Rojnameya Ronahî

Jin û zarok hîn di bin bandora hişmendiya DAIŞ`ê de dijîn

Ronaz Silêman/Qamişlo

Rêvebera Kampa Roj Hukmiya Ibrahîm diyar kir ku ji bo zexta li ser Kampa Holê bê kêmkirin, me hin jinên DAIŞ`î di kampa Roj de bicih kirin. Herwiha guhertineke zêde di hizra jinên DAIŞ`î de pêk nehatiy e.

Kampa Roj di sala 2015`an de ji bo welatiyên gundewarên bajarê Hesekê û Dêra Zorê yên ku di dema êrişên Cebhet Elnesra li ser gundewar û bajarên wan koçber bibûn, hat avakirin. Destpêka avakirina wê li gundê Hekemiya yê girêdayî bajarê Dêrikê bû, li wî gundî 2 mehan ma, piştre kamp hat veguhestin ji bona gundê Girê Reş, niha jî bi kampa Roj tê naskirin. Herwiha piştî gundewarên Hesekê û bajarê Dêra Zorê bi riya YPG û YPJ`ê hat rêzgarkirin, ev koçber vegeriyan mal û warên xwe. Di heman demê de çeteyên DAIŞ`ê êrişî bajarê Mûsil yê herêma Iraqê kirin û nêzî 500 malbatên ku gundên wan li ber sînor bû, derbasî xaka Rojava bûn û di Kampa Roj de hatin bi cih kirin. Di dawiya sala 2016`an de bajarê Mûsilê û gundewarên girêdayî wê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, lewra hejmareke zêde vegeriyan malên xwe. Êdî di sala 2017`an de, beşek ji jinên DAIŞ`î yên revyayî û li ber sînor ku hatibû girtin li Kampa Roj hatin bi cih kirin. Herwiha di sala 2019`an de, ji bo zexta li ser Kampa Holê kêm bibe, Kampa Roj hat berfirehkirin. Li gorî wê yekê û piştî ku kampe hate berfirehkirin û amedekirin derdorî 300 û 96 malbatî têde hate bi cih kirin û di dawiya sala 2022`an de peşê 3 yan di hindirê Kampa Roj de hat avakirin û têde nêzî 144 malbatî hate bi cih kirin.

Di derbarê kar û xebata Kampa Roj de Rêvebera Kampa Roj Hukmiya Ibrahîm ji rojname me re axivî.

Hukmiya Ibrahîm diyar kir ku di Kampa Roj de koçberên Sûrî, Iraqî, Jin û zarokên DAIŞ`î hene û wiha got: “Di Kampa Roj de koçberên Sûrî, Iraqî, Jin û zarokên DAIŞ`î yên biyanî, Iraqî û Sûrî jî hene. Herwiha di kampê de hejmara koçberên Sûrî 14 malbat û 67 kesên, koçberên Iraqî 69 malbat 316 kesin, hejmara biyaniyên DAIŞ`î 734 malbat 2 hezar û 213 kesin. Di kampê de 3 rêxistinên bingehîn kar û xebatê didin meşandin, ew rêxistin jî evin; Rêxistina Bilomond, Xelasî û ERS, ji derveyî wê komeleya Yunisêf e, ew jî bi riya komeleyan lê kar dike. Di aliyê Bilomond de betanî û selên xwarin û paqijiyê tên belavkirin. Rêxistina ERS jî navendeke wê ya tenduristiyê heye, di aliyê nexweşiyan de kar û xebatê dike û di warê tenduristiyê de bi jinan ve mijûl dibin. Navenda Heyva Sor a Kurd jî cihê xwe di nava kampê heye, ew jî di mile tenduristiyêve kar û xebatê xwe dike. Ev rêxistinên ku pêwistyên kampê, di aliyê kon, betanî, sivinc, pakîtên xwarin û paqijiyê de pêk tînin. Nexweşxaneyeke tenduristiyê jî di hundirê kampê de heye, Heyva Sor a Kurd li ser disekine û li gorî derfetên xwe, tedawiya malbatên di kamê de dike.”

