Rojnameya Ronahî

Bêrîvan dilsoza welat û  gelê xwe bû

Birûc Resûl/Qamişlo

Şehîd Bêrîvan di êrişên dagiekriya tirk ya faşîst û qirker a ku di 25`ê Berfenbara 2023`an de ku li ser çapxaneya Sîmav pêk hat şehîd ket. Malbata Bêrîvan girêdayî kesayet û jiyana wê diyar kirin ku Bêrîvan bi heskirin û xwestek tevdigeriya û dilsoza welat û gelê xwe bû.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23`ê Berfenbara 2023`an heta niha êrişî saziyên xizmetgûzarî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di van êrişan de heta niha 10 hemwelatî şehîd bûne û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha di saziyên hatine bombebarankirin de ziyanek mezin a madî pêk hatiye. Yek ji cihên ku bûye hedefa êrişên dagirkeran jî Çapxaneya Sîmav bû. Balafirên bê mirov ên dagirkeran di 25`ê Berfenbara 2023`an de Çapxaneya Sîmav a li bajarê Qamişloyê bombebaran kirin. Endamên çapxanê wekî her roj li ser karê xwe bûn. Di dema êrişê de 27 karmendên çapxaneyê, bêyî ku haya wan ji tiştekê hebe serê sibehê saet di 08.00’an de dest bi karê xwe kirin. Dema wan karê xwe dimeşand, balafirên dewleta Tirk a dagirker  derdora set 10:30`an çapxane bombebaran kir û komkujî pêk hat.

Yek ji karmendên ku di êrişê de şehîd ket jî keça bi navê Bêrîvan Zibêr Mihemed bû. Ku di sala 1990’î li bajarê Qamişlo hatiya dinyayê û ji malbatekî welatparêz bû.

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser bajarê Qamişlo de cihê herî zêde bûye hedef çapxaneya Sîmav bû. Di êrişê de 6 xebatkarên çapxaneyê şehîd bûn, gelek jî birîndar bûn. Piştî êrişan li holê avahiya hilweşiyayî, amûrên ji xizmetê derketîn, xwîna şehîdan û şerma mirovahiyê mabû.

Di derbarê kurte jiyane şehîd Bêrîvan de malbata şehîd Bêrîvan rojnameya me  re axivîn.

Di serî de dayika şehîd Bêrîvan Sebah Mihemed diyar kir ku Bêrîvan bi rihê xwe yê hevaltiyê û girêdana wê ji kar re gihîşta asta şehadetê û wiha got: “Piştî 10 sal ji zewaca me, xwedê Bêrîvan da me, ew keçka min a mezin bû û di nava keçan de min ew tenê hebû. Her wiha Bêrîvan ji dayika xwe re heval bû, her dem li kêleka min disekinî, keçeka pir zane û dilpak bû. Bêrîvan pir ji karê xwe hezdikir û girêdayê karê xwe bû. Her ku min digot Bêrîvan êdî bese ev 7 sal çêbû ku tu li çapxanê kardike li mal be kar neke. Ji ber ku 3 birayên wê hena û kar dikirin me ne dixwest ku Bêrîvan jî kar bike û ji ber çavê min biçe. Bêrîvan her dem digot ez ji karê xwe û hevalê xwe hezdikin û nikarin dûrî wan bikevim.”

‘Pêwîste ku saziyên navnetewî li hemberî êrişan bi erkên xwe rabin’

Sebah Mihemed di dawiya axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha got: “Siyaseta  dijminahiya dewleta Tirk a dagirker a li ser xak û gelê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Di 25`ê Berfenbara 2023`an de êriş hîn dijwartir bûn, bi balafirên bi mirov û yên bê mirov, binesaziya heremê kirin hedef û hemû cihên ku hatine hedefgirtin çavkaniya debara jiyana mirovan bû. Em van êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser gelên herêmê şermezar dikin. Em bang li parêzvanên mafên mirovan dikin ku piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê, ji bo ku êrişên dewleta Tirk ên li ser gelên herêmê bên rawestandin û pêwîste ku cîhan tev zextê li dewleta Tirk bike.”

