Rojnameya Ronahî

Roja nû pîroz be!

Volqan Elî

Na, me ev serenivîs bi şaşitî daneîna!

Erê, îro jî rojeke nû ye. Armanca me wekî xwendevan jî fêm bikin 12’ê vê mehê bû. Li gorî ku çavkaniyên gerîla herî dawî piştrast kir, Gerîlayên Azadiyê di ber bi êvara vê rojê li herêmên Parastînê yên Medyayê bi ser artêşa dagirker de digirin. Hûrguliyên bûyerê her kes ti nemaye ji ber bike.

Bûyer bi vî aliyê xwe asayî xuye dike. Piştî 15’ê Tebaxa 1984’an, di bin rênîşandana fermadarê mezin Mehsûm Kormaz de heya bi vê kêliyê jî, dagirkerên li ser singa Kurdistanê xwe bi cih kirine ji gerîla derbên mirinê digirin. Egîd, di wê roja destpêkê de ji aliyê fîzîkî ve pêşengî dikir, lê îro bipêşengiya xwe ya manewî serkêşiya hemû derbên gerîla li dijmin dide, dike. Dibe ku ji roja destpêkê ve bi deh hezaran çalakî hatibe li darxistin. Bi deh hezaran gerîla û welatparêz şehîd ketibin. Her dilopa xwîna ku hatiye rijandin, her kêliya ku di ber kedê re hatiye serfkirin bê guman hêja û bi qîmet e. Armanca me ne ew e, em çalakiyeke girîngtir bibînin û ya din jî kêm… jixwe ev, ne  karê ti kesî ye û ne jî maneyeke vê heye.

Tenê tiştê em dixwazin bêjin ew e, her ku modernîte kapîtalîst zanist û teknolojî xiste xizmeta şerê dagirkeriyê, aliyê mirov tê de ye kêm kir û teknolojî xiste dewreyê. Ji ber wê yekê niha eger hêza dijmin deh be, neh ji vê teknîk e û yek jî dibe ku bi mirov (!) eleqadar be. Di encamê de gerîlayên azadiyê bêhtirîna xwe li dijî teknolojyê şer dikin.

Teknîk û teknolojiya dijmin çi ye; keşf e, balafirên bi her şiklî ne, radar, termal e, çekên cur bi cur in, teleskop in, durbînên herî pêşketî ne, ha! divê mirov xiyaneta PDK’ê jî ji bîr neke; ji ber ku tu aliyê wê yê têkildar bi mirov re tine. Wekî ku fermandarê nemir ê Çiyayê Dêrsimê jî ji bo gerîla digot;”em, gerîlayên serdema fezayê ne/Ne Spartakus wekî şer kir, ne Mao wekî me meşiya”. Belkî jî şerê gerîla yê niha dimeşe, herî baş Atakan Mahir, dewrêşê Mûnzûran bi vî şiklî aniye ziman. Gerîlayên vê serdemê li hemberê van şer dike.

Çima wisa ye? ji ber ku li hemberê dagirkeria Tirk, gerîlayên Kurd şer dikin. Hemû welatên NATO çekên xwe yên kîmyawî, çekên bombeyên atomê, keşf û teknolojiya fezayê ku pê diçin li ser Merîx û Marsê didin van dagirkeran. Mînak, ev keşf dikare çend kîlometreyan jor ve rûyê însanekî/ê nas bike yan jî bi germahiya xwîna wî/ê bi hese. Dîmenê wê/î bikêşîne. Yan jî bombeyeke taktîk atomî dema diteqe, bi qasî ku cihekî bi dehan kîlometre dûr bihêjîne li ser bandorê dike.

Gerîla û gel li hemberî vî dijminî çawa şer dike û li ber xwe dide; bi îrade, bi bawerî bi sebr, bi zanista Apoçî…

Gerîla û gelê Kurd ev hêza xwe ragirtinê çawa peyda kir; bi zanista Rêber Apo!

Rêber Apo hê ji roja destpêkê ve got: “Teknîka herî mezin, mirov bi xwe ye”.Lê di sed sala 21. De ev asta dahurandinê gihand paradîgmayeke civaka demokratîk.

Vaye gerîla xwe bi vê bîrdoziyê amade kir. Di dîroka 12. 01. 2024’an de li Zapê, li Girê Amediyê bi ser hêza dagirkerên Tirk de girt. Ew tarûmar kir, pergal lê şikênand. Bi dehan ji wan bê bandor bûn, çendîn tiştên wan ketin destê gerîla.

Tiştê ku me dixwest balê bikişînin li ser, va ev bi xwe ye. Xwendevanên bi giştî encamên (1984-2024) çalakiyên gerîla şopandine, dizanin ku ji aliyê encama wendahiyên dijmin ve çalekiyên bi caran xurtir berê hatine li darxistin. Pirsgirêk ne tenê ev e; Kurd ji dîroka xwe ya qedîm ve ne li hember Dehaqan, ne li hizura paşeyên Osmanî û ne li hember Jon Tirkan serî daneînaye, bi lehengî şer kiriye. –Lê belê Beko, yê hemdem PDK’ê, her hebûne ew mijareke cuda ye-

Mînak, Kawayê Hesinkar ê efsanewî li hemberê Dehaqê zalim şer dike. Li gorî çîrokê, li ser milê Dehaq du seriyê maran peyda dibin. Her timî Dehaq van bi mejiyê zarokên Kurdan xwedî dike. Kawa vî Dehaqî û marên wî dikuje… li gorî efsaneyê wisa ye… lê yê me, yê gelê Kurd niha di vê serdemê de ma wisa ye?

Niha ezmanê Kurdistanê ji hezar curê balafir, kişf bigire, li erdê hezar rêxistin û xiyanetkar û çi û çi… bi dehan dewletên Nato, teknîk û teknolojî, kîmyawî û jehr, hemû li hemberê gerîla û gelê Kurd e.

Ev çalakiya dawî li Zapê jî di van mercan de pêk hat. Temam, di destê dijmin de her tişt heye lê bes mirov, bawerî, îrade, wîjdan… Di kesayetiya dagirkeriya Tirk de cewhera mirovahiyê tine bûye.

Gerîlayên Zapê  jî temsîla mirovahiyê kirin û dikin jî…

Gerîlayên azadiyê, ev çalakiya serdemekê dide destpêkirin li ser navê Helmet Dêralûkî li dar xistine. Bila ruhê te şad be, Helmetê Dêralûkî…