Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Berxwedana gelan wê berdewam be’

10/01/2024
in ROJEV
A A
‘Berxwedana gelan wê berdewam be’
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Bi armanca qirkirina gelê Kurd û rûxandina modêla demokrasiyê û rêveberiya ku hatiye avakirin; dagirkeriya Tirkiyê êrîş dike. Parêzer Cibraîl Mistefa diyar kir ku Dagirkeriya Tirkiyê di pêkanîna pilanên xwe yên demdirêj de têk çû, ji lewra Pirojeya Rêveberiya Xweser hedef digire.

Dagirkeriya Tirkiyê di êrîşên xwe yên domdar li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji rûxandina binasaziya herêmê wêdatir, têkbirina îradeya gelên heyî û Rêveberiya Xweser armanc dike. Di nava salên derbasbûyî de û heyanê vê kêliyê dagirkeriya Tirk bi hemû hovîtî û hêza xwe êrîşî herêmê dike. Hemû êrîşên pêk tên berdewamkirina pêkanîna pilanên demdirêj yên dijm in.

Têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Parêzer Cibrayîl Mistefa ji rojnameya me re axivîn.

`Pirojeya Netewa Demokratîk xeyalên Osmanî têk birin`

Cibraîl di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku êrîşên pilankirî li dijî herêmê tên pêkanîn û wiha got: “Êrişên  faşîzma Tirkiyê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tavahî xaka Sûriyê ne êrişekî  ji rêzê ye. Faşîzma Tirkiyê dixwaze Mîsaqa Milî ya ku di nava xwe de sînora Tirkiyê ya nû datîne pêk bîne. Dagirkeriya Tirkiyê her di nava wê hêviyê de bû ku di aloziya Sûriyê de vê yekê bi ser bixîne. Lê belê ev pilangeriyên demdirêj û kevin bi ser neketin. Ji ber di aloziya Sûriyê de û bi hilbijartina xeta sêyemîn Pirojeya Netewa Demokratîk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat destpêkirin. Dagirkeriya Tirkiyê dema dît ku pirojeya Rêbveberiya Xweser hat rûnişkandin û bi ser dikeve, her wiha xeyalên wî yên Osmanî bi cih nehatin, êdî ji hemû aliyan ve êrîşî herêmê kir û hin dever weke Azaz,Carablus, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî dagir kir”.

`Erêkirina Hevpeymana Civakî derbeya herî mezin ji dagirkeriyê re bû`

Cibrayîl anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê di Sûriyê de bi ser neket û wiha domand: “Tavahî pilanên dagirkeriya Tirkiyê li ser gelê Kurd û pirojeya Rêveberiya Xweser di Bakur û Rojhilatî Sûriyê de bi ser neketin. Her wiha bi erêkirina Hevpeymana Civakî di sala 2023 an de. derbeya herî mezin ji dagirkeriyê re bû. Ev hevpeyman modêla demokrasiyê û wekheviyê ya hemû netew û pêkhateyan temsîl dike. Ji lewra gelê Siwêdayê pejirandin û daxwaza vê yekî kir ku modêla Rêveberiya Xweser li hemû welatên Sûriyê pêk were. Di vir de em dibînin ku ev Hevpeyman wê bibe mînak ji tavahî system û hevpeymanên berê re.”

`Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê pîvanên navnetewî bin pê dike`

Cibrayîl da xuyakirin  ku dewleta Tirk ya dagirker aloziyên cidî  jiyan dike û êrîşên ku pêk tîne weke sûcên şer tên pênasekirin û wiha pêde çû: “Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama alozî û hilweşandinên ku hikumeta Tirkiyê jiyan dike tên  pêkanîn. Hedefgirtina binasaziya herêmê li gorî hevpeymana Cinêf ya çaremîn weke sûcekî şer tê pênasekirin û nayê qebûlkirin. Lê rûxmî wê jî binasaziya herêmê wekî nexweşxane, nanpêj, jêdarên enerjî û avê, cihên sotemeniyê, cihê şûştina gurçikan û fabrîkeyên cuda armanc girtin. Bi van polîtîkeyan tavahî pîvanên navnetewî bin pê dike.”

Cibraîl wiha domand: “Di giştî zagon û pîvanên navnetewî de alî û dewletên ku destek û alîkariyê didin komên çete û terorîs di cîhanê de û wan xudî dikin e, ew dibe dewleta herî xeter li ser aşîtşî û aramiya cîhanê. Dewleta Tirk û pêkanînên ku di hundir Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî de her wiha yên ji bo komên çeteyan dike, hemû bi dîmen û îsbat ji raya giştî re hatine belge kirin. Ji ber wê tavahî dewletên navnetewî piratîk û pilanên hikumeta Tirkiyê baş dizanin. Û ger ev yek wiha berdewam bike wê li ser tavahî cîhanê xeter be.”

`Divê rêxistinên navneteweyî xwedî helwstbin.”

Parîzer Cibrayîl Mistefa bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Em bi hêvî ne di sala 2024’an de bertekên cidî li hember kiryarên dewleta Tirk, ji aliyê  cîhanê ve bên derketin.  Ji ber ku di herêmaBakur û Rojhilatê Sûriyê de 6 Milyon kes lê jiyan dike û pirojeya Netewa Demokratîk ji aliyê gelên herêmê ve hatiye pejirandin. Divê biryarek navnetewî li hember Tirkiyê bê standin; ji bo qedexekirina êrîşên hewayî yên tên kirin. Ya din jî divê erêkirina pirojeya Rêveberiya Xweser ji aliyê navnetewî ve bê kirin, ji ber ev piroje mînaka herî rast ya demokrasî, aşîtî û azadiyê ye û bê vê pirojeyê wê tu çareserî ji Sûriyê re nîn bin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.