Rojnameya Ronahî

‘Rêveberiya Xweser hêvî û hebûna gelan e’

Birûc Resûl/Qamişlo

Hevserokê Encûmana Cîbcîkar a Kantona Cizîrê Telet Yûnis 10`emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê li tevahî gelên herêmê pîroz kir û got, Rêveberiya Xweser ji bo xizmeta gelên herêmê û pêkanîna aramiyê wê di demên pêş de  gavên mezintir biavêje û ji tevahiya êrişan re bibe bersive.

20`ê Çileyê salvegera 10’an a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ye. Ev rêveberî ya yekemîn e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin. Bi serhildana gelan li Sûriyê ku Adara 2011’an hat destpêkirin, lê di demeke kurt de ji xeta xwe derket û ket xizmeta berjewendiyên hêzên dagirker û faşîst de. Piştî wê li Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyê şoreşa gelan a 19’ê Tîrmehê dest pê kir. Herwiha Rêveberiya Xweser hat damezrandin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser fikrê Neteweya Demokratîk a ku ji aliyê  Rêber Abdullah Ocalan e ve hatiye dayîn, hat damezrandin. Ev rêveberî pergala rêxistinî ye, armanc dike ku civakê bighîne rewşekê ku bibe xwedî biryar û xwe bixwe bi rêve bibe. Ev pergal dijberî pergala desthilatdar a navendî ye.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya “Sosyolojiya Azadiyê” de dibêje ku heger Neteweya Demokratîk giyan be, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beden e. Her wiha dibêje ku Rêveberiya Xweser ne li ser bingehê yek netewe û yek cografyayê ye û ne jî yek ol e. Lê belê li ser esasê gel û civakên cuda û li ser esasê demokrasiyê ye û li dijî zîhniyeta netewedewletê ye.

Rêber Abdullah Ocalan her wiha li ser Rêveberiya Xweser dibêje: “Di sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, ya girîng rêvebirina îradeya civakê ye. Rêveberiya Xweser rêbazên birêvebirina civakê ya derveyî çarçoveya dewletê ye. Di Rêveberiya Xweser de gel û civak kar û barên xwe derveyî xeleka dewletê bi rê ve dibin. Ev rêveberî ji navarok û felsefeya rêveberinê ya li gorî rêbazên Rêveberiya Xweser a plankirî ye, ji ber desthilata hikumê xweser li herêmê diyarker e ku sîstema xwe rêvebirin girêdayî hikumeta navendî ye û şiklekê di hundirê dewletê de ne di hundirê civakê de digire.”

Bi boneya Salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a 10`emîn hevserokê Encûmana Cîbcîkar na Kantona Cizîrê Telet Yûnis ji Rojnemeya me re axivî.

Telet Yûnis salvegera damezirandina Rêveberiyê li şehîdên şoreşê, malbatên wan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û wiha got: “Rêveberiya Xweser ji bo tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye destkefiyeke dîrokî, siyasî û civakî. Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Sûriye û tevahî herêmê çareseriyeke hilgirtiye. Îro em salvegera 10ʹemîn a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê pîroz dikin. Rêveberiya Xweser ji bo pirojeyekî demokiratîk ji bo guhertin, jiyaneke azad û demokirat, her wiha ji bo pirojeya çareseriyê, kirîza Surî bi giştî, di wextekî de hat ragihandin ku aloziya Sûriyeyê dewam dikir û  kurtir dibû. Hikumeta Şamê hîna însiyatîfên diyalog û guhertinên ji bo demokrasiyê red dike. Heman demê komên ku navê opozîsyonê li dar dixin û dibêjin nûnertiya şoreşê dikin xwe spartin derve, bi taybet xwe spartin dewleta Tirk. Ev kom ji dewleta Tirk bûne çekek û armancên wê yên dagirkirina herêmên Sûriyê û belavkirina tevlihevî û fikrên tundraw pêk tînin. Her wiha Rêveberiya Xweser bi şoreşa gelê Rojava ya 19`ê Tîrmehê de, di 20’ê Çileya 2014`an de biryare şoreşê ji bo guhetina demokiratîk hat avakirin û bingiha wê ku çawa gel xwe bi rêxistin bike û bibe xwedî îradeyekî xurt.”

Modela Rêveberiya Xweser

Telet bal kişand ser êrişên ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên pêkanîn û wiha got: “Herêmên me di destpêka şoreşê de rastî êrişan hatin kirin ku ji aliyên komên çetyeyan yên di bin nave Artêşa Azad û Cebhet Nesra ve, dixwstin ku herêmên me bi destek dayina dewleta Tirk a faşîst, dagir bikin. di heman demê de dixwestin ku di bin dagierkeriya xwe de aramê û ewlehî têk bibin. Rêveberiya Xweser di nava van şeret û mercan de hat damizranidin. Serhildana gel a di Adara 2011’an de bi banga azadî û demokrasiyê dest pê kir, veguherî şerê çekdarî li ser desthilatê di navbera rejîm û opozisyonê de. Her du hêzan xwe li hêzên herêmî û navdewletî girtin. Lê li herêmên Rojavayê Kurdistanê pêkhateyên ku bi hev re dijîn bi nêrîneke cudayî her du aliyan derket. Cudabûna nêrîna me, ji ber zîhniyeta her du aliyan a bidestxistina desthilatê bû. Nêrîna her du aliyan (Rejîm û kesên navê opozisyên li xwe dikin) ji hev cuda ne. Ji ber vê gelên Sûriyê ji her du aliyan bê hêvî bûn.”

