Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Sîstema Rêveberiya Xweser, li dijî sîstemên kapîtalîste”

14/01/2024
in ROJEV
A A
“Sîstema Rêveberiya Xweser, li dijî sîstemên kapîtalîste”
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Endamê Komîteya Navenda Partiya Demokiratîk a kurdî ya Sûriyê Remzî Şêxmûs destnîşan kir ku sîstema Rêveberiya Xweser li dijî sîstemên kapîtalîst e, lewra rastî êrîş û siyasetên qirkirinê tê. Hêzên hegemonîk, pilanên qirkirinê li hemberî pirojeya ku hatiye avakirin, dimeşînin. Her wiha hewil didin sîstema ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye rûniştandin, tune bikin.

Dewleta Tirk a dagirker, roj bi roj êrîşan bi balafirên bêmirov li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirtir dike. Di van êrîşan de, gelek kes şehîd bûne. Ji destpêka Cotmeha 2023`an de êrişên dagirkeriyê zêde bûne, bi taybetî di van demên dawî de ku binesaziyên herêmê û navendên sivîl wekî çapxane, nexweşxane … hwd kir armanc.

Li hemberî van êrîşan, gelê azadîxwaz serî natewîne û ji bona xwe riya berxwedanê hilbijartiye. Di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Endamê Komîteye Navenda Partiya Demokiratîk a kurdî ya Sûriyê Remzî Şêxmûs ji rojnameya me re axivî û got: “Armanca Tirkiyê, dagirkirina tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û piştî dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê hîn di wê xewin û xeyalên xwe de ye ku peymana mîsaqa milî pêk bîne.

Her wiha berî demekê jî Cebhet El Nesrayê digotin emê heta Helebê bikin bin destê xwe de, em dizanin ku yê piştgiriya wan dike dewleta Tirk a dagirker e. Di dema ku êrişî herêmên Bakur û Rojihatê Sûriyê dike, dibêje em şerê terorê dikin. Bi vê behaneyê, şerê xwe yê qirêj rewa dike, em baş dizanin ku dewleta Tirk a dagirker dihêle ku teror derbasî xaka me bibin û herêmên me parçe bikin”.

 “Dagirkerî, ji pirojeya Rêveberiya Xweser ditirse”

Remzî wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker dixweze kurdan qirbike, lê ev yek ne gengaze. Gelê kurd serkêşiya pirojeya herî guncaw ya şereseriyê û aşîtiyê dikin û bi riya vê pirojeyê wê guhertineke mezin di civakê de pêkwere. Her wiha pirojeya Rêveberiya Xweser a biratiya gelan ku di nav xwe de gelek netewên mîna Çerkes, Suryan, Ermen, Ereb, Êzîdî û kurdan dihewîne. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk a dagirker ji pirojeya Rêveberiya Xweser ditirse û naxwaze ku bi ser bikeve.

Dewleta Tirk a Dagirker xwe li ser talankirin û qirkirina gelên herêmê ava kiriye, piştî hevpeymana civakî û civîna MSD’ê, dewleta Tirk a dagirker binesaziya herêmê kir hedef. Ji ber ku nikarîbû bi şerê xwe yê hovane me bişkîne, xwest di milê aborî de zirarê bide me û koçberiyê bi pêş bixe. Daxawaza me ewe ku em sûriyeke demokratîk ava bikin û hemû netewên Bakur û Rojhilatê Suriyê bihewîne. Her wiha di aliyê aborî, siyasî û civakî de bi serbikeve ku em karibin bi welatên derdorê re têkildariyê bikin. Dema sîstema demokratîk derbasî nava civakê bibe, wê pêşketineke bê hempa bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê destkeftî û sîstema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatî avakirin tirseke mezin di dilê dagirkeran de, daye avakirin”.

 ‘Vîna me ji pilanên dagirkeriyê yên xerab xurtir e’

Şêxmûs diyar kir ku di herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê de hevpeymana civakî û civîna MSD’ê gaveke giring û mezin bû. Her wiha beriya demekê dewleta Tirk li Dêra zorê fitneyek di navbera Kurd û Ereban de çêkirin û dixwestin ku şer di navbera kurd û Ereban de çêbibe û pirojeya Netewa Demokratîk vala derbixe. Lê bi wan re ne meşiya û nikarîbûn pilana xwe serbêxin. Ji ber ku îradeya me ji pilanên wan yên xerab xurtire. Me gavek pir baş û bi serkeftî avêt, em di wê baweriyê de ne ku emê destkeftiyên hîn mezintir bi dest bixin”.

 ‘Sîstema me li dijî sîstema kapîtalîst şer dike’

Remzî wiha axaftina xwe berdewam kir:”Di seranserî salên aloziya Sûriyeyê de, gelek kesan mîna komên çete weke DAIŞ’ê, Cebhet El Nusra û di serî de dewleta tirk a dagirker dixwestin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hev bixin û sîstema rêveberiya xweser biçewisînin. Sîstema rêveberiya xweser ji aliyê hemû pêkhateyên ku li herêmê dijîn,hatiye qebûl kirin. Ev sîstem, li dijî sîstemên kapîtalîst tev digere, lewre rastî êrîş û siyasetên qirkirinê tê. Em her dibînin ku hêzên hegemonîk li hemberî pirojeya ku hatiye avakirin, pilanên qirkirinê dimeşînin û hewl didin sîstema ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye rûniştandin, tune bikin”.

‘Çareseriya aloziya Sûriyeyê, divê bi gelên herêmê re bê çareserkirin’

Endamê Komîteya Navenda partiya Demokirat a kurdî ya Sûriyê Remzî şêxmûs eşkere kir ku ger aloziya Sûriyeyê bê çareserkirin wê bi gelê Sûriyeyê be û mudaxeleyên ku ji aliyê dewletên derve ve têne kirin tenê ji bo armancên xwe ne û divê hikumeta Şamê vê yekê bizanibe.

Remzî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger çareseriyek ji bo aloziya Sûriyeyê hebe wê bi gelê Sûriyeyê were çareserkirin, ne bi dewletên derve. Em weke Rêveberiya Xweser her tim deriyên me ji bo nîqaş û diyalogên bi hikumeta Şamê re vekirî ye. Hikumeta Şamê divê di serî de bizanibe ku mudaxeleyên dewletên derve ji bo aloziya Sûriyeyê, ne ji bo çareseriyê ye, lê belê ji bo bercewendî û armancên xwe ne. Tenê wê gelê Sûriyeyê bi diyalogan aloziyên xwe çareser bikin. Ji ber vê yekê divê zext li hikumeta Şamê were kirin ku dev ji siyaseta xwe ya dorpêçê berde.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.