Jinên DAIŞ`î hêviyên xwe bi dewleta Tirk ve girêdidin

Hukmiya Ibrahîm di berdewamiya axaftina xwe de eşkerekir ku guhertina zêde di hizra jinên DAIŞ`î de nahtiye çêkirin û wiha got: “Em diçin nav kampê û bi jinên DAIŞ`î re rûdinên ji bo tirsa heyî rakin. Ji xwe guhertina zêde di hizira jin û zarokên DAIŞ`î de pêk nehatiye. Ji ber derfeta xwe nabînin ku careke din xwe vegerînin û di navçeyekê derdora wê ji hemû pêkhateyan e, ne weke kampa Holê ye, bi taybet di demên dawiyê de, dema êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bibûn, jinên DAIŞ`î rabûn û bi gotinên xwe yên ‘Alah û Akber’ û em ê vegerin bang dikirin, ev yek jî da diyarkirin ku vegera xwe bi riya dewleta Tirk a dagirker re dibînin.”

Zarokên di kampê de li ser Hişmendiya DAIŞ`ê têne mezin kirin

Hukmiya Ibrahîm di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku belavkirina konan li gorî hejmara kesên di malbatê de tên belavkirin û wiha got:”Rêxistinên li ser belavkirina konan disekinin, li gorî wan malbatek zêdeyî 8 kesan be, di 2 konan de tên bicih kirin. Herwiha 2 dibistan di kampê de hene, zarokên bi temen 3 heya 6 salî diçin rewda, piştre ji refa 1 heyanî 7 diçin dibistanê, ew jî di bin Rêxistina Xelas de ye. Di aliyê dibistanê de astengiyên ku derdikevin pêşiya me dema ku tomarkirina nava tê kirin, hejmara navên zarokan gelekin û li gorî wan çente, pênûs û lênûs tên belavkirin. Piştî dibistan tê dest pê kirin, em wê hejmarê di dibistanê de nabînin, sedema wê jî di hundirê kampê de jinên DAIŞ`î cihên perwerdeyê ji xwe re dane avakirin û lênûs û pênûsan ji bona xwe dibin û bi riya wê zarokan fêrî hizirên DAIŞ`ê dikin. Ji ber vê yekê me pênûs û lênûs di bazara kampê de qedexe kirin.”

Zarokên DAIŞ`ê wê di siberojê de bibin xeterî ji bona civakê

Rêvebera Kampa Roj Hukmiya Ibrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Astengiya ku di kampê de em rastî wê tên, zarokên DAIŞ’ê, bi taybet zarokên ku temenê wan dibin zêdeyî 12 salan, ji ber di vî temenî de ji aliyên dayikên xwe tên xapandin. Jinên DAIŞ`ê zarokên xwe di hundirê kampê de, bi şev ji bona parastinê erkdar dikin, ji bo ku dema tiştek bibe, agahiyê bidin wan. Di pêşerojê de zarokên DAIŞ`ê wê bibin bela serê civakê. Ji ber vê yekê me gelek caran ji bo vê yekê jî me bi rêxistinan re nîqaş kir û me got; navendên amadekirinê ji derveyî kampê ji zarokan re bidin avakirin, da ku dûrî bandora hişmendiya DAIŞ’ê bin û li ser bingehê perwerdeyeke rast bên fêrkirin. Jinên  ku şandeya welatê wan tên û daxwaza wan dikin bi riya balyozxaneya wan dewletan re têne radestkirin. Palyozxaneya wê dewletê têkiliyan bi Desteya peywendiyên derve re dike û bi desteya peywendiyên derve ve tensîq tê çêkirin û bi wî rengî jinên heyî ji bona welatên wan têne radestkirin.”