Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Hevpeyman Civakî  vîna gelên herêmê temsîl dike’

07/01/2024
in ROJEV
A A
‘Hevpeyman Civakî  vîna gelên herêmê temsîl dike’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Endama Kordînasyona Kongira Star Remziya Mihemed diyar kir ku Hevpeymana Civakî vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl dike û got, Hevpeymana Civakî wê şoreşa 19’ê Tîrmehê bihêztir bike û vê şoreşê bi rengekî hîn baştir ji cîhanê re bide nasîn.

Ragihandina Hevpeymana Civakî di vê qonaxa dîrokî de ku tevahiya Sûriyê û bi taybet herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, gavekî pir girîng bû. Ji ber ku kirîza Sûriyê her ku diçe kûrtir dibe û çareserî jê re nayê dîtin, di vê demê de pêwîstî bi vê hevpeymanê hebû. Hevpeymana Civakî li ser bingeha jiyaneke bi rûmet, dadmendî, wekhevî, demmokrasî û çareserkirina kirîza Sûriyê di 12’ê Berfanbara 2023’an de ji aliyê Rêveberiya Xweser A Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat erêkirin.

Di derbarê girîngiya Hevpeymana Civakî de endama Kordînasyona Kongira Star Remziya Mihemed ji Rojnameya me re axivî.

Girîngiya Hevpeymana Civakî

Endama Kordînasyona  Kongra Star Remziya Mihemed  diyar kir ku hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her kes karîbû  temsîla xwe di komîteya amadekar ya Hevpeymanê de bike û cihê xwe tê de girt. Herwiha li ser esasê xurtkirina hevpeymanê bi nîqaş û pêşinyariyan komîteyek berfireh hat amadekirin,  di hundirê vê komîteyê de jî komîteyek piçûk hat avakirin ku ji 30  kesî pêk dihat ji wan 15 jin bûn. Di vê komîteyê de saziyên civaka sivîl, rêxistinên jin, tevger, partiyên siyasî û kesayetên serbixwe  jî cihê xwe girtin. Erêkirina Hevpeymana Civakî û pijrandina wê  ji bo gelên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê pêngaveke dîrokî bû. Hevpeyman ji bo siberoja  Bakur û Rojhilatê Sûriyê  wê bikaribe temsîla gelê herêmê bike, herwiha bikaribe  Şoreşa gelan zêdetir bi hêz bike û ji tevahiya cîhanê re bide nasîn.”

Madeya 2 ya Hevpeymana Civakî

Remziya Mihemed di dewamiya axaftina xwe de wiha got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre  sîstema Demokratîk, ekolojîk, civakî û azadiya jinê, ji ber di van salên Şoreşê de  bi avakirina  sîstema Meclisên Demokratîk û bi hilbijartinên sazî û rêxistinên ku heyî, di Rêveberiya Xweser de cih girtin û roleke mezin lîstin,  her wiha gelên herêmê karîbû bi îradeya xwe temsîla xwe bikin, bi pêşinyar û nerînên xwe karîbû  xebatên xwe  bidin meşandin û herêma xwe biparêzin, bi vî  rengî xebatên Rêveberiya Xweser di van salên Şoreşê de hat meşandin, di heman demê de em çiqasî karibin ekolojiya xwe  bi rengekî xurt  ji vê rewşa ku têde jiyan dikin ji şer û çekên kîmawî biparêzin û xweştir bikin, bi vî rengî jî em ê karibin hundirê hevpeymana xwe dagirin, civakbûna herêmê sîstemê dide  avakirin. Civakbûna pêkhateyên herêmê  ew ê karibe vê pêngava nû pêşbixînin, ya herî serke  azadiya jin e ye, me xwe li ser esasê  îdyolojiya  azadiya jinê  daye avakirin,  ya ku pêşengtî  ji Şoreşa Bakur û Rojhilatî  Sûriyê re kir, wek jin  roleke mezin di nav  civak, Şoreş û sîstema Rêveberiya Xweser de lîstiye, her wiha sîstema hevserokatî di nav civakê de daye avakirin,  ku jin karibe di  her derî de temsîla xwe û civaka xwe bike.  Rola ku jinê di nav Şoreşê de lîstiye, rolekî wekhevî , azadî û hezkirin dinav civakê de daye avakirin,  jina ku  birêxistinkirî be, xwedî îdolojîk be û karibe xwe biparêze û zanistekî di nav civaka xwe de bide avakirin, ew jin  temsîla azadiya jinê dike,  ji ber vê yekê jina ku di şoreşê de rol lîstî, pêwîste di hevpeymanê de jî  roleke mezin bilîze, ku karibe nêrîn û rola xwe di nav hevpeymanê de bilîze, herwiha di nav pêngava nû ku em karibin  Hevpeymana xwe dinav Civakê  de pêk bînin, ev xalên bingehînin ku  hevpeyman xwe dispêriyê de. Rêxistin bûna gelê me  xwe dispêre azadiya jin ê. ”

