Rojnameya Ronahî

Rewşenbîr Û Civak .. Çend Têbînî

Kemal Necim

Pirsek an jî gengeşeyeke ku di nava pir civakên cîhanê de berz bûye ew e, ka çima qutbûn û valehî di navbera rewşenbîran û civakê de rû daye. Ji xwe şêwe û egerên vê gengeşeyê li gorî her civakekê têne guhertin, her wiha dibe ku asta vê rûdanê li her civakekê ne weke ya din be. Lê bê guman eger di nava civakên din de ev pirs carekê tête arastekirin, di nava civaka Kurdan de du car û sê caran tê pirsîn û gotûbêjkirin. Ji ber ku Kurd niha di pêvajoya xweavakirinê û peydakirina nasnameya xwe li gorî zanist û ramanên mirovahiyê de ye.

Çand nirxeke bilind a mirovahiyê ye û berheva zanist, serpêhatî, perwerde, wêje û baweriyan e ku mirov pê bawer dike û awayên jiyana xwe, tevger û riftara xwe, cil û berg, xwarin û axaftina xwe li gorî wê bi pergal dike. Her wiha ew hêmana avakirin û pêşketina şaristaniyan e.

Rewşenbîr jî mirovekî bîrewer, ronakbîr, serbixwe ye, her dem ji bo pêşdebirina reftar, destkeftî û têkiliyên xwe dixebite, haya wî ji cureyên zanyarî û agahdariyan heye, bi her tiştê ku li dora wî diqewime re xwediyê têkilî ye û xwediyê roleke girîng e di avakirina civak, çand û şaristaniya civaka xwe û netewa xwe û mirovahiyê de.

Mijara têkiliya rewşenbîr û civakê jî ji berê de mijareke aloz e. Li gorî hin derdoran, erkê rewşebîran hilbirîna zanistên bilind, ramanên bilind û felsefeyên kûr û giran e û sazkirina şêwe û awa û zagonên rêvebirin û jiyana civakan e, lewma ne pêwîste ku civak hemû van hilbirînên ku zêdeyî bîreweriya wan e zanibe û hîn bibe. Lê beşek jî dibînin ku pêwîste rewşenbîr bi awayên afrêner karibe hilbirînên xwe yên ramyarî û zanistî û hunerî bighîne civakê da ku civak jî bi wan raman û hilbirînan bilind bibe û şaristaniya mirovahiyê berdewam bike û bilind bibe.

Ji bilî hilbirîna raman, huner, wêje û felsefeyê, erkdariya rewşenbîran heye ku van ramanên bilind û asê yên zêdeyê bîrweriya civakê, bi awayên afrêner û şêweyên cuda bighîne hemû beşên civakê. Di vê mijarê de yek ji awayên pir girîng û bi bandor sazûmana pewerdeyê û metod û alavên perwerdekirinê ye. Pêwîste hemû hilbirînên zanist û raman û wêjeyê bi awayên hêsan bibin pirtûk û metodên hîndekarî û perwerdekirinê, ji xwe kedkarên perwerdeyê bi xwe jî rewşenbîr in.

Her wiha ji bo kêmkirina û piçûkirina valahiya di navbera rewşenbîran û civakê pêwîste yên rewşenbîr, afrêner, wêjevan û hunermend berhemên bi naverokên bilin lê bi awayên hêsan û bedew pêşkêkî civakê bikin. Pir nîvîskaran karîne bi rêya romanekê, yan çîokekê yan helbestekê ramanên felsefî yên giran û asê bi şêweyên hêsan bighînin civakê.  Ango li şûna ku mirovek pirtûkeke felsefeyê ya giran bixwîne û têneghêje, dikarê wê ramanê yan felsefeyê bi romanekê ya berhemê din a wêjeyê hîn bibe û têbighêje. Mînakên wiha li cîhanê pir in, ku nivîskar û wêjevan û hunermendan ramanên felsefî û zanistên kûr bi rêya cureyên wêje û hunerê  afriandine û bi hêsanî û bedewî arasteyê civakê kirine.