Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nikarin hevpeyaman civakî asteng bikin

10/01/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nikarin hevpeyaman civakî asteng bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya sala 2023’an de Hevpyemana Civakî ya ji 134 madeyan erê kir û di roja erêkirinê de hate piratîzekirin. Di hevpeymanê de erk û mafê hemû gelan bi awayekî rêk û pêk hatiye destnîşan kirin. Di heman demê de rêbaza parastina hevpeyamana civakî hatiye destnîşan kirin. Li gorî wê jî mafê hemû pêkhate û mezheban hate parastin. Di heman demê de Meclîsa Sûriyaya Demokratîk (MSD) kongreya xwe lidar xist û xalên giring derbarê çareseriya aloziya tevahî Sûriyê de destnîşan kirin.

Balkêş bû piştî erêkirina hevpemana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û lidarxistina Kongreya MSD’ê êrişên pir alî hatin ser herêmê. Dewleta Tirk ji aliyê xwe ve dest bi êrişan kir. Bi balafirên bê mirov binesaziya herêmê û hemû cihên jiyana gel eleqedar dike wekî aş, stasyonên neft, xaz, av û eltrîkê bi dijwarî topbaran û bombebaran kirin.

Di encamê de zêdeyî deh welatiyên di wan saziyan de dixebitîn şehîd û birîndar bûn. Di heman demê de zirarekî gelekî mezin a madî di herêmê de çêbû. Heta Nexweşxane, kargehên taybet û cihên jiyana gel eleqedar dike, hatin topbaran û bombebarankirin.

Di heman demê de li ser saziyên ragihandinê êrşên cûrbecûr li dijî Rêveberiya Xweser û MSD’ê hatin. Careke din xwestin ji tevahî Civaka Sûriyê re destnîşan bikin ku Rêveberiya Xweser bi armanca parçekirina xaka Sûriyê ev peymana civakî ya nû destnîşan kiriye. Di heman demê de êrişên ne normal di aliyê ragihandinê de li dijî MSD’ê û xebatên wê hatin avêtin. Hikûmeta Şamê, dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ û komên din ên girêdayî herdû aliyan bi yek destî dest bi hemleya reşkirina Rêveberiya Xweser kirin.

Êrişeke mezin a piralî li ser herêmê dan meşandin, lê li hemberî hêza gelên Bakur û Rohilatê Sûriyê hemû planên wan vala derketin. Civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê li beranberî van êrişan ji her demê zêdetir xwedî li destkeftiyên xwe derketin û dest ji rêveberî û hêza xwe ya civakî bernedan.

Gelên Bakur û Rohilatê Sûriyê di serî de di merasîmên Şehîdan, di meş, xwepêşandan û hemû  çalakiyên lidar xistin de israra xwe ya serkeftinê hîn zêdetir destnîşan kirin û diyar kirin ew ê xebatên ji bo pêşketin û di zûtirîn dem de piratîzekirina hevpeyamana civakî pêkbînin.

Ên herî zêde jî rola xwedîderketina li hevpeymana civakî û ji bo parastina destkeftiyan gav avêtin, malbatênn şehîdên êrişên dawî bûn. Me dî çawa kurên şehîdan darbesta bavê xwe bi serbilindî rakirin, dayîk û bavên şehîdan nîşana serkeftinê bi serbilindî beriz dikirin. Ew helwesta malbatên şehîdan beşek ji berxwedan û tekoşîna civaka Bakur û Rohilatê Sûriyê bû.

Ji ber wê jî em bi hêsanî dikarin bêjin Dewleta Tirk û şefê wê Erdogan çiqasî êrişî gelên bi rihê berxwedana biratiya gelan û jiyana hevbeş li ser esasê piradîgma Netewa Demokratîk xwe birêxistin kirine, ew ê nikaribin pirojeya demokratîk a bi tekoşîna zêdeyî deh salan hatiye avakirin, ji holê rakin. Ji ber wê jî em ji hemû êrişkaran re dibêjin, çiqasî hûn êrişî bikin, hûnê nikaribin hevpeyamana Civakî ya demokratîk asteng bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.