Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çanda “xwedîderketinê”

10/01/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

 PKK ji dema 27’ê Mijadara 1978’an ku hat damezrandin, hetanî sala 1984’an di merheleya birêxistinbûnê de bû. Di van 8 salan de rê û rêbazên têkoşîna azadiya Kurdistanê, bi pratîka xwe pêşkêşî civaka Kurd kir.

Di sala 1984’an de dema ku şerê çekdarî da destpêkirin êdî derbasî merheleyeke nû bû. Di vê merheleyê de, bi Kurdan tiştek cuda da destpêkirin. Çanda xwedîderketinê.

Beriya PKK’ê Kurd li hev xwedî dernediketin. Di serhildanan de jî ev xwedîderketin pir qels bû. Di hin demên dîrokî de jî em rastî vê xwedîderketinê nedihatin.

Dema ku di sala 1923’yan de Peymana Lozanê hat îmzekirin û sozên Kemalîstan dabû Kurdan pêk nehatin, me nedît bi sedhezaran Kurd li dijî vê peymanê, li Amedê-Mahabad-Sileymaniye-Kerkûk-Qamişlo mitîngek girseyî ya nerazîbûnê li dar bixin.

Di 14’ê Nîsana 1925’an de dema Xalid Begê Cibirî û Ûsiv Ziya li Bidlîsê hatin dardekirin, li ber deriye girtîgeha Bedlîsê yek Kurd tunebû.

Dema ku Şêx Saîd di 19’ê Hezîrana 1925’an de li Amedê hat îdamkirin li qada Deriyê Çiyê tu kesek tunebû.

Dema ku Seyît Riza 15’ê Mijdara 1937’an de li Elezîzê hat dervekirin li qada ‘Bûxday Meydani’ yek Kurd û yek Elewî tunebû.

Lê di van 40 salên dawî de hertişt hat guhertin.

Di sala 1991’an de li herêma Başurê Kurdistan Enfal dest pê kir û bi sedhezaran Kurd berê xwe dane Bakur. Ev Kurdên li ser axa xwe bûn koçber, li Bakur ji aliye Kurdên ku ji aliye PKK’ê ve hatibûn rêxistinkirin ve hatin pêşwazîkirin. Xwedîderketineke mezin hebû. Kurdên Bakur li Kurdên mexdûr xwedî derketin û nehiştin ew bi qedera xwe re rûbirû bimînin.

Dema ku Rêber Apo dîl hat girtin û di 29’ê Hezîrana 1999’an de li Îmrali biryara îdamê hat girtin, li her deverê cîhanê Kurd di çalakiyan xwedîderketinê de bûn. Ji agir xelekek li dora wî çêkiribûn. Destûr nedan ku ew were îdam kirin.

Dema ku di sala 2015’an de DAIŞ ket Kobanê û berxwedanê dest pê kir, me dît li her deverî Kurd daketin qadan. Me dît, ji gelek deveran Kurd li hawara wan çûn û tevlî vê berxwedana dîrokî bûn. Destûr nedan ku Kobanê were dagirkirin.

Dema ku di sala 2013-2022’an de li Parîsê 2 komkujî pêkhatin texmîn dikirin, wê Kurd cenazeyên şehîdên xwe rakin û vegerin malê xwe. Lê wisa nebû. Cenazeyên wan ji aliye bi sedhezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin û oxirkirin. Piştî ku cenaze hatin veşartin, Kurd vegeriyan Parîsê û lêgerîna edaletê dane destpêkirin.

Hersal di salvegeran de, ji dewleta Fransa banga-daxwaza ronîkirina komkujiyan kirin.

Bi vê têkoşîna salan re hejmara ‘lêgerên edaletê” zêde bûn. Êdî ne bi tenê Kurd hin dostên Kurdan jî derbasî Parîsê bûn û ji dewleta Frensa daxwaza ronîkirina van komkujiyan dikirin.

PKK’ê tovê xwedîderketinê li cîhanê belav kiribû. Kesên bi PKK’ê û Rêber Apo re Kurd naskiribûn li Kurdan û li doza Kurdan xwedîderdiketin.

Dive ku were gotin an jî were pirsîn evqas xwedî derketin hebû çima ev komkujî zelal nebûn? Anjî were pirsîn çima komkujiya duyem pêk hat?

Komkujî bi herawayî xwe zelal bûye. Lê daxwaza Kurdan a edaletê ew e ku; dewleta Fransa kûjer û qatil dewleta Tirkiyê mehkûm bike. Berjewendiyên her du dewletan ên dîrokî, siyasî, aborî û eskerî li pêşiya vê daxwaza Kurda asteng e.

Bersiva ya duduyan, pirsa çima komkujiya Parîsê ya duyem pêk hat jî; kî çi dizane ku dibe bi vê xwedîderketina Kurdan pêşî li çendik û çend hewldanên komkujiyên li Parisê girtiye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.