Monday, June 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xebatên 2023’an wê bibe bingehê saleke nû û serkeftî  

17/01/2024
in Uncategorized
A A
Xebatên 2023’an wê bibe bingehê saleke nû û serkeftî  
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Cîgera Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî ya Cizîrê Bêrîvan Omer diyar kir ku wan civîna xwe ya salê bi gelek encamnameyan bi dawî kirin. Biryareke sereke ji wan biryara jî ew bû ku bi awayekî aktîf beşdarî tevahî çakakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bin.

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Kantona Cizîrê li hola Şito ya bajarê Hesekê bi beşdariya 200 deleqeyên ji meclis, rêveberî û desteyên herêmî yên kantona Cizîrê di 7`ê çileya 2024`an de civîna xwe ya salê li dar xistin. Her wiha di civînê de gelek biryar hatin girtin û erêkirin.

Di derbarê Civîna salana ya Desteya Rêveberiya Herêmî a Kantona Cizîrê, bernema û biryarên ku hatine girtin, cîgira hevserokatiya rêveberiya herêmî a herêma Cizîrê Bêrîvan Omer ji rojnameya me re axivî.

Bêrîvan Omer da zanîn ku civîna Desteya Rêveberiya Xwecihîn gelek xal û biryarên giring  girtin û wiha got: “Civîna Desteya Rêveberiya Xwecihî di 7`ê Çileya 2024`an de li bajarê Hesekê hat li darxistin. Civîn her sal tê li darxistin, ji bo nirxandina kar û xwebatên salekê bû, bi tevlî bûne hemû şaredariyên li Kantona Cizîrê yên ku hejmara wan57`in civîn birêve çû. Civîn bi rewşa siyasî hat detpêkirin û li ser asta cihanî û bi taybet jî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat rewş û geşedanên heyî hatin nirxandin. Di civînê de raporên salana hatin xwendin, kar û xebat, pirojeyên ku hatin pêk anîn, pirojeyê ku ne hatin bêk anîn. Her wiha pirojeyê ku ji bo demên pêş hatina hazir kirin û zehmetiyên ku di sala 2023`an de derketin pêş, li ser wan nîqaş û nerxandin hatin kirin û ji bo raprên wan pêşinyar hatin kirin, de ku di sala 2024`an de bi awayekî xurtir û aktîf tevgerîn çêbibe û biryarên nû û girîng di vê derbarê de hatin girtin.”

Zehmetiyên sala 2023`an

Berîvan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Zehmetiyên ku di sala 2023`an de derketin pêşiye me, herî zêde êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, bi taybet di demên dawî de binesaziyên herêmê dike armanc. Ji ber vê yekê hin pirojeyên me hatin rawistandin, me giringî da cihê elektirîkê û avê da ku gel ji wan qut nebe. Armanca dewleta Tirk a Dagirker ewe ku bi riya armanckirina binesaziyên herêmê, gelê kurd koçber û qirbike, lê îradeya me mezintire ji êrişên dagirkeriya Tirk û faşîzma wê. Hewldana me ye sereke ewe ku av û elektirîkê ji gel re hîn zêdetir  peyda bikin û di vî warî de pêwîste tevdîrên me hebin. Ji ber êrişan me gelek zerer dît û vê yekê bandora xwe li ser tevahî kar û xebatê me kir û me di vî warî de gelek zehmetî kişandin, heyanî ku me careke din henek ji van saziyan careke din kirin xizmeta gel de. Di heman demê de em dikarin bêjin ku ji sedî 90 pirojeyên me hatin pêk anîn û pirojeyên me yê ku hatin rawistandin jî em hewildidin ku wan di dema pêş de temam bikin.”

Bernama û biryarên ku hatin girtin

Bêrîvan Omer diyar kir ku di sala 2024`an de ewê bi hewldanekî mezin pirojeyên xwe pêk bînin û wiha got: “Piroje û Bernameyên me yên ku di civînê de hatin erêkirin û ragihandin ev in:

– Beşdariya aktîf di tevahî çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

– Ji bona pênasîna zagonên şaredariyan wê ji bona gel civîn werin lidarxistin.

– Bi hevkariya komînan wê xebat li ser pêkanîna hemleya ji her welatiyekî re darek bê çandin were kirin.

– Şaredarî di tevahî xebatên xwe de wê li gorî Hevpeymana Civakî tevbigere-

– Hejmara jinan di şaredariyan de were zêdekirin ku wekheviya zayendî pêk bê.

– Xebat li ser pêkanîna planên şaredariyan ên 2024ˊan bê kirin.

– Ji bo Pirojeya Avê ya Amûdê heya Hesekê li ser were kar kirin.

– Li gorî Hevpeymana civakî ya nû xebat li ser pêkanîna pergalên nû yên şaredariyan were kirin.

Bêrîvan Omer cîgira hevserokatiya rêveberiya herêmî a herêma Cizîrê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hewildana me ji bo pirojeyên sala 2024`an ku bi awayekê rêk û pêk em karibin pêk bînin. Her wiha pirsgirêkên gel yên girêdayê şaredariyê çareser bikin. Em bi hêvîne ku di vê derbarê de gel jî bi me re bibe alîkar. Ji ber ku ev welat ê me hemiyane û pêwîste ku her kes xwe perbisiyar bibîne û herêmê bi parêze.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Cara duyemîn e hejmara nan di pakêtan de tê kêmkirin û buhyê wê sabît dimîne
Aborî û ekolojî

Cara duyemîn e hejmara nan di pakêtan de tê kêmkirin û buhyê wê sabît dimîne

15/06/2026
Daxuyanî ji bo qebûl kirina hebûna netewa kurd di civîna navneteweyî de
NÛÇE

Daxuyanî ji bo qebûl kirina hebûna netewa kurd di civîna navneteweyî de

15/06/2026
Projeya Xana Sewalan a Girê Siwar hat tolaqkirin
NÛÇE

Projeya Xana Sewalan a Girê Siwar hat tolaqkirin

14/06/2026
Rojnameya Ronahî sersaxiyê ji bo malbat û hevalên rojnamevan Duaa Silo dixwaze
NÛÇE

Rojnameya Ronahî sersaxiyê ji bo malbat û hevalên rojnamevan Duaa Silo dixwaze

14/06/2026
11’emîn salvegera rizgarkirina Girê Sipî ji DAIŞ’ê
CIVAK Û JIYAN

11’emîn salvegera rizgarkirina Girê Sipî ji DAIŞ’ê

14/06/2026
PIŞTÎ 8 SALAN JI DAGIRKERIYÊ; HÊVIYA VEGERÊ
HAJMARA PDF

PIŞTÎ 8 SALAN JI DAGIRKERIYÊ; HÊVIYA VEGERÊ

14/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.