Thursday, June 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi hevgirtin û vîna gelan wê êriş têk biçin

17/01/2024
in Uncategorized
A A
Bi hevgirtin û vîna gelan wê êriş têk biçin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye. Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe her tim li ser piyaye û wê ji bona parastina ax û destkeftiyên xwe her li ser piy be û wê tucarî serî li hemberî êriş û gefên dagirkeriyê serî netewîne.

 Dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişî binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di 4’ê Cotmehê de û di 23’ê Berfenbara 2023`an de jî careke din êrişkir û ev êriş heyanî îro jî berdewamin. Cihên ku di êrişan de hatine armanckirin cihên petrol, elektirîk, fabrîkayên nîsk, pembû, zeytûn, çapxane, nexweşxane, rêbend û gelek cihên xizmetguzariyê bombebaran dike. Li hemberî van êrişan jî gel her tim di nava berxwedaniyê  deye.

Girêdayî armanca êrişan û li hemberî van êrişan berxwedana gel, hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a (Tev-Dem) Roken Ehmed û Endamê Kordînasiyona Tevgera Civaka Demokratîk a (Tev-Dem) Yûsif Kûtê ji rojnameya me re axivî.

Roken Ehmed diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê kurd e, lê li hemberî van êrişên hovane berxwedana gel wê her berdewambe û got: “Di êrişan de binesaziya herêmê hat armancgirtin. Armanca êrişan koçberkirin û qirkirina gel e. Dewleta Tirk a dagirker sekin û îradeya gelê berxwedêr tehemul nekir, lewma êrişên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike û binesaziyê wê armanc dike.

‘Armanca êrişan şikandina vîna gel e’

Roken Ehmed wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Îro kargehên ku gel têde kar dike û debara jiyana xwe dike mîna kargehên nîsk, zeytûn, aş û depoyên genim kirin armanc? Civakeke ku nikaribe xwedî li xwe derkeve, ji komkujiyê re vekiriye, faşîzma dewleta Tirk ku bi pêşengtiya Erdogan tê birêvebirin, ji bo ku rehê civakê zuha bike, bê îrade bihêle, bê siberoj bihêle, koçber bike, êrîş dike. Di dîrokê de gotinek heye dibêje ku ‘Koçberî birayê mirinê ye’ dema civakek koçber bû, ji axa xwe dûr ket, dibe birayê mirinê. Mirov dikare li ser axa xwe xwebûna xwe biparêz e.

‘Armanca dewleta tirk qirkirina gelê Kurd û qelskirina şoreşa Rojava ye’

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem)  Roken Ehmed di dawiya axaftina xwe de berxwedana gel li hemberî êrişan wiha anî ziman: “Sekna gelê me li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker her berdewame û li dijî êrişan xwedî sekneke biromete. Dewleta Tirk dixwaze gel û hebûna wî qirbike, ji bona wê pêwîste ku gelê me ji vê xurtir û bi hêztir be. Çalakiyên gel cihê pîrozî ye û emê heyanî serkeftinê li pey şervanên xwe bin. Dijmin pêngaveke topyekun a êrişan daye destpêkirin, li hemberî van êrişan jî  gel  xwedî sekne û wê heyanî serkeftinê her di nava berxwedan û tekoşînê de be. Hedefa dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd û qelskirina şoreşa Rojava ye, lewma pêwîste ku gel bi her awayî li ber xwe bide û dawiya dagirkeriyê bîne.

‘Wê gel tucaran li hemberî gef û êrişan serî netewîne’

Di heman çarçoveyê de Endamê Kordînasiyona Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Yûsif Kûtê wiha axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane û li pêş çavê cîhanê û hêzên navnteweyî êrişî herêmê dike. Em êrişên dijminane û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yekîtiya xaka Sûriyê şermezar dikin. Pêwîste baş were zanîn ku şerê qirkirinê yê ku dewleta Tirk a dagirker dide meşandin li ser tevahî Sûriyê ye. Dewleta Tirk a faşîst dixwaze tirsê bixe dilê pêkhateyên herêmê û herêmê vala bike. Pêwîste ku gelê me bi hemû pêkhateyên xwe ji bona hemû rewşên heyî xwe amedebike û di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de li cem rêveberiya xwe be û bi hêza xwe bawerbe. Bile cîhan tev bizanibe ku em serî li hemberî gef û êrişan natewînin û emê parastina xwe û axa xwe bikin.”

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.