Rojnameya Ronahî

Saleke tijî şer û berxwedanî

 Ronaz Silêman/Qamişlo

Endama hemahengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cîhan Hisên diyar kir ku tevî sala 2023`an salake giran û bêş bû lê di heman demê de saleke serkeftî û têjî berxwedan bû û got, em hêvî dikin ku di sala 2024`an azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.

Sala 2023`an bi hemû encamên xwe yên baş û nebaş, ji bo gel saleke bi têkoşîn û berxwedaniyê tijî bû. Ev sal li her çar parçeyên Kurdistanê bi têkoşîn û berxwedaneke mezin derbas bû, tevî hemû êş û fedakariyan, têkoşîna ji bo azadiyê sala xwe bi berxwedaniyê derbas kir. Di heman demê de jî sala 2023`an wek salên bûrî gelê kurd li tevahiya Kurdistanê rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hat. Li hemberî van êrîşên giran jî, Gerêlayên Azadiyê û hemû dînamîkên wê, bi fedekarî û lehengiyeke mezin li ber xwe dan, lewra êrîşên dewleta Tirk a dagirker bê bandor kirin. Herwiha ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan pêwîstî bi çareseriya alozî û pirsgirêkan heye. Ev pirsgirêk û alozî jî çareseriya wê pirojeya Netewa Demokratîk e.

Di derbarê geşedanên sala 2023’an de û amadekariyên ji bo sala nû endama Hemahengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cîhan Hisên ji rojnameya me re axivî.

Cîhan Hisên diyar kir ku tevî sala 2023`an salake giran bû lê di heman demê de jî salake serkeftî bû li ser hemû pêkhateyên ku di hundirê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyan dikirin û wiha got: “Di destpêka sala 2023`an de civak bi xwe rastî gelek êrişan û gefên deweleta Tirk a dagirker hat, vê yekê jî gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek êş kişandin, ji ber lê kêlek êrişan dorpêç jî hebû, bi taybet li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Herwiha li hemberî van êrişan jî bi 100`an cangoriyên ji bo axê şehîd bûn. Armanc jî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker, hêrsa wê li hemberî Rêveberiya Xweser û pirojeya Netewa Demokratîk bû. Li ser bingeha pirojeya netewa demokratîk gele serkeftin hatin bidest xistin û jin jî karîbû roleke mezin û girîn di nav van serkeftinên ku hatin bidest xistin bilîze, bi tayber di dawiya sala 2023`an de dema ku Hevpeymana Civakî hat avakirin, di heman demê de dema ku kongrê MSD`ê bi tevlîbûna kesên ji hundir û derveyî Sûriyê hat lidarxistin, vê yekê dîsa hêris li dewleta Tirk a dagirker kir, li ser vê bingehê jî êrişên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir.”

‘Gel riya berxwedaniyê ji xwe re kiriye armanc’

Cîhan Hisên destnîşan kir ku di sala 2023`an de dewleta Tirk a hovane ziyanek mezin li binesaziya herêma me kir û wiha got: “Di sala 2023`an de dewleta Tirk a hovane ziyanek mezin li binesaziya herêma me kir, di heman demê de jî cihên xizmetguzar kir armanc. Dewleta Tirk xwest binesaziya herêmê bi temamî wêran bike, da ku gel ji Rêveberiya Xweser dûr bixe û herêmê ji gelê wê vala bike, da ku xwen û xeyalên xwe pêk bîne, lê ev yek bi berxwedaniya gel nehişt pêk were. Gelê me berxwedanî ji xwe re kiriye armanc, li ser bingeha şerê gelê şoreşgerî jiyana xwe didin meşandin, lewra tu carî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker berxwedana gel têk nabe. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rêxistinkirin û perwerdekirin, herwiha pirojeya heyî ya netewa demokratîk ji bo aloziya ku di hundir û derveyî Sûriyê de diqewimin riya çareseriyê ye.”

‘Çareseriya aloziyên Sûriyê pirojeya Netewa Demokratîk e’

Cîhan Hisên di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Hevpeymana Civakî ji bo tevahî civakê pêwîste û wiha got: “Encamên ku di Hevpeyman Civakî de hat derxistin ji bo hemû pêhateyan encamek serkeftî û wekhev bû, ya din jî kongirê MSD`ê encamên serkeftî bi dest bixin, lewra ev yek hişt dewleta Tirk êrişan pêk anîn, lê dîsa em dibêjin pirojeya netewa demokratîk wê bibe çareseriya aloziya gelê sûriyê, ji ber çareseriyên ku ji derveyî pirojeya netewa demokratîk in, herêmê hîn zêdetir ber bi xerabûnê ve dibin. Riya giftigûyê her tim bi dewletan re vekiriye, çareserî jî wê bibe netewa demokratîk. Herwiha ya herî girîng di Hevpeymana civakî de ku her kes bi wekhevî û yekîtî jiyan bike û hewldanên vegera koçberan li cih û warên wan. Herwiha sala 2023`an tevî rastî ewqas êriş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker hat berxwedana gel ranewestiya, berovajî wê gel bêtir berxwedana xwe gur kir.”

‘Hêvî dikin ku sala 2024`an bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’

Endama hemahengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cîhan Hisên axaftina xwe wiha qedand: “Ya girîng ku em di sala 2024`an de rêxistina xwe berfireh bikin, herwiha biratiya gelan li ser bingeha netewa demokratîk xurt bibe. Herwiha ya herî bi wate kampaniyê ku çêbûne ji bo çareseriya doza kurdî bi rengekî siyasî û azadiya Rêber Apo bi fîzîkî, kampaniyeke berfireh hat li dar xistin û wê heta armanca xwe ya azadiya Rêber Apo di nav gelan de berdewam be, di heman demê de îro tevahî dewlet piştgiriya doza kurd û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî dikin, gaveke dîrokî ji bo jin hat avêtin ew e jî bi şehadeta Jina Emînî silogana ‘Jin Jiyan Azadî’ şoreşa jinê li Rojhilatê Îranê hat li darxistin û li cîhanê deng veda, ev jî bi xwe encamên serkeftinê bûn, lewra em hêvî dikin ku sala nû ya sala 2024’an ji bo gelê me bibe sala serkeftin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.”