Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêngava Gurzê Gelan hêvî û planên dagirkeriya Tirk û DAIŞ’ê têk bir

20/01/2024
in NÛÇE
A A
Pêngava Gurzê Gelan hêvî û planên dagirkeriya Tirk û DAIŞ’ê têk bir
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/Qamşlo

Êrişa li ser girtîgiha Elsînaa ya bajarê Hesekê ku bi hezaran ji çeteyê DAIŞ’ê lê dimînin, di salvegra xwe ya duyem de ye. Armanc ji êrişa li ser girtîgehê ya ku di 20’ê Çileya 2022’yan de pêk hat, têkbirina aramiya  herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Herwiha bi berxwedaniya QSD’ê piştî 7 rojan ji pêngava Gurzê Gelan  374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û pêngav bi ser ket, di heman demê de 121 şervanên QSD’ê jî şehîd bûn.

Di 20’ê Çileya Paşîn, 2022’yan de, çeteyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha El-Sînaa ya ku bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê digre nava xwe, kirin û gelek komên xwekujiyê jî tevlî êrişê bûn. Di destpêka êrişê de;  çeteyan bi zanebûn erebeyeke barkirî ji teqemeniyan li deriyê sereke yê girtîgehê ji sê aliyan ve teqandin.  Herwiha çeteyên DAIŞ’ê bi armanca dorpêçkirina  girtîgehê,  armancgirtina QSD’ê û derxistina çeteyan, êrişî girtîgehê kirin. Li kêleka vê êrişê jî bi hezaran çeteyên di girtîgehê de, êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û xebatkarên girtîgihê yên din kirin, erebeyeke mezin ku barkirî bû bi çek û cebilxane jî nêzî deriyê girtîgehê bû û da ku çeteyên girtî  bi çekan dabîn bike û wan birevîne. Êrişa ku rû da pilankirî bû, çeteyan tunel di taxên weke Xwêran û Zuhûr kolandibûn. Herwiha bi riya wan tunelan piştî kontrolkirina Girtîgeha Elsînaa, taxa Zihûr û Giwêran bixin bin kontrola xwe de.

Destpêkirina pêngava Gurzê Gelan

Di çarçoveya  pêngava ‘Gurzê Gelan’ de QSD’ê li derdora girtîgehê, li taxên Hesekê û li herêmên Dêrezorê û Reqqayê li dijî çeteyên  DAIŞ’ê dest bi pênegavekê kirin.  Hêzên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn da ku çeteyên DAIŞ’ê bêhêz bikin û  têk bibin, bi istiratîjiyeke mezin li hember  çeteyên êrîşkar tevgeriyan. Di encamê de;  Careke din hemû çeteyên girtî yên ku ji girtîgihê reviya bûn, hatin girtin û şandin girtîgehên din yên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji bo ku ziyan negihe can û malên welatiyên Hesekê û ji bo parastina zarokên çeteyên DAIŞ’ê (Eşbal Elxîlafa) ku çeteyên DAIŞ’ê ew weke mertalên mirovî bikar tanîn, QSD’ê û Hêzên Asayîşê bi hesasiyeteke mezin tevdigeriyan û bi sebireke mezin li hember rewşê derketin. Di heman demê de QSD û Hêzên Asayîşê, biryara qedexekirina çûnûhatina sivîlan û rewşa awarte li bajarê Hesekê dan û hemû hêzên leşkerî ketin tevgerê.  Hêzên Hevpeymana Navdewletî jî tevlî pêngavê bû, esîmanê Hesekê û derdora wê kiri bin kontirola xwe û bi awayekî hestiyar, mûziyên çeteyan bi firokên cengî bombebaran kir.

Têkiliya dagirkeriya Tirk bi êrişê re

Bê guman êrişa ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ser girtîgeha Elsînaa pêkhat destê dewleta Tirk jî tê de hebû. Li gor ku QSD’ê di wê demê de lêkolîn û rapirsîna êrişê bi çeteyên êrişkar re kirin, diyar bû ku destê dagirkeriya Tirk di vê êrişê de he hebû

Herwiha di lêkolîn û rapirsînê de hat diyarkirin ku beşek ji çeteyên êrişkar ji Serêkaniyê û Girê Sipî ber bi bajarê Hesekê ve hatin. Herwiha beşê din ji Îraqê derbasî herêmê bûn û êrişî  girtîgeha Elsînaa kirin.Li aliyekî din jî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê  faktoreke bingehîn bû di warê  tevgera DAIŞ’ê de. Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bênavber li ser herêmê bûn asteng li pêşiya pêngavên ewlekariya QSD’ê û hêzên Ewlekariya Hundirîn yên dijì çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên veşartî. Heta roja îro jî dagirkeriya Tirk êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike,  ku armanca wê ya sereke ji van êrişan zêdekirina tevgera DAIŞ’ê ye û hedefgirtina gelên Sûriyê ye. Bi taybet girtîgiha Elsînaa ya li Hesekê xwedî xeteriyeke pir mezin e li ser ewlekariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di heman demê de hêzên navdewletî û dadgehên navdewletî yên cîhanî bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê bê dadgehkirin li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hiştine. Li aliyekî din jî bi hezaran malbatên çeteyan li kampên weke Hol û Roj, bi tena xwe xeteriyeke mezin in.

Encama êrişa li ser girtîgirha Sînaa

Di nava girtîgehê de çeteyên DAIŞ’ê 77 xebatkarên girtîgeha Sînaayê û endamên ewlekariyê  bi hovîtî hatin şehîdxistin.  Di şer û pevçûnên li derveyî girtîgehê de ya ku 7 rojan domand, 121  şervanên QSD’ê şehîd bûn û 4 welatî jî şehîd ketin. Di encama pêngava Gurê Gelan de 374 êrîşkar û girtiyên çeteyên DAIŞ’ê hatin kuşti

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.