Madeya 6 ya Hevpeymana Civakî

Remziya Mihemed wiha pê da çû û got: “Sîstema desthilatdar di aliyê çandî û ziman de desthilatdariyeke pir mezin li ser  gelê herêmê dida meşandin, ev gelên ku li sûriyê jiyan dikin, ji mafê xwe yê zimanê dayîkê bê parin, ji ber vê yekê xala herî sereke di nav pirojeya Netewa Demokratîk de,  ku her kes karîbe bi zimanê xwe biaxive, perwerde bibe,  çand û zimanê  xwe nasbike û biparêze û ji her kesî re parvebikin, ku ev çanda resen  heta niha  di nav dîrokeke dirêj de dayîkên me karîne biparêzin, êdî pêwîste ku em karibin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin, her netewek karîbe xwedî li ziman û çanda xwe derkeve û fêrbûn û perwerdehiya xwe li ser esasê wê bide avakirin.  Di nava Hevpeymana  Civakî  de çanda tevahî herêmê  were parastin û hîn bêtir zanista  civakê li ser van  çandan were çêkirin, em karibin  bi zengînbûneke mezin çanda van gelên  herêmê werin parastin û xwedî lê derketin, her wiha bibe zimanê fêrkirin û perwerdeyê.

Madeya 106 ya Hevpeymana Civakî

Endama Kordînasyona Kongira Star Remziya Mihemed wiha axaftina xwe qedand: “Di pêşxistina  xebatên dîplomasî de, him jî di avakirina têkiliyên rast bi derve re û di hundirê Sûriyê de,  xebatek dîplomasî  heta  niha di asta Şoreşê de tê meşandin, lê heya ku ev xebat bêtir pêşbikeve, xebatekî hîn mezintir tê xwestin,  li ser esasê wê  ev made hat danîn , da ku sîstema Rêveberiya Xweser baş were naskirin di asta cîhanî de, her wiha  em karibin bêtir qebûlkirinekî bidin çêkirin, xebatekî ku em rastiya şoreşa  Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin naskirin ku çawa di van salên  Şoreşê de têkoşîn li hember çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriyê dane meşandin, erkê hêzên leşkerî bû ku Parastina  herêmê bikin û şerekî mezin dan meşandin, her wiha erkê sazî û meclisên xwecihî bû, ku di hundirê herêmê de sazbûna xwe bibin avakirin, wek dîplomasî  jî erkê waye ku  vê tecrûbeyê bi derve parve bikin û bidin naskirin ku  pêwîstî heye  têkiliyên xurt bi partiyên Siyasî û saziyên navneteweyî re çêbibin, ku were xuyanîkirin ku çawa gel xwe bixwe xwebirêve bir û karîbû sîstema xwe avabike.  Her wiha çawa di aliyê zanîngeh û avakirina kadroyên dîplomasî jî  bi çi rengî bidin avakirin, ji xwe zanîngeha  zanista siyasî  li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye, di vî aliyê de kadiroyên ku di vê zanîngehê de bixwînin pêwîste bibin xwedî tecrûbeyeke mezin ku di aliyê dîplomasî de bikarin têkilî û xebatan bidin meşandin bi derve re, her wiha  di aliyê avakirina  him akadimî him jî saziyên perwerdehiyê  ku her kes karibin cihê xwe  di van saziyan de bigrin,  ji  ber vê yekê her kesekî ku di nav xebatên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê cih digre pêwîste di nav van ekadimyan de derbas bibe, ji ber ku  xebatên dîplomasî û siyasî ne tenê  di têkiliyên derve deye lê  di her saziyekî de jî pêwîste.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.