Armanca projeyê

Telet Yûnes wiha berdewamî da xaxftina xwe û got, li gorî Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser, armanc pêkanîna edalet, azadî û demokrasiyê li gorî rêgezên hevsengiya ekolojîk û wekhevî, bêyî cudabûna etnîk an ol an bawerî an jî zayendî. Her wiha armanc pêkanîna tevna siyasî û exlaqî ya civaka demokratîk e. Erka wê ya hevehmkirin, jiyana hevbeş di çarçoveyeke pirrengiyê de, rêzgirtina ji rêgezên mafên gelan re di diyarkirina çarenûsa wê de, mîsogerkirina mafên jin û zarokan, peydakirina parastina xweserî û parastina rewa û rêzgirtina azadiya ol û baweriyan e. Di vê projeyê de ku xwe dispêre fikira neteweya demokratîk. Ev proje hemwextî salvegera yekemîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi rêveberiya demkî ya herêmê dest pê kir.”

Netewa Demokratîk

Telet Yûnes da xuyakirin ku di Rêveberiya Xweser de sîstem dûrî netewedewlet e û wiha got: “Neteweyên heyî vediguherîne neteweyên demokratîk bi rengê ku hemû hev û din qebûl bikin û di rêvebirina rêxistinên civaka sivîl ên cuda de beşdar dibe, da ku cudabûn û rengbûnê bide û rê li ber hemû beşên civakê de veke ku beşdarî rêvebirinê bibin. Ev têgîn esasê her çareseriyeke demokratîk e. Welat ê tevahî pêkhateyan, bi hemû netew û mezheban e û biratî û yekitiyê ya dûrî hegemoniya her aliyekî li ser hesabê aliyekî din e ku înkarkirina hebûna pêkhateyên din roleke sereke ye xurt dike. Her wiha Ev tê wateya ku sîstem dûrî netewedewlet be û li gorî sîstema demokratîk be. Her wiha tevahî pêkhate bi rengekî qanûnî û demokratîk bêyî cudabûna netew, dîn û îdeolojî di bin sîwanekî de dijîn.”

Projeya wekhevî û demokrasiyê

Yûnis bal kişand ser maf, azadî û hêza ferd a pratîkî mîsoger dike bêyî ku ji civakê were dûrxistin û wiha got: “Rêveberiya Xweser li ser esasê azadî û mafan hatiye avakirin û bêyî kombûn û ferdan ne pêkan e. Rêveberiya Xweser xwe dispêre azadiya îdeolojîk û xilasiya ji îdeolojiya hegemon. Ji ber ku dibîne ku bêyî azadiya îdeolojîk zehmet e ku prosesa demokratîkbûnê bi ser bikeve. Rêveberiya Xweser girîngiyê dide rêgeza wijdanî û di her gaveke ber bi demokratîkbûnê de esas digire. Ji ber ku bêyî wijdan ne ku demokrasî pêk were, her wiha bêyî aktîfkirina wijdanê civakî, parastina civakî ne pêkan e. Da ku rola xwe di pêkanîna edaletê û avakirina civakeke exlaqî û polîtîk de bi cih bîne. Di Rêveberiya Xweser de xweparastina li hemberî pişaftin û keysbaziyê mafekî pîroz e ku ji ber modernîteya kapîtalîs derketiye. Li gorî vê pêwîst e çareserî ji pirsgirkên xweparastinê ji tevahî pêkhateyên gel, ferd û civakan de were dîtin. Her wiha li gorî wê tunebûna sîstema parastinê di civakan de rê li ber koletî û qirkirinên etnîk vedike. Ev nêrîn bi derketina projeya Rêveberiya Xweser encam da û wekî çarçove û modeleke nû ye da ku gel xwe bi xwe bi rêve bibe û rêvebirina herêmên xwe bike, dûrî nakokiyên navxweyî, parastina jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan, bêyî cudabûna olî, an mezhebî, neteweyî û etnîk.”

‘Rêveberiya Xweser hêviya gel e’

Hevserokê Encûmana Cîbcîkar na Kantona Cizîrê Telet Yûnis axaftina xwe wiha bi dawî kir û got: ji bo 10`e mîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, ji bo gelê ku bedel daye, bi fedakartiyêke gel ên mizin û bi xwîna şehîdan Rêveberiya Xweser bi keda wan hat avakirin û em li wan pîroz dikin. Her wiha ji bo ku em vê kedê bi parêzin, xwedî li xwîna şehîdên xwe, parastina destkeftiyên vî gelî, li hemberî berdewam kirina van siyasetên qirkirinê ku li ser herêmên me tên meşandin û dixwazin ku pirojeya Rêveberiya Xweser têk bibin, êdî bi rihê îradeyekî hîn xurtir gel û rêveberî ku gel li derdora Rêverberiya xwe kom bibin û destkeftî bibin yek, her wiha em bibim bersiv ji van êrişên dewleta Tirk a dagirker re. Di demên pêş de ku Rêveberiya Xweser gavên hîn mizin û aktîf kirin bavêje pêş û bibe hêviya gel.”