Rojnameya Ronahî

Parîs, Terteleya Duyemîn, Gladyo,

Volqan Elî

 Sakîne, Ronahî û Rojbîn…

Sê gulên azadiyê…

Vê Parîsê ji me Kurdan pir tişt birin. Yilmaz Guney, Ahmet Kaya, Sakîne, û hê doh bû, Evîn û du hevalên wê…

Parîs ji Kurdan çi dixwaze?

Di mîtolojiya Yewnanî de Parîs lehengê Yewnanî yê bi navê Akhillus (Aşîl) ji pehniya wî lê dide û dikuje. Parîs, ji tovê Zeusê zalim e. Ev nav çawa li bajarekî Fransiyan bûye, ev mijareke cuda ye. Lê gotinek heye dibêje ‘tu çi navî li yekî/ê bikî, ew dişibe wî tiştî’. Dibe ku her tim wisa nebe lê ji bo vî bajarê Parîsê her hal ev gotin rast e. Parîsê mîtolojîk di şerê Truwa de derdikeve ser dika dîrokê. Lê Parîsa niha çi ji Kurdan dixwaze, nayê fêmkirin.

Bi rastî, tê fêmkirin. Fêmkirina wê çawa ye? Parîsê (ê mîtolojîk) ji tovê Zeusê  di serdema me de bûye, Gladyoya Natoyê. Gladyo çi tişt e, şûr… Manaya wê bi zimanê Latînî ‘şûr’ e. Rêxistineke tevkujî, reşkujî ya Nato ye. karê wê ew e, ku lehengên wekî Akîlleus peyda bike û di tertele û komkujiyê re derbas bike.

Herî dawî balafirên Tayip di 2021’an de êrîşê Gareyê kir. Yek ji armancên wî ew bû ku dîlgirtiyên xwe yên di destê Tevgera Azadiyê de bikuje. Ew endamên MİT’ê bûn. Li xwe mikur hatibûn ku bi talîmata Tayip Erdogan Sakîne Cansiz û hevalên wê hatibûn qetlkirin.

Na, em nabêjin Gladyoya Natoyê bi talîmata Erdogan ev bêbextiya kir. Ew karê xwe dike. Karê wê çi ye? parastina Natoyê… Tirkiye çi yê Nato ye? Eniya başûrê rojhilat… divê ew der saxlem be! Rêbazek jî ev terteleya duyemîn a Dêrsimê ye. Divê dilê Tayib xweş be (?) eger bixwaze hin lehengên gelê Kurd, werin îmhakirin. Diviyabû Gladyoya Natoyê, mînak wekî Parîsê, biketa dewreyê.

Sakîne Cansiz ji bo Kurdan ji bo mirovahiya azad, rê û demareke bi hêz a berxwedan û hêviyê ye. Tevgera Azadiyê jî ev taybetmendiya wê ji xwe re kiriye xetek. Ji bo jinên cîhanê, ji bo gelên bindest û Kurdan bûye pêşengeke herî giranbiha. Lê aliyekî din ê Sakîne Cansiz heye ku ew jî bûye bingehê Tevgera Azadiyê: Întiqam, tolhildan û ji bîrnekirina dîrokê…

