Thursday, June 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tedawiya Xwezayî Bingeha Tenduristiyeke Bi Ewle Ye

16/01/2024
in Uncategorized
A A
Tedawiya Xwezayî Bingeha Tenduristiyeke Bi Ewle Ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ji bo vegerandina çanda dermankirina kevin ya ku jêdara xwe ji xwezayê û berhemên xwezayî digire, li herêma Şehbayê ji aliyê Kongra Star ve navenda Şahmaran ya tedawiya xwezayî û perwerdehiyê ji bo jinan hat vekirin.
Vîndar Roj/ Şehba
Di serdema nûjen de piraniya berhemên tedawîkirinê ji madeyên kîmyayî tên çêkirin. Ev weke şêwazê tedawîkirinê di asta herî jor de hatiye pêşxistin. Rûxmî ku bi xwe re gelek zirar jî avadike. Ev zanista tedawîkirê jêdara xwe ji xwezayê wergirtiye. Hemû heyber û berhemên ku di roja îro de tên bikar anîn, yekem car ji xwezayê hatine derketin û bi demê re ketiye nav lepên zanista nûjen û bûye malê kapîtalîzmê. Zanista tibê û tenduristiyê ku bi destê jina xwedawend hatiye pêşxistin, bûye mala derweran û ji cewherê xwe hatiye derxistin. Ji bo ev çand û zanista ku hatiye windakirin bi demê re. Navenda Kongira Star ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendên çanda tedawiya xwezayî ji jinan re da pêşkêş kirin. li ser wê esasê li herêma Şehbayê jî ev navend Şahmaran ku bi nexweşiyên jinan re mijûl dibe û bi awayekî xwezayî derman dike hat vekirin.
Têkildarî vê mijarê xebatkara tedawiya xwezayî û perwerdehiyê Mejdulîn Zêno Ji rojnameya me re axivî.
`Jêdara xwe ji xwezayê werdigirin`
Mejdulîn di destpêkê de bal kişand ser beşên ku hatine vekirin û wiha got: “Ev xebat bi taybet ji bo jinan hatiye avakirin. ji xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li her kantonekê navendên wê hene. Di destpêkê de li bajarê Helebê hat vekirin û niha ketiye piratîkê. Me dît ku piraniya jinan berê xwe didin van berhemên xwezayî da ku sûdê jê bigirin. Bi vê yekê me xwest li herêma Şehbayê jê beşek wê vebe. Niha beşên ku hatine vekirin ev in. îlaca fîzîkî, lênêrîna ducanan, sipor ji bo jinên ducanî da ku em zayîna xwezayî li pêş xînin û her wiha derman û berhemên tedawiyê ji gîha û tişên xwezayî tên çêkirin”.
`Vegera li zanista ku bi destê jinê hatiye pêşxistin`
Mejdulîn anî ziman ku wan bi vê însiyatîvê xwestin tiba xwezayî di civakê de pêş bixin û wiha domand: “Di van demên dawiyê de û bi pêşketina serdemê re, em dibînin ku derman û îlac bi giştî bi rengê madeyên kîmyasal tên çêkirin. Ev yek bi demê re zirar û nexweşiyên dem dirêj derdixîne. Ev însiyatîv dema hatiye destpêkirin bi taybet ji bo durxistina jinan ji madeyên kîmyasal û vegera li zanista tiba jina xwedawend ya ku bi xwe re ev pêşketin anîn e ye. bi taybetî jinên ducanî di civakê de ji zayîna xwezayî dur dikevin, ev yek jî %100 şaş tê dîtin. Bi vê yekê bi riya perwerde û tiba xwezayî em hewildana hişyarkirina tavahî jinan ji madeyên kîmyasal dikin”.
Mejdulîn di dawiya axaftina xwe de banga jinên herêmê kir û wiha got: “Zanist di roja îro de roj bi roj pêş dikeve. Lê belê divê em ji bîr nekin ku ev yek li ser destê sermayeyan tê pêşxistin. Ji ber wê her tişt dikeve xizmeta van aliyan. Em banga jinên herêmê dikin ku bi vê gave re bibin alîkar û berê xwe bidin tedawiya xwezayî. Ji bo pêşkêş kirina alîkariyê her çi ji destê me bê derketin em bê berdêl pêşkêş dikin. em bi hev re bibin yek û laş û tenduristiyeke bi ewle bidin jiyan kirin”.

Post Views: 43
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.