Rojnameya Ronahî

Dê Kurd “Terorîstanê” ava bikin!

Zekî Bedran

Dewleta Tirk amedeye ku ji bo perçiqandin û ji holê rakirina Kurdan tevahî cîhanê bişewitîne. Tevahî çavkaniyên Tirkiyê di şerê li dijî Kurdan de xerç dike. Hebûn û destkeftiyên Kurdan ji bo xwe weke dewlemendî nabîne, weke xeteriyekî dibîne. Ji bo ev xeterî ji holê  bê rakirin jî bi awayekî xwezayî divê Kurdan ji holê rake. Xwedî hişmendiyek wiha nexweş û dijberî rastiya civakî ne. Ev polîtîka û stratejiya li ser bingehê qirkirinê sed sale didomîne.

Erdogan û rêveberên wî ji bo du sed hezar Tirkên li Qibrisê dewletek cuda ava dikin. Giravek biçûk weke du dewlet parçe kirin. NY û YE ev 50 sale dagirkeriya Tirk a li Qibrisê bi dawî nekir. Tirkiye li gorî biryarên tên girtin tev nagere. Qibris heman demê de dewletek endamê YE ye. Lê  heman Tirkiye, perwerdeya bi zimanê dayîkê jî ji 20 milyon Kurdên ku hemwelatiyê wî ne re maf nabîne. Dema parlementerên Kurd di parlementoya Tirkiyê de çend gotinan bi Kurdî dibêjin, pir aciz dibin û weke zimanekî nayê zanîn tomar dikin.

Îmha û înkara Kurdan sed sal li pey xwe dihêle. Lê naveroka wê neguherî. Rê û rêbazên îmhayê hatin pêşxistin û nûjenkirin. Niha çar parçeyên Kurdistanê xistin nava van êrişan. Dewleta Tirk li ku derê Kurdek azad û maf dixwaze hebe wî dixe nava refa dijminan û hewl dide îmha bike. Artêşa xwe ya duyemîn a NATO’yê berdide ser serê Kurdan. Çek, balefir û teknîka demê ya pêşketî bi awayek bê sînor bikar tîne. Dema ev têrê nakin jî bombeyên nûkler ên teqtîkê, çekên bi kîmyewî yên NATO’yê bi awayek rêkûpêk bikar tîne.

Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê qada hewayî weke dixwaze bikar tîne. Havîn, zivistan, şev û roj hertim bombe dike. DYE yê pêşiya wan vekiriye, PDK’ê di êrişên dagirkeriyê de li kêleka artêşa Tirk e, hikumeta Iraqê jî xwe bêdeng kiriye. Tirkiyê li Iraqê mafê êrişkirina Başûr, dagirkirin û avakirina baregehan bidest xistiye. Ne saziyên navnetewî ne jî hêzên herêmî nabêjin ka çi karê wî li wir e. Niha herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî xistine nava vê. Kurdan di şerê li dijî DAIŞ’ê de pêşengî kirin. Ji 11 hezar zêdetir şehîd dan. Ji 15 hezar kesî zêdetir birîndar bûn. Hîn jî DYE û koalîsyon li herêmê ye, têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê didome û bi hezaran girtî hene. Tirkiye ji bo bihêzbûna DAIŞ’ê û dagirkirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêmên dagirkirî ji çeteyan re vekirine û bi êrişên xwe karê wan hêsan dike. Ji bo cîhan qala Kurdan û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê neke her tişta ji destê wan tê dike.  Dewleta Tirk ji bo dijminahiya sed salî ya li hemberî Kurdan û polîtîkayên xwe yên qirkirinê veşêre, bi israr gotina “têkoşîna li dijî terorê bikar tîne”. Têgîna terorê DYE û hêzên rojavayî bikar anîn û derxistin holê, lê tu kes qasî rêveberiya Tirk ev têgîn hembêz nekirin. Hebûn û pirsgirêka sed salî ya gelekî daxistin têgîna terorê. Hinek “pisporên terorê” jî ragihandin û televizyon dagir kirine, dibêjin “Em girêdana PKK û Kurdan nedin çêkirin”. Yanî PKK’ê weke hebûnên ji fezayê hatine nîşan didin. Dibêjin dema navê Kurd tê bikaranîn jî, pêwîste di dema şer de jî nav neyê bikaranîn. Ev nîşan dide ku di înkarê de çiqas bispor bûne    Dema gerîllayên li Başûrê Kurdistanê bicih bûne, li hemberî leşkeran operasyonan dikin û derbe li wan dixin, qiyametê çêdikin. Weke ku leşker çûne wî çiyayî seyranê. Derketine nêçîra mirovan. Rêveberên Tirk xwe dipişpişînin ku çiqas Kurd kuştine. Lê dema diçin nêçîrê û dibin nêçîr har dibin. Fêr bûne ku ji dûr ve bi balefiran mirovan bikujin. Dema teknîkê bikar neyînin aha wiha perîşan dibin. Hêza wan jî tune ye ku rastiyan ji gelê Tirkiyê û cîhanê re bêjin.

Her tim dibêjin me li ser Garê, Qendîl, Zap û hwd êrişên hewayî kirine, me li evqas cihan xist. Li Tirkiyê kesekî vê lêpirsîn nake. Li wir çend hezar baregehên PKK hene. Kes nabêje, ev bi salan e em lê dixin lê qet xilas nabin. Dema li wir encamekî nagirin vê carê jî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Qadên jiyana gel dikin armanc, gelek jin, zarok û sivîl hatin qetilkirin. Santralên elektirîkê, cihên petrolê, depoyên genim û hwd. di carekî de bûn malê PKK’ê! Dibêjin “em li çavkaniyên PKK’ê dixin” û hewl didin gelê xwe û raya giştî ya cîhanê bixapînin, rastiyan berovajî bikin.

Dema derbe ji gerîlla dixwin dijberiya xwe ya li hemberî DYE yê zêde dikin. Ji bo polîtîkayên wî yên xelet neyên dîtin û nîqaşkirin, wêjeya netewperestî û dijminên ji derve dikin. Dibêjin “PKK’ê nikare van êrişan pêk bîne, DYE piştgiriyê dide, çekan dide, PKK’iyan perwerde dike. Li Sûriyê 60-70 hezar hêzên çekdar ên PKK’ê hene” û lez dane propogandaya xwe. Weke tê zanîn QSD’ê bi koalîsyonê re li dijî DAIŞ’ê şer kir û şer dike. Di carekî de ev hêz bûn hêzên leşkerî yên PKK’ê! Dewleta Tirk li aliyekî bi raya giştî ya hindirîn dilîze, li aliyê din jî dixwaze zextên li DYE yê bike. Dixwazin DYE hîn zêdetir piştgiriyê bide êrişên wan û têkiliyên xwe ji QSD’ê qut bike. Li DYE yê ferz dikin û dibêjin an em an ew.

Piştî civîna ewlehiyê ya dawî ya Erdogan dîsa gotin, “Çi dibe bila bibe em destûr nadin ku li başûrê axa me hebûnek Kurd çêbibe”. Bêguman têgîna Kurd bi kar neanîn. Di vê mijarê de têgînên nû afirandin û wêjeya cîhanê pêş xistin. Di daxuyaniyê de tê gotin ku em destûrê nadin “Terorîstanê”. Angu bi milyonan Kurd û Sûrî li vê herêmê najîn. Terorîst hene û dê Terorîstanê ava bikin! Eger baldar bin dema Kurd tên kuştin jî navê wan nayê hildan. Wiha gotin heta ku Tirkiye bi xwe veguherî dewletek teror, tundî û amûrek a şer!