Dîrok ji bo Kurdan, bi taybetî jî ji bo Kurdên Dêrsimê di hinava xwe de êşên mezin hildigire: Terteleya* Dêrsimê ya 1938’an… Di wan salan de çi qewimî, hemû kes dizanin. Cewhera wê ev e; ji beriya ku dewleta Osmanî têk biçe, hêzên giregir ên cîhanî planekî çêdikin. Dewleta Osmanî di nava xwe par dikin. Împaratoriya Rûs jî aliyê Dêrsim, Serhatê ji xwe re dixwaze. Welhasilî Osmanî hawara xwe dibe, eşîrên Dêrsimê. Li wan çek belav dike. Rûs di cebheya Kurdan de nikare bi pêş keve.Piştre, ku Osmanî di şerê cîhanê yê yekemîn de têk diçe, jixwe hildiweşe. Li şûna wê dîsa bi alîkariya hemû Kurdan komara Tirkiye tê avakirin. Lê ev komar bi taybet piştî serhildana Şêx Seîd, Dêrsimê ji xwe re dike derdê herî mezin. Dibêje “Dêrsim ji bo komara me kuleke herî mezin e, divê em vî kulî jêkin û biavêjin.” Çi dikin, çekên ku Osmanî di şerê Rûsan de belav kiriye, dikin bahane. Dibêjin “bila eşîrên Dêrsimê çekên xwe yên wê demê girtine teslîm bikin.” Jixwe ev bahaneyek e, hin eşîr jî vê qebûl nakin. Komara Tirk jî terteleyê dide destpêkirin. Gund bi gund, eşîrên li ber xwe didin, didin ber xwe komkujiyeke mezin pêk tînin. Bi deh hezar kesî di şkeftan de asê dikin, bi dermanên kîmyawî ku ji Ewrûpayê (dibe ku Fransa be) girtine (bi gotina leşkerên Tirk ên wê demê, wekî mişkan) dikujin. Herî dawî hêzên berxwedêr, ji wan beşekê li Dola Laç dixwazin îmha bikin. Balafirên bombardûmanê ji Franseyê dikirin. Bi wan êrîşê Laçê dikin. Lê nikarin encam bistînin. Li ser vê yekê banî Seyîd Riza dikin û “dibêjin em dixwazin bi te re li hev bikin.”

Bi dek û dolaban Seyîd Riza digirin, li Xarputê tevî kurê wî Hisên îdam dikin. Ji ber vê yekê Seyîd Riza beriya îdama xwe ji dozger re dibeje;”Min bi dekûdolabên we nekarîbû ev ji min re bû derd; lê min jî li ber we serê xwe netewand bila ev jî ji we re bibe ders.”

Bi piştî vê tevkujiyê-terteleyê Sakîne Cansiz di sala 1955’an de li gundekî Dêrsimê tê dinê. Dema ku gihaşt temenê xwe yê zarokatiyê, pîrên gûnd, pîrika wê, vî derdê Seyîd Riza ji wê re dibêje. Serpêhtiya Seyîd Riza wekî çîrok jê re dibêjen, ‘Pîr Seyid got, ka hele ez vê carê biçim cem Tirko ew ê vê carê çi bêjin, dibe ku hatibin îmanê, diyar e teyareyên Fransî kêr nehatine, dibe ku bixwazibin şer xelas bikin.” Lê na, Pîr Seyîd, çendîn pêşengên berxwedanê û kurê wî yê biçûk ji beriya wî îdam dikin.

Sakîne bi van serpêhatiyan mezin dibe û derdê Pîr Seyîd ji wê re jî dibe hêrs û nîfrana li hemberê dijmin. Di wexta ciwaniya xwe de diçe bajarên dagirkerên Tirk. Lê ev kula kevnar hê di dilê wê de ye. Ti car wekî pergala wan nameşe. Her di lêgerê de ye. fikrên çep û şoreşger nas dike. Demekê di nav wan de dixebite lê bi wan qîma xwe nayne. Ew cuda ne, nikarin çemberê pergala komara Tirk tam derbas bikin.

Divabû rêxistineke wisa ava bikirana ku wekî Seyid Rizayê Pîr, Şêx Seîdê kal li dekûdolaba Turaniyan neterpiliyana. Sal 1978 Amed, warê Şêxê serhildanan…

Sakîne Cansiz û zêdetirê bîst hevalên wê, wê salê li vî bajarî pîroz bi dersên ji dîroka tev bi êş girtine hîmên Tevgera Azadiyê datînin. Bi vî şiklî taybetmendiyeke Tevgera Azadiyê diyar dikin: Tolhildan, dîrok jibîrnekirin û bi biryarbûna di berxwedanê de…