Thursday, June 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mîtan 5 hevgirtina çanda gelan e

17/01/2024
in Uncategorized
A A
Mîtan 5 hevgirtina çanda gelan e
Share on FacebookShare on Twitter

5’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Mîtan dengê hevgirtina çand û hunera azad li ser dika çand û hunerê li herêma Şehbayê raberî cîhanê dike. Ev cihwaziya ku hatiye raber kirin tekez kir ku Mîtan 5 dengê hevgirtina çanda gelan e.

Zana Roj/ Şehba

Bi dirûşmeya ‘Em Diçînin Jiyan’ mîhrîcana Şano ya Mîtan gihîşt mewsima xwe ya 5 emîn. Mîhrîcana ku bi derfet û zehmetiyên koçberî û dorpêçê de li herêma Şehbayê hat li dar xistin, asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas kir. Di roja 3 yemîn ji Mîhrîcanê koma şano ji bajarê Helebê bi şanoya xwe ya bi navê ‘Nêrîneke’ tevlî festîvalê bû. Her wiha di roja 5 emîn de giropa şano ku ji Başûrê Kurdistanê û ji bajarê Kerkûkê hatibûn, şanoya xwe ya bi navê ‘Ne Rewa’ beşdarî vestîvalê bûn. Festîval her roj bi coş, kelecan û beşdariya bi sedan ji gelê Efrîn û Şehbayê birêvediçe. Di festîvalê de mijarên cur be cur yên girêdayî civakê, jin, doza Kurdistanê, huner û gelek mijarên din di nava xwe de dihewîne. Her wiha beşek ji festîvalê bi leystokên ku diaxivin tê de cihê xwe digire. Bi gotin û qerfan pirsgirêk û mijarên civakî bi awayekî pêkenok tê pêşkêşkirin.

Têkildarî her du şanoyên Heleb û Kerkûkê. Derhêner  Ebd El Rahman Omar yê giropa Helebê û derhêner yê bajarê Kerkûkê ji rojnameya me re axivîn.

Ji Helebê şanoya ‘Nêrînek’

Ebd El Rahman anî ziman Ku wan di festîvala Mîtan ya 4 emîn de jî cih girtin û wiha pê de çû: “Festîvala Mîtan ji bo gelê Efrînê xwedî wateyeke cudaye û li Şehbayê jî ev mîhrîcan îro tê berdewamkirin. Ev ne yekemîn car e ku em beşdarî vestîvalê dibin, di Mîtan 4 de em bi şanoyên xwe tevlî bûn. Niha jî cihê rêzdariyê û şanaziyê ye ku em careke din tevlî vestîvalek bi vê rengî bibin. Bi rastî Mîtan bi coş, hezkirin û heyecanek mezin berdewame. Em bi hêvî ne ku ev festîval bibe hêviya vegera ser xaka Efrînê”.

Ebd El Rahman bal kişand ser naveroka şanoya ‘Nêrînek’ û wiha got:”Şanoya ‘Nêrînek’ bi xwe li ser mijara fitnekariya ku di nava civakê de diaxive. Bi taybetî di dema rêjîma dewletê de ciqas ev yek li pêş bû û civak bi vê yekê fetisî bû. Her wiha ev yek heyanî niha berdewam e. Di heman demê de me xwest ji kesên derveyî Welêt re bidin xuya kirin ku ev diyarede heyanî niha tê jiyan kirin û civak hatiye helandin”.

Her wiha festîvala Mîtan bi beşdarbûna rengê Başûrê Kurdistanê hat xemilandin. Bi Şanoya ‘Ne Rewa’ ji Derhênertiya Berhem Ehmed û lîstikvan Nalî Esker hat pêşkêşkirin.

Ji Başûrê Kurdistanê şanoya ‘Ne Rewa’

Derhêner Berhem diyar kir ku di mijara xwe de bal kişandine ser girîngiya şanoya Kurdî û wiha got: “Di mijara me ya şanoyê de, bi taybet me bal kişand ser girîngiya şano û sînemaya kurdî di cîhanê de. Her wiha rola rewşenbîran di civakê de”.

Her wiha Berhem bal kişand ser girîngiya Mîhrîcana Mîtan û beşdarbûna wan jê re û wiha domand: “Em gelekî kêfxweşin ku em beşdarî Festîvala Mîtan bûne. Mîtan yek ji destkeftiyên herî girîng yê şanoya Kurdî ye. Gavên ku avêtine di van derfetên zehmet de cihê rêzdariyê ye. Mîtan her sal bi destgirtina mijar û zengînbûna şanoya Kurdî xwe îsbat dike. Mîtan ziman û çanda Kurdan û yên biyaniyan anî gel hev û kir rengeke ji zengînbûna şanogeriyê. Em bi hêvî ne ku Mîtan 6mîn li ser xaka Efrînê bê li dar xistin.

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.