeya kurdî hate qedexekirin. Li şûna wê jî çand û zimanê tirkî li ser kurdên Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hat ferizkirin.

Koçkirina şêneyên resen  

Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê re, zêdeyî 300 hezar şêneyên Efrînê koçberî kantona Şehbayê, Heleb û hwd bûn. Piştî dagirkirina Efrînê Rêveberiya Xweser li gel kampekê 4 kampên din ji bo koçberan amade kirin. Êdî 5 kamp ketin xizmeta koçberên Efrînê û di kampa bi navê Serdem, Berxwedan, Veger, Efrîn û Şehbayê de bi cih bûn. Di roja îro de hejmara malbatên li van kampan dimînin derdora 2 hezar malbat in. Bi dirêjahiya 6 salên dagirkirina Efrînê re rojane kesên ku di van kampan de dimînin, rastî êrîş, kuştin, dorpêçkirin û kiryarên dijmirovî  ji aliyê dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê ve rûbirû tên. Di heman demê de di şertûmercên dijwar de dijîn. Nexasim ku germahiya havînê ya dijwar û sermaya zivistanê bi tena xwe ji bo koçberan astengiyeke mezin e.

Li Efrînê guhertina demografîk

Di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn û gundewarên wê ketin bin destê dagirkeriya Tirk. Dagirkirina Efrînê ne bi awayekî hêsan bû, lê belê piştî berxwedaniyeke mezin bû. Ev berxwedanî 58 rojan berdewam kir û bi navê berxwedana Serdemê hate nasîn. Piştî dagirkirina Efrînê, êdî li ser gelê wê guhertina demografîk hate meşandin. Li gor Desteya Mafê Mirovan a Efrînê, heta niha zêdeyî 7 hezar mal û 10 hezar firoşgehên bazirganiyê yên şîniyên Efrînê bi darê zorê hatin standin. Heriwiha 16 wargehên mîtingeriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker, rêxistin û komeleyên cîhanî ve heyanî niha hatine avakirin. Weke wargeha mîtingeriyê ya bi navê Qerye Elqeteriye, Ecnadîn Filestîn, Besme û hwd… Komele û rêxistinên ku piştgirya siyaseta guhertina demografîk dikin zêdeyî 12’an ne, weke Komelya Şam a Xêrxwaziyê, Saziya Nameya Exwanan, Rêxistina Sûriya Yardim û hwd… Herwiha di roja îro de rêjeya şêneyê ku li Efrînê dimînin 25 ji 100 ye.

Berxwedna gelê Efrînê ya jiyanê li Şehbayê

Gelê Efrînê ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 58 rojan li ber xwe da û gelek bedelên giran dan û bi darê zorê ji cih û warê xwe derket û li herêma Şehba bi cih bû. Gelê Efrînê ku ji 16’ê Adara 2018’an ve li qada Şehbayê ye, berxwedaniya xwe didomîne û wê heyanî rizgarkirina Efrînê li ser piya be.

Berxwedana gelê Efrînê di çarçoveya pêngava 2mîn a berxwedana Serdemê li herêma Şehbayê nameyekê dide cîhanê ku wê berxwedana xwe li nêzî warê xwe dewam bike heta ku Efrînê rizgar bikin.

Qonaxa duyan a berxwedana serdemê

Bi sed hezaran kesên ji Efrînê ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk mal û milkê xwe berdan û ji bi darê zorê koçî qadên Şehba û Şêrawa bûn. Ji ber ku Şehba beriya niha jî qada şer bû, piraniya avaniyan hatibûn wêrankirin. Ji ber vê yekê û ji neçarî gel di bin çadir û malên wêrankiriî de xwe bi cih kirin. Gelê Efrînê li gel hemû êrîşên dagirkeriya Tirk û şerê qirkirinê  berxwedana xwe ji bona jiyanê û vegera Efrînê wê berdewambike. Bi alîkariya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê û gel û ya gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê Efrînî yên ku koçî qadên Şehba û Şêrawa kirin bi lez û bez rêxistiniya xwe kirin.

Rêveberiya Xweser a Efrînê û Kantona Şehbayê bi rengekî lez û bez ketin nava tevgerê û hemû derfetên xwe seferber kirin. Di demeke kurt de kamp hatin danîn û piraniya Efrîniyan li kampan hatin bicihkirin.

Êrîş û dorpêça li ser Şehbayê

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser welatiyên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne bê navber didomîne û rojane mal, zevî, gundewarên herêmê topbaran dike.

Rejîma Sûriye jî li ser welatiyên Efrînê yên li Şehbayê dorpêçeke giran dide meşandin û derbasbûna sûtemenî, derman û hemû kelûpelên jiyanî asteng dike û ger ku derbasbibe jî bi behayekî mezin paceyan lê dibre.

Siyaseta ku hikumeta şamê li ser welatiyên Efrînê dide meşandin ji mirovan re wer xuya dibe weke ku welatiyên li Şehbayê dimînin sankî ne hemwelatiyên Sûriye ne.

Herwiha bi sed hezaran Efrînî ji ber dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa xwe bûne penaber. Ji aliyekî ve dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîş dikin û ji aliyê din ve jî rejîma Sûriyeyê dorpêçeke girankirî li ser gelê Şehbayê dide meşandin û di encama dorpêçê de gelek welatiyan jiyane xwe ji destdane û heyanî îro jî ev dorpêç bê navber didome.

Lê di rastiyê de her kes dizane yê herî zêde yekîtiya xaka Sûriyê li hemberî êrişên hêzên dagirker parast û ji bona vê yekê her roj şehîdan dide ev gel e.

Soza tolhildan û serkeftinê

Ciwanên Efrînê yên sozdabûn ku Efrînê azad bikin, li ser soza xwe man û dev ji tekoşîn û berxwedanê bernedan û ji bo ku Efrînê azad bikin gelek bedelên giranbuha dan û heyanî îro jî didin. Ciwanên Efrînê pêşî bi navê Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê rêxistiniya xwe ava kirin, nexasim li dijî dagirkeriyê ku komujiyên sivîl dikin û polîtîkayên sîxûriyê dikin çalakiyên bi bandor kirin. Piştre 21’ê Kanûna 2018’an Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) hate ava kirin, rêxistiniya xwe kirin û li dijî dagirkeriyê tevgeriyan. Li navenda Efrînê û gundên wê HRE’yê berxwedaneke mezin da meşandin û gelek çalakiyên bi bandor li Efrînê dane meşandin.

Gelê Efrînê 20’ê Çileya sala 2018’an bi navê “Berxwedana Serdemê” 58 rojan li dijî topbaran û êrîşên dewleta Tirk ên bejahî û hewayî heta 18’ê Adara heman salê li ber xwe dan.

Bi dirêjiya 6 salan ji dagirkirina bajarê Efrînê, dewleta Tirk a dagirker hemû sûcên dijmirovî ji kuştin, revandin, işkencekirin û talankirinê li dijî gelê Efrînê pêk tîne. Gelê Efrînê ji aliyekî ve bi şertên dijwar dijî û ji aliyekî din ve jî li dijî êrîşên dewleta Tirk di nava çalakî û berxwedanê de ye. Li dijî dagirkeriyê û dorpêça hikumeta Şamê gelê Efrînê bi dirêjiya 6 salan her tim di nava berxwedaniyê de ye û li ser piya ye. Gelê Efrînê girêdayî axa xwe ye û rojane ji bona rizgarkirina Efrînê bedelên giranbuha dide û wê heyanî rizgarkirina Efrînê jî berxwedan û tekoşîn wê her berdewamb e.