‘Bêrîvan wê her tim di bîr û hişê gel de zindî bimîne‘

Di heman mijarî de birayê şehîd Bêrîvan Ciwan Mihemed da zanîn ku Bêrîvan bû şehîda kurd û Kurdistanê û serê malbat û dostên xwe bilind kir û got: “Dema ku em sibehê ji xew şiyar bûn, min pirsa Bêrîvan kir, min gote dayika xwe Bêrîvan çima çuye kar, ji ber ku di wê rojê de gelek sazî û navend ji bona cejna sersalê di betlaneyê de bûn. Wê demê dilê min ne rehet bû bi çûyine Bêrîvan. Di dilê min de şewatek hebû. Lê min ne dizanî ku ew şewat şehadeta Bêrîvana min e. Dema ku dengê teqînê hat min texmîn ne kir ku çapxane hatiya hedef girtin. Ji ber ku çapxane cihekî sivîle, kar û xebatên wa çapkirina pirtûk û lênûsan bû, sîlahên wan pênûs bû. Dema ku agahî ji me re hat ku Bêrîvan şehîd ket; min nema karî bû xwe li ser çokan bigirin. Bêrîvan dayika mala bû, zanista mal û karê xwe bû, dilsoz û dilpak bû, hevala dil bû. Şehîd Bêrîvan gelek dihate hezkirin, dilê wê ji bo xebatê lêdixist û hertim hewl dida ku xwe di Kurdî de pêş bixe û ji civaka xwe nêz be. Her dem hewl dida ku pênûsa xwe bixe xizmeta civaka xwe. Şehîd Bêrîvan fedayiyê civaka xwe bû û ji bo me mînak bû. Şev û roj kar û xebat dimeşand. Şehîd Bêrîvan bi rihê hevaltiya xwe ya xurt dihat naskirin û her kesî jê hesdikir.”

‘Bêrîvan dilsoza gelê xwe bû’

Di heman çarçoveyê de bavê Bêrîvan Zibêr Mihemed da zanîn ku Bêrîvan keça kurd a pêşeng bû û wiha got: “Bêrîvan berî her tiştî mirovekî dilsozê jiyanê bû. Dema mirovek dilsozê jiyanê be, bê guman wê rêzê bide hemû rêgez û hêmanên jiyana xwe û ya derdora xwe jî. Ew dilsoza malbata xwe bû û ji bo ku barê malbatê sivik bike û bi malbatê re alîkar be, kar dikir û di kêleka wê de aşiqê karê xwe bû. Kar ji bo wê qadeke nû bû. Ji bo ku di karê xwe de serkeftîbe û bi karê xwe bibe pêşengê civaka xwe her tim di nava kar û xebatê de bû. Ji ber ku hin rêgez pêwîstbûn ji bona ku mirov di nava civaka xwe de bibe pêşeng, mîna dilsozî, xwestek, vîn û ked, ev taybetmendî jî li cem Bêrîvan peydadibûn. Lewma di demeke kurt de fêrî kar bû. Her wiha bû sozdara pêşengên qada jina azad. Her dem ew li cihê pêwîst bû. Bi heval û derdora xwe re jî dilsoz bû, ji wan fêr dibû û ew fêr dikirin. Bêrîvan serê me bilind kir û bû şehêda kurd û kurdistanê.”

‘Bêrîvan jinek pir çalak bû’

Di heman demê de Apê Bêrîvan Sertîp Cizîrî bibîr xist ku dagirkeran navendên gel ên jiyanî, xizmetguzarî û binezasiyê bombebaran kirine, di van êrîşan de gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûne û wiha domand: “Yek ji şehîdên bombebaranê jî Bêrîvan bû ku li çapxaneya Sîmav kar û xebat dida meşandin. Lê pêwîste ku em tev zanibin ku em kurd û gelên herêmê tev armanca êrişên dagirkeiya tirk a faşîst û qirkerin. Lê em wekê kurd emê li ber xwe bidin û em ê, jiyana azad avabikin û dawiya dagirkerî û qirkirinê bînin. Ger ku bêrîvanek şehîd bikeve wê bi hezaran bêrîvan werin dinya yê. Şehîd Bêrîvan jineke pir çalak û fedekar bû ticarê astengî û bend li pêşiya pêşketina xwe nedidîtin û roj bi roj di kar û jiyana xwe de serdiket. Di dawiyê de em bang li rêxistinên navneteweyî û herêmî dikin ku van êrîş û kiryarên dijmirovî yên ku dagirkeriya tirk li ser gel dide meşandin teşîr bikin û dewleta Tirk ji ber sûcên wê yên dijmirovî di dadgehên navnetewî de were dadgehkirin.