Rojnameya Ronahî

‘Sûîqasta Feryal qirkirineke siyasiye’

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku êrîşa 18’ê Çileyê li Kerkûkê li dijî aktîvîsta jina Kurd hatî kirin, qirkirineke siyasiye.

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, têkildarî geşedanên heyî li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da. Turkoglû, diyar kir ku jinan di tevahiya salê de li dijî tundî û komkujiyan li ber xwe dane mîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin û jinên din bi bîr anî.

Halîde Turkoglû wiha got: “Yên Rosa, Sakîne, Sêvê û Nagihan qetil kirin duh li Kerkûkê careke din xwe nîşan dan. Çalakvana jin Firyal Silêman Xalîd ku ji bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû Kerkûkê, hat qetilkirin. Ev qirkirineke siyasî ye. Em hêzên li pişt vê komkujiyê baş nas dikin. Dema aktîvîsteke jin li nava kolanê tê qetilkirin, em destûr nadin ku weke ‘lêpirsîn hatiye destpêkirin’ bê avêtin. Hêzên ku Nagihan qatilkirin. Eşkere bike û sûcdarên ku heq dikin ceza bike. Hûn ê nikaribin têkoşîna me bi komkujî û qetlîaman têk bibin. Em ê bi baweriya xwe ya têkoşîna azadiya jinê bi ser bikevin, ne bi desthilatdariyên serdest ên mêr. Têkoşîna jinan a wekhevî û azadiyê wê bi ser bikeve.”

Halîde Turkoglû bal kişand li ser Nobeta Edaletê silav û wiha got: “Têkoşîna wan a adil û bi rûmet têkoşîna me ye, daxwazên wan daxwazên me ne. Ez kongreya Partiya Sosyalîst a Bindestan, Meclîsa Jinên Sosyalîst pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Ez beşdarên konferansa ‘Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li Dora Girtiyên Jin ên Siyasî’ ku ji aliyê TJA’yê ve di 13-14’ê çileyê de hat lidarxistin silav dikim û dibêjim girtiyên siyasî yên jin rûmeta me ne. Rêya me rêya heqîqet û edaletê ye. Rêya wekhevî û azadiyê ye. Tu barîkat, tu astengî dê li pêşiya rêwiyên vê rêyê nemîne.”

Di berdewamê de Halîde Turkoglû bal kişand ser binçavkirinên di 15’ê çileyê de û ev tişt anî ziman: “Li 28 bajaran operasyon pêk hat û bi dehan rêhevalên me hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin, dayikên ku bi rojane di nav çalakiya Nobeta Edaletê de cih digirin, jinên ku li dijî tundiyê li ber xwe didin, rêveberên komele û aktîvîstên ku têkoşîna azadiya jinê didin hatin binçavkirin. Li vî welatî diz, êrîşkar, tecawizkar û kujer nayên darizandin. Kiryar û rêxistinên ku sûc dikin nayên girtin û nayên darizandin. Jinên ku alîgirê azadî û edaletê tên binçavkirin. Îktîdar ji têkoşîna azadiya jinan ditirse. Ev operasyon operasyona tolhildanê ye. Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe û jinên ku hatin binçavkirin demildest bên berdan. Em her bêjin ‘Daxwaza bi dawîkirina tecrîda li hemberî Birêz Ocalan ne sûc e’ Kesên ku tecrîdê kûr dikin sûc dikin. Têkoşîna li hemberî tundiyê ne sûc e, kesên ku tundiyê diafirîne sûc dike. Kesên ku cezayên êrîşkar, kujer û tecawizkaran kêm dike sûc dike.

Ger hûn difikirin ku dayik û jinên ku hatine binçavkirin dê paşve gav bavêjin, hûn şaş difikirin. Her wiha gotinên me ji medyaya alîgir a li hemberî hevalên me yên jin nûçeyên derew çêkirine heye; yên ku di bin rêberiya hikûmetê de tevdigerin, para wan a herî hindik ji prensîbên rojnamegeriyê nînin. Ez ê bibêjim şerm bike, ger şermek we hebûya hûn ê van nûçeyan çênekin. Cihê xwe bizanibin. Hûn nikarin navê TJA’yê bi pênûsa xwe qirêjî bikin. Em destûrê nadin. Têkoşîna azadiya jinên kurd bi ked û bedelên mezin heta roja îro hatiye. Kevneşopiya wê kevneşopiya berxwedan û têkoşînê ye. TJA avabûna kesên ku li dijî desthilatdariya serdest a mêr bi rêxistinbûna xwe ya bi tevgera jinên tirk re mezinkirina têkoşînê ye. Kesên mereq dikin bila zêde dûr nekevin û li salonên dadgehê li darizandina hevalên me yên di Doza Komploya Kobanê de îro girtî ne binêrin. Bila di danişînê de li îfadeya îradeya Ayla, Sebahat, Fîgen û herî Halîde Turkoglû  dawî jî Gultanê binêrin. Wek Gultan Kişanak got, jinên kurd ji vê hikûmetê sûdmend in. Hikûmet deyndarê jinên ku li dijî îstîsmara kedê kargehan vediguherînin qadên berxwedanê. Divê em ji vê desthilatdariya ku jiyana me dizîne, bi polîtîkayên bêcezahiştinê kujeran diparêzin, me bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehan de dîl digirin û sûcên li dijî jinan pêk tîne, bikevin nava tevgerê.”

da zanîn ku di sala 2023’yan de 315 jin hatine qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wan bi gotinên xwe sûcên ku li dijî jinan kirine îtîraf kirin. Di sala 2023’yan de 315 jin hatin qetilkirin. 248 jin bi guman mirine. 28 jin tevî biryara parastinê nehatine parastin, Wezîrê Dadê yê vî welatî herî dawî daxuyanî da û got ‘Em ê ji niha û pê ve daxistina rewşa baş ya kêmkirina cezayê bicîh neyînîn.’ Ev îtîrafek e. Qebûl e ku heta niha kujerên jinan bi van daxistinan hatine parastin. Ew têra xwe bêşerm in. Di dema îktîdara AKP’ê de kuştina jinan ji hezar û 400 zêde bûye. Hêrsa wan a li hemberî jinan her zêde bûye. Çend kuştina jinan zêde dibe jî berxwedan û têkoşîna jinan a li hemberî kuştina jinan jî zêde dibe.