Rojnameya Ronahî

Tirkiye hilweşîna Sûriyê didomîne

Zekî Bedran

Tirkiyeya di bin rêveberiya faşîzma Erdogan de, rolek herî mezin a hilweşîna Sûriyê de lîst. Sûriyê ber bi şerê navxweyî ve bir. Dewleta Tirk bi milyonan Sûriyeyî kişandin nava xwe. Ev li aliyekî weke hêza karê erzan bikar anî, hem jî weke kartek a siyasî li dijî Ewropayê bikar anî. Heman demê de ev li Sûriyê bi awayê çetewarî rêxistin kir û ji van rêxistinan leşker berhev kirin. Piştî wê ev çete bikar anîn û beşek girîng ê Sûriyê dagir kir.

Îro beşên ku jêre dibêjin muxalefeta Sûriyê bi tevahî parçeyek ji dagirkeriya dewleta Tirk in. Ne parçeyek ji gelê Sûriyê û çareseriya pirsgirêka Sûriyê bi rêya demokratîk in, parçeyek ji berjewendiyên dewleta Tirk in. Ji ber vê yekê nasnameya xwe ya siyasî û rêxistinî ji dest dane. Tirkiye wan bikar tîne, bi rêya wan dagirkerî û aloziyê kûr dike, weke amûra bêçareseriya Sûriyê bikar tîne.

Eger baldarbin Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin, ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê dixebite. Diyar dike ku rêveberiya Şamê jî di nav de amedeye ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk bi her hêzê re xebatê bike. Mafê jiyanek azad û rêxistinbûna tevalî gelan, baweriyan, çandan diparêz e. Rêveberiyên xweser heman demê de xwe li ser van bingehan birêxistin kiriye. Ji tevahî Sûriye û Rojhilata Navîn re vebijêrkek demokratîk û çareseriyek mayînde pêşkêş dike. Li beramberî vê muxalefeta ku ketiye bin fermana Tirkiyê de rêveberiya xweser weke dijmin nas dike û hewl dide bi dagirkeran re ji holê rake. Bûne hêza pêşeng a dagirkeran.

Erdoganê faşîst evqas êş û wêrankirin bi Sûriyê da jiyîn û vê jî têr nabîne. Di rewşa heyî de astengiya herî mezin a li hemberî çareseriyê ye. Bela xwe ji Sûriyê venake. Rêxistinkirina çeteyan û êrişên li ser gel didomîne. Torên sîxwiran ji vana çêdike. Li herêmê tevlîhevî û alozî avakirin bûye xebata wî ya sereke. Xwest buyerek li Dêra Zorê bikar bîne tevlîhevî, şerê navxweyî û pevçûnan çêbike. Niha jî dixwaze heman tiştan bike. Tevahî derfetên derdikevin holê ji bo armancên xwe yên wêranker bikar tîne. Çavê xwe digerîne ka kî li dijî rêveberiya xweser e, kîjan hêz bi kê re di nava nakokiyan de ye. Hewl dide van aloziyan kûr bike û Sûriyê di nava aloziyê de bihêle. Ji bo têkbirina istixrarê tevahî xirabiyan dike û birêxistin dike.

Dagirkerên Tirk Kurdan ji axa wan derdixin, hêzên ji cihên din kom kirine li cihê Kurdan bicih dikin. Kurdan qir dikin. Taybet jî nakokiya Kurd û Ereban çêdikin, hewl didin gelan ji hev qut bikin, parçe bikin û ji bo armancên xwe bikar bînin. Ev yek di pratîkê de hat dîtin û belgekirin, eger gelê herêmê bibe yek, nikarin gel bi kar bînin û tesfiye bikin. Gelên Kurd, Ereb, Siryan, Asûrî, Tirkmen û Ermenî, komên baweriyên cuda dikarin bi hev re bijîn û hevdû hembêz bikin. Ev bû bersiva herî bi bandor a li dijî dagirker û destpotan. Dewleta Tirk ji bo projeya yekîtî û demokrasiyê ya gelê Sûriyê têk bibe, dijminahiyek bêhempa dimeşîne.

Dewleta Tirk, ji bo vê hovîtî û dagirkeriya wêranker, sûcên mirovahiyê veşêre, serî li rêbaza înkar û derewan dide. Rêveberiya xweser, bi milyonan gelên ku ji DAIŞ’ê revîne hembêz dike. Heman demê de tê gotin ku hêjmara gelên herêmê nêzî 5 milyon kesî ye. Li gel tevahî tevlîhevî û êrişkariya dewleta Tirk jî, ev herêm di Sûriyê de herêmên herî bi ewle û istixrar in. Ji ber vê jî Erdoganê faşîst har dibe. Hewl dide bide nîşanî cîhanê ku li van herêman 5 milyon kes najîn, li vir tenê terorîst hene. Li gorî zimanê fermî yê ava kirine dibêjin “PKK’ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiriye”, “Dewleta Tirk jî hewl dide van herêmêna ji dagirkeriya terorîstan rizgar bike”. Wisa bûye ku santralên elektirîkê, pergala derxistina gazê, tesisên petrolê yên bi salane pêwîstiyên gel pêşwazî dike, dide ber bombeyan. Bi awayek vekirî jî îlan dike ku dê li van cihan bixe. Dîmenên bombebaranê pêşkêşî ragihandinê dike. Tevahî van sûcên xwe yên mirovî weke şerê li dijî terorê, ziwakirina çavkaniyên madî yên terorîstan binav dike.

Rojava, gelê Kurd an jî gelê Ereb li hemberî dewleta Tirk şer îlan nekiriye. Kesekî êrişî Tirkiyê nekiriye. Yê ku hertim di bin êriş û dagirkeriyê de ye gel bi xwe ye. Dewleta Tirk zordariyê dike û şerekî yekalî dimeşîne. Beriya niha du êrişên mezin ên hewayî pêk anîn. Hênceta wan tune bû, lê bi hêncetên PKK’ê li Enqere û Stenbolê çalakî pêk anîne, hinek ji van çalakgeran ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bûne, êriş kirin. Lê ji bo êrişa 23’ê Kanûnê hêncetek bi vî awayî jî çênekirin. Piştî ku gerîlla li Zap û Xakûrkê bi awayek bi bandor li wan xist, dîsa êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Vê herêmê weke dîl di destê xwe de digire. Her çawabe tu deng ji hêzên li herêmê DYE û Rûsyayê dernakeve. Dewleta Tirk ji PKK’ê re wiha dibêje; “tu li min bidî ezê jî li Rojava bixim”. Bi kurtayî dixwaze hêza gerîlla sînordar bike.

Qurbanê herî mezin ê van derew, berovajîkirin û şerê taybet gelê Tirkiyê ye. Bi milyaran pereyên wan tên xerçkirin, zarokên wan dimirin. Gel bi xwe jî nizane çi çêdibe. Ew qurbanên operasyonên hikumet û ragihandina xwe ne. Pêwîste gelê Sûriyê ji her demê zêdetir rastiyan bibîne û ji cîhanê re ragihîne.