Rojnameya Ronahî

Du gunehkar; Receb û Netanyahu

Ahmed Aktaş

Erê weke ser nivîs dibe ku hinek kurt were nivîsandin, lê kêm e û divê wisa were temam kirin: Du gunehkar û nîv! Ev nîva jî, li  welatê me Berzanî, li Flistîn jî dibe HEMAS û hwd.bin.

Dema ku weke gotin bi “nîv” hatin navdar kirin, nayê wateya gunehên wan jî nîv e an jî gunehên wan ji rêveberên qirker ên dewletên serwer kêmtir e.

Na xêr, heke li ser van têgehan baş lêkolîn werin kirin, dibe ku gunehên hevkarên xwecih, ji yên qirkerên dewletên serwer; ji Receb û Netanyahû girantir bin.

Jiber ku hema li welatê me, bi mînakekê tinê jî ev rastî zelal li ber çava ye.

Receb T.Erdogan, 21 sal in, bi hemû hêzên dewleta xwe yên kujer û talanker, êrîşên herî xedar dajo ser Tevgêr û hemû hêjayên gelê Kurdistanê.

Her cûre çekên kujerî û qirkerî, ji yên herî kevn heta yên herî modern, ji yên konvansiyonel û takekesî heta yên herî modern û yên kîmyewî û tektîknuklerî yên komkuj(mirov û xwezakuj) bikar anî û hîn jî bikar tîne.

Lê van hemû çekên giran û xedar, têra qirkirin û tunekirina gelê Kurdistanê û Tevgera wê nekir. Belê dîsa weke kevneşopiyek xerabkar a dîrokî; naçar man ku dest avêtin xiyaneta xwecihî ya welatê me: BERZANÎ!

Receb û palpiştên wî serwerên cîhanî, ji bo serkeftina xwe, bi tenê hêviya wan maye xiyaneta bi pêşengiya Berzanî! Lewma dibe ku gunehkarî, sûc û sizayên van “nîv”an zêdetir bin!

Îca ya sosret û balkêş ev e ku; her du fermandarên komkujiyên gelên Kurdistanê û Filistînê, hevdu bi qirkeriyê tawanbar/gunehkar dikin!

Dişibi mînakek gotina pêşiyan a ku dibêje; beroşekê ji ya din re gotiye, “binê te reş e”, wê jî lê vegerandiye û gotiye, “weleh binê te ji yê min reştir e”!

Receb, bêyî ku li neynikê li xwe temaşe bike, Îsrail mîna dewletek terorîst nîşan dide û Netanyahu jî dişibîne Hitler!

Ma gelo tê jibîrkirin, di 2005an de, ku Receb Serokwezir bû û çû seredana Serokwezir Ariel Şaron li “Qudsa Paytextê Îsrailê”, ji Receb re got “tu bi xêr hatiye QUDSA Paytextê Îsrailê” û hwd. Receb bêdeng ma?

Çawa Ariyel Şaron mîna Qesabê Filistîniyan tê naskirin, her wiha Receb Erdogan jî Qesabê Kurdan e!

Receb dibêje Netanyahû, ji bo xapandina raya giştî “2 wezîr(ên filistînî) dane  kêleka xwe” û hwd.

Ma qey raya giştî ewqas xeşîm dibîne, ma li kêleka Receb zêdetirî 4 wezîran û cîgirî wî jî Cevdet Yilmazê Çebaxçûriyê “kurd” nabînin?

Nuha li ser şerê li Xeza ya Filîstînê, Rêveberiya Dewleta Başûrê Efrîqayê, ji bo qirkeriya li Xezayê, gilî li Netanyahû kiriye li Dadigeha Edaletê Navnetewî ya Laheya Hollandayê! Dadigehê di 11-12.1.2024 de doz vekir.

Lê ev kêm e û hinek jî “bêedaletî” ye. Divê Receb Erdogan jî li gel Binyamin Netanyahû li wê Dîwana Edaleta Laheyê cîh bigre. Jiber ku gunehê/sûcê wî ne ji yê Netanyahû kêmtir e, zêdetir e. Her wiha divê BERZANIyê “nîv” jî li rex wan be, da ku koma gunehkaran temam bibin!