Rojnameya Ronahî

‘Em hene û em ê hebin’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Hevseroka Komîteya Şehîd Berxwedan Samiya Xelîl, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xêriya Hesen û Rêvebera PYD’ê Menîca Heyder kiryarên dewleta Tirk a dagirker li hemberî jinan şermezar kirin û gotin; Emê rê nedin tu kesî ku destdirêjiyê li ser jinê bike û em hene û em ê hebin.

Ji destpêka dagirkirina herêma Efrînê ku di 18’ê Adara 2018’an ve û heta niha dewleta Tirk a dagirker û komên çete ên girêdayî wê kiryarên li dijî şêniyên resen û xwezaya herêmê bênavber didomînin. Sûcên dagirkeriya Tirkiye û çeteyên girêdayî wê yên ku li ser gelên Kurd didin meşandin, sûcên dijmirovî ne û tavahî pîvanên exlaqî derbas dikin, tu destdirêjî li ser sererd û binerda herêmê nema û nehatiye kirin. Ji talankirina xwezayê bigire heyanî kûştin û revandina jin û zarokan. Bi tayebet kiryarên dagirkeriyê li ser jinên Kurd bi hovane tên meşandin, li hemberî van kiryaran jî Dewletên Navnetewî û rêxistinên mafê jinê bêdengin û bi vê bêdengiyê jî desdirêjî li dijî jinan zêde dibin.

Di derbarê kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser jinên Efrînê Hevseroka Komîna Şehîd Berxwedan a taxa Xerbî Samiya Xelîl û Endama Meclisa Malbatê Şehîdan Xêriya Hesen û di heman çarçoveyê de Rêvebera PYD’ê ya bajarê Qamişlo Menîca Heyder ji rojnameya me re axivîn.

Hevseroka Komîna Şehîd Berxwedan a taxa Xerbî Samiya Xelîl kiryarên dewleta faşîst û çeteyên girêdayî wê yên li ser jinên Efrînê didin meşandin şermezar kir û wiha got: “Biryarên dewleta faşîst a dagirker ku bi hovane sûcên dijmirovî di derheqê jinên Efrînê dide meşandin ez şermezar dikim. Dewleta faşîst dewletekî qelse, îrada wê qelse, dema ku li hemberî jinên Efrînê cezayên heta dawî bide meşandin em vê yekê qebol nakin. Banga me ji dewletên Navnetewî û Mafê Mirovan heye, qaşo dibêjin em Rêxistinên Mafê Mirovane. Lê em dibînin çavên wan ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker girtine û xwe bêdeng û lal kirine, ev jî dihêle dewleta Tirk gef û gavên xwe li ser jinan zêde bike. Pêwîste sûcên di derheqê jinan de bê rawistandin dagirkerî nebese li ser wan tê meşandin, êdî rêbazên hovane jî didin meşandin. Em jinên azad ji bo tevgera azadiyê têdikoşin û tu sûcî li ser çi jinê napejirînin.”

‘Heta Rêber Apo fîzîkî azad nebe, jin jî azad nabe’

Di heman mijarê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xêriya Hesen diyar kir ku dewleta Tirk dewleteke hovane ye û wiha got: “Ji ber ku îrada dewleta Tirk hatiye şikandin, êdî berê xwe dide jinê û li herêmên dagirkirî kiryarên dij mirovî dide meşandin. Dewleta Tirk him êrişan li ser jinan pêk tîne, him jî wan qeydî zindana dike. Jin ji ber fedekare û li ber xwe dide û îro di Rojavayê Kurdistanê de xwe isbat kiriye, lewra dewleta Tirk ji îrada jinê hêris dibe. Jin ji felsefa Rêber Apo fêr bûne û Rêber Apo riya ku nîşanî jinê kiriye riya azadiyê ye. Herwiha heta Rêber Apo fîzîkî azad nebe, jin jî azad nabe. Niha jin li gorî felsefeya Rêber Apo têdikoşe, ji bo wê dewleta hov a Tirk dixwaze îrada jinê bişkîne, lê îrada jinê nayê şikenandin jin wê heya serketin û azadiyê li ber xwe bide. Jin di zindan, şer û li ku be wê li ber xwe bide. Ji xwe jinên kurd di herêmên dagirkirî de rojane rastî êrîş û kuştinê tên, kesekî dengê xwe nekiriye û negotine çima ev jin tên çewsandin, ji ber ku jina li ber xwe dide tê hedefgirtin. Ev dewletên cîhanê li ser tevahî dewletên cîhanê sûcên dijmirovî qebol nakin, lê dema mijar dibe gelê kurd xwe bêdeng dikin. Hêviya me jî ewe ku mafê jinê bê sitandin. Mafê her mirovekî heye, lê çima yê jinê tuneye. Ji bo wê heta dawiyê em ê berxwedanê ji bo her jineke li ser rûyê erdê jiyan dike bidin meşandin.”

‘Em ê dawiya dagirkeriyê û qirkirinê bînin’

Di heman çarçoveyê de Rêvebera PYD’ê ya bajarê Qamişlo Menîca Heyder destnîşan kir ku ew li dijî siyaseta dewleta Trik û hevalbendên wê ne û wiha got: “Dewlet Tirk a dagirker bi salane destdirêjî, êriş û tûndiyên pir mezin li ser gelê Efrînê dide meşandin û bi taybet jî li ser jinan. Dewleta Tirk tevgera jin, pêşengên civakê û çi kesê ku di axa Rojava de jiyan dike hedef digire. Ji bo tevahî cîhanê şerme ku sûcekî pir mezin li ser jinan ji aliyê dewleta faşîst ve tê kirin, lê li hmberî vê yekê jî hemû saziyên mafê mirovan bêdengin. Bûyera herî dawî ku di herêma Efrînê çêbû çawa hejmarek jinên Efrînê hatin binçavkirin û di kesayeta wan de jî xwestin tevahî tevgera jin tune bikin û bê îrade bikin. Lê em wek tevgera jin bi taybet li Rojava û di hundirê şoreşê de ku bi pêşengtiya jinan hatiye lidarxistin, em wê sozê didin ku heta dawiyê, asta têkoşîna xwe bilind bikin û di hemû şert û mercan de xwedî li hebûn û vîna xwe derbikevin.”

‘Em ê jiyaneke azad bijîn û ji bona wê têbikoşin’

Menîca Heyder axaftina xwe wiha qedand: “Heger dijminê me metirsiyeke pir mezin li ser xwe nedîtiba, wê îro êrişî jinan nekiriba. Lê nikare bighêje armancên xwe, ji ber ku jinên têkoşer fikir, hebûn û azadiya xwe ji fikir û felsefa Rêber Apo girtin e. Heta dawiyê em soz didin Rêber Apo, Gerîlayên Azad û Şehîdên azadiyê têkoşîna xwe berdewam bikin û rê nedin tu kesî ku destdirêjiyê li ser jinê bike, em hene û em ê hebin, em ê jiyaneke azad û birûmet bijîn yan jiyaneke bêwate nejîn.”