Rojnameya Ronahî

Wêjeya şoreşê…(5)

Elî Roj

Tabloya şoreşê bi wêjeyê ji nû ve xwe bi reng û deng dike û mîna mirovê ku jinûve ji dayik dibe û dikare biaxive û çavên xwe li dunyayê bel bike, şoreş û wêje jî mîna av û masî bi hev ve girêdayî ne. Ango ji bo edebiyata şoreşê were vegotin, pêwîstî bi şoreşeke di warê wêjeyê de heye û ger ku ev şoreş pêk were wê bi xwe re gelek guhertin û veguhertinên bingehîn derxîne holê û dê şoreş bibe hest, ziman, awaz û wê xwe bighîne hemû deverên cîhanê. Di hemû şoreşên cîhanê de wêjeya şoreşê hatiye tomarkirin û wêjevanên ku rastiya  şoreşê bi zimanê xwe vegotine û bi pênûsa xwe xêzkirine, rastiyên şoreşê gihandine roja me ya îro û ji mirovahiyê re kirine mal.

Ji dirêjiya dîrokê û bi riya dastan, serpêhatiyên devkî û nivîskî jiyan û hebûna mirovan nifiş bi nifiş hatiye heyanî roja me ya îro. Di serî de dastanên lehengiyê yên ku dema îro jî hîn mîna tabloyeke zindî di hiş û hizrê mirovan de ma ye, xwedî cihekî taybete di dîroka mirovahiyê de.

Dema ku mirov herikîna dîrokê û mirovahiyê dişopîne, mirov wê gavê wêje û wêjevanên ku bi riya destan, çîrok, helbest û awazan xweşikbûn û sadebûna cewherê mirov, xweza û cîhana hemû zindiyan bi rengekî têr û tijî danîne hole bi rengekî herî baş dibîne.

Di heman demê de û di destanên kevnar de mirov berxwedaniya gelan li hemberî sîstema serdest û êşên ku mirovan ji vê sîstemê kişandine bi zimanê helbest, çîrok, awaz û dîmenan dibîne. Ev hemû berhemên em behsa wan dikin, mîna şoreşekî bi hemû wateya xwe mirov dikare bilêvbike, ji ber ku ew rastiya tekoşîn û edebiyata şoreşa mirovahiyê li hemberî tarîtiyê bi me dide nasîn. Ango edebiyat xwedî kevneşopiyeke serhildêriyê ye û pêwîste ku mirov vê yekê bibîne û binirxîne. Her eserekî ku li ser kevirekî hatibe neqişandin îşaretê bi rewş û heyînekî destnîşan dike. Di vê xalê de nivîskarê navdar Dostoyvîskî wiha dibêje:“yek ji erkên wêjeyê şîretkirina mirovahiyê ye. Ji ber ku ew mîna pirtûkeke dibistanê ji bona jiyanê. Armanca xwe naskirina jiyanê û nirxên mirovî dide çandin. Wêjeya ku rastiya civakê venebêje û nebe ziman, deng û vîna civakê û di heman demê de çand, kelepûra civakê û hemû nirxên wê li hemberî hemû êrîşên dagirkeran neparêze, wê gavê mivo nikare jêre bibêje wêjeya şoreşê, an jî ya civakê.

Hemû pêşketin, şoreş û herikîna civakê û dîrokê bi riya wêjeyê dengvedana xwe daye cîhanê û mirovahiyê.

Şoreş bi vegotina wêjeyê dikare navnîşana civakê diyar bike. Li gorî vê yekê şoreş û rastiya şoreşê bi riya wêjeyê dibe xwedî wate û nasnameya xwe digre û nasnameya şoreşê jî  bi wêjeya şoreşê pêk tê û mîna avzêmê diherike deryaya dîrokê.

Ji bo ku em di warê hişmendî, hizrîn û bîrdoziyê de wateya edebiyatê û cih û giringiya wê di nava civakê de nas bikin, pêwîst e ku di warê çandî û dîrokî de têgihiştineke me ya têr û tijî ji rastiya civakê û gel re hebe. Ger ku ev yek nebe, wêjeya ku tê kirin jî wê nebe malê şoreş û civakê û wê nikaribe guhetina pêwîst pêkbîne. Heya ku wêje bikaribe şoreşeke civakî pêk bîne, pêdivî bi nêzîkatiyeke rasteqîn ji dîrok, civak, xweza û gerdûnê re heye. Her wiha pêwîst e em di ferqa wê rastiyê de bin ku ne gengaze wêjeyeke ku ji rastî û nirxên civakî dûr û ne li ser kok xwe be û ji cewherê xwe dûr be, ronahiya serkeftinê bibîne û muhra xwe li dîroka mirovahiyê bixe.

Ji ber ku qada wêjeyê qada afirandin û şopandina jiyanê kêlî bi kêlî ye û mîna civaka xwezayî wêje jî bi rengekî xwezayî di hemû beşên jiyanê de xwe bilêvdike. Lê ji bona ku ev yek pêk were pêwîst e ku mîna volkanekî wêjeya ji nava hest, xeyal û hizrîna civakê mîna çem û robaran biherike, Herwiha ji bo ku ev ked û hewildan bighêje encameke berbiçav divê ku di nava komunalbûn û di xizmeta civakê de be. Di rastiyê de ya ku wêje û şoreşê digihîne hevdû, ked û afirînerî ye. Ev herdû jî hev temam dikin û pêşketina ku tê xwestin ava dikin û bi xwere civakeke zane û azad ava dikin. Weke çawa şoreş tenê çalakiyeke rûxandinê nîne, wêje jî tenê çalakiyeke nivîsê nîne, lewre herdû hîna zêdetir xwedî armanc û sinc in û çawe ku şoreş bi xwe re avakirineke nû û jiyaneke azad diafirîne. Di heman demê de wêje jî rastiya şoreşê ji hemû Milan ve radixîne ber çavan û van rastiyan yek bi yek zindî dihêle. Bi teybet jî dema ku kesên xebatên wêjeyê dikin şoreşger bin, wê gevê ew xwedî wê erkê ye ku wêjeya şoreşê bi rengekî herî baş binvîse û rastiyên ku hatine jiyankirin mîna şoreşgerekî vebêje û li ser bedena dîrokê xêz bike.

Heke ne wiha be, yên ku wêjevaniyê tenê ji ber wêjeyê bikin û ji rastiya gel û civaka xwe dûr vî karî bikin ew bi zanebûn an jî bê zanebûn destekê didin sîstema serdest û pilanên wê yên teşîrkirin, berevajîkirina çand û dîroka gelan.