Tuesday, June 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk hedefgirtina jinên têkoşer şermezar kir

20/01/2024
in Uncategorized
A A
Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk hedefgirtina jinên têkoşer şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herwiha hedefgirtina têkoşer û pêşengên ji bo raya giştî daxuyaniyek da.

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêma bakur û rojhilatê Sûriyê, herwiha hedefgirtina jinên pêşeng û têkoşer,  Îro Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk di demjimêr 10’an de li Navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê û bi tevlîbûna hemû saziyên girêdayî wê ji bo raya giştî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser berdewamiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û wiha hat gotin: ”  Dewleta Tirk binesaziya herêmê  û cihên elekitrîk, nexweşxane û malên sivîlan jî armanc digre, bi dehan zarok, jin, ciwan û kal bê sûc  hartin qetilkirin, tevî vê yekê jî hêzên derdorê li hermber van sûcan bêdeng dimînin. Bang û daxwazên me ji bo ewlehiyê wê tenê li ser lênûsan werin xêzkirin ji ber  xwîna sivîlan tê rijandin  û Neteweyên Yekbûyî bê deng dimînin, her wiha dewleta Tirk êrîşî me dike di bin navê xilaskirina herêmê ji terorê,  lê ew û hevalbendên wê bi xwe terorin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî  hemû êrişên heyî ew bang dikin da ku dengê wan bighe hemû  cîhanê ku çawa  bi îxanet û bê wijdanî  çalakvana siyasî keça bajarê Hesekê Firyal Silêman ya ku bi navê Zelal dihat nasîn bi çend guleyan kuştin. Firyal Silêman  31 sal ji jiyana xwe di bin xizmeta gel û doza gelê Kurd de  qedandibû, her tim ji bo parastina jinê û xilaskirina wê ji hişmendiya bavksalariyê  li ber xwe dida da ku bibe hêz ji hemû jinên azad re, bê navber ev berxwedaniya xwe li her derî berdewam dikir . Lê belê ev necara yekeme ku pêşengên jin armanc digerin, dewleta dagirker jî hewil dide vîna gel bişkîne bi riya şikandina hêza jinê, ji ber ku dizane azadiya civakê li ser esasê azadî û pêşketina jinê ava dibe.”

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûrî wiha got: “Em vê îxaneyta ku di derheqê Şehîd Zelal û hemû Şehîdên azadiyê de tê kirin şermezar dikin, em soz didin hemû Şehîdan ku  em ê li ser şopa wan bin bê rawestandin ev berxwedaniya wan  wê berdewam bibe, ji ber ku bi riya şihadetê em ê civaka xwe azad bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.