Rojnameya Ronahî

Divê rastiyan ji gelên cîhanê re bê vegotin

Zekî Bedran

Tirkiyê şerê yek alî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Ji hêla Sûriyê ve gefeke li ser Tirkiyê nîne. Heya niha di sînorên wan de hêzên Sûriyî ti êrîş nekirine, êrîşî gundekî an jî bajarekî dagir nekirine. Tirkiyê, hişt ku Sûriyê ber bi şerê navxweyî ve biçe. Piştgiriya çeteyan kir, sînorên xwe ji DAIŞ û El Kaide re vekir. Dema DAIŞ heremên sînor girt Tirkiyê qet jê aciz nebû, negot ewlehiyê min di bin xeteriyê de ye. Kengî DAIŞ li ser sînor hat derxistin vê demê Tirkiyê li seranserî sînor diwaran nixumand û li hemberî hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer da destpê kirin. Rêveberiya faşîst a Erdogan DAIŞ’ê mîna hêza xwe dît û piştgiriyê da. Dema DAIŞ êrîşî Kobanê kir weke ku hêzên wan e gotin ‘Kobanê ket ha bikeve’ mizgînî didan gelê Tirkiyê. Çi hebû ku ketina Kobanê ji wan re kêfxweşiyê bide. DAIŞ hêzekî li dijî mirovahiyê bû, hemû cihan li dijî vê helwest nîşan dabû, lê belê dema DAIŞ êrîşî Kurdan dikir Erdogan kêfxweş dibû.

Pêwîst e van rastiyan bê westandin ji gelê cîhanê re vebêjin. Dewleta Tirk sed sal in li ser gelê Kurd polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Ne tenê di nav sînorên Tirkiyê de, li derveyî Tirkiyê jî dijmin e. Ji ber vê sedemê jî di nav sînorên Sûriye û Iraqê de êrîşî Kurdan dike. Li pişt êrîşên li ser Sûriyê, Şengal, Wargeha Mexmûrê û hêzên Kurd ên li ser sînorên Îranê, polîtîkaya qirkirina Kurdan heye. Ev sed sal in dijminatiyek bênavber û projeyek qirkirina bê temen li ser Kurdan tê meşandin. Erdogan ji rêveberên dewletê yên beriya xwe tiştekî cuda nake. Cudahiya wan ew e ku bi kuştina zêdetir kurdan pesnê xwe bidin û ji bo hemû hêzan, li hundir û derve, bikin dijminên wan, bêtir xebat dikin.

Hikumeta ku li Sûriyê bi rê ve dibe xwedî zihniyeteke cuda nîne. Tirkiye êrîş dike, qadên jiyanê yên gel bombebaran dike, qetlîaman dike, lê hikûmeta Şamê bêdeng e! Lê yên li herêma xweser dijîn hewl didin û bang dikin ku bi Şamê re hevkariyê bikin û dagirkeran ji Sûriyê derxînin. Hêzên Şamê li Qamişlo, Hesekê û hemû herêmên sînor hene. Cihên ku lê hatine xistin di nav sînorên