Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hisên bû şehîdê rûmetê

07/01/2024
in ROJEV
A A
Hisên bû şehîdê rûmetê
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Malbata Şehîd Hisên Ehmed ku di 25`ê Beefenbara 2023`an de, di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li çapxaneya Sîmav ya bajarê Qamişlo şehîd bû destnîşan kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilindin û gotin, em xwediyên xak û doza rewa ne û em ê hesab ji dijmin û xayînana bipirsin.

Di 25`ê Berfenbara 2023`an de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker komeke karmendên ku li çapxaneya Sîmav de kar dikirn kir in hedef, di encamê de 6 karkerên çapxanê şehîd bûn. Yek ji wan şehîdan jî Hisên Ehmed e. Hisên di sala 1983`an li Şamê ji dayik bûye û birayên wî tune ne,  herwiha piştî temenî wî mezin bû, zewcî û 3 zarokên wî çêbûn. Hisên ev 13 sal bûn ku i bo ku di çapxaneya Sîmav de kar dikir Lê di êrişa dewletaTirk a dagirker de ya 25’ê Berfanbarê, li çapxaneya Sîmav şehîd bû.

Di derbarê kesayet û jiyana Şehîd Hisên Ehmed Dayika wî Neziha Yûsif û Bavê wî Ehmed Hisên ji rojnemeya me re axivîn.

Êşeke nayê jibîrkirin

Neziha Yûsif dayika Şehêd Hisên Ehmed  diyar kir ku ew hê jî li deriyê mala xwe temaşe dike û li benda vegera kurê xwe ye û pî da çû: “Ev 13`e sal in Hisên li çapxaneya Sîmav kar dikir, yek ji rêveberên wê bû. Hisên xortekî bi exlaqê xwe yê baş dihat naskirin, her wiha tu pirisgirêkên wî bi tu mirovî re tune bû, pir ji karê xwe hezdikir. Beriya şehadetê bi rojekî, hat gel min dixwest ku rewşa min bipirse, dema ku çû û xatir ji min xewst ew bi kêf û eşq bû, lê min hîskir ku ev xatirxwestin ne wekê her carê ye, min xwe iqnah kir ku tiştek tune ye, lê min nezanîbû ku ev xatirxwestina dawî ye, xweziya min wî di himêza xwe de girtiba û derneketiba kar. Birayê hisên tune ne, ji ber vê yekê ji bo me bav û dayik bû. Wî  dayik, bav, xuşk, hevjîn û zarokên xwe li peyî xwe hiştin û çû. Hisên şehîdê kurdistan û rûmetê ye û tu carî namire.”

 ‘Em xwedî xak û doza rewa ne’

Neziha Yûsif bal kişand li ser armancên dewleta Tirk a  dagirker û wiha  got:  “Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker komkujiyeke wiha pêk tîne. Dewleta Tirk zarokên me sêwî dike û komkujiyan pêk tîne.  Armanca dewleta Tirk jî zelal e, koçberkirina me ye. Dewleta Tirk a dagirker nikare îradeya me ya xurt têk bibe. Em xwedî xak û doza rewa ne. Em ê  hesab ji xayînên tevkariya bi dewleta Tirk re dikin bipirsin. Em xwîna zarokên xwe ji wan re nahîlin. ”

‘Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin’

Di heman çarçoveyê Ehmed Hisên Ehmed bavê şehîd Hisên da zanîn ku şehîd Hisên bi wijdan kar dikr û wiha got: ” Hisên di Çapxaneya Sîmav de wekî rêveberî cihê xwe digirt, bi awayekî rast kar bi rêvedibir, bi wijdan kar dikir, seata ku dihat male jî mêjiyê wî li ser karî wî bû. Îro piraniya herêmên erdnîgariya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên hedefkirin. Her wiha sivîl, saziyên xizmetguzarî û nexweşxane jî tên hedefkirin, ev binpêkirina tevahiya zagon û pîvanên mirovahiyê ye. Êdî bila dijminê me yê hov baş bizane ku gelê herêmê planên wê baş nas dike û xaka xwe bernade. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Banga me ji bo hemû rêxistinên mafê mirovan re heye ku êdî bese ji bêdengiya wan re, divê ew bi erkên xwe yên mirovî û exilaqî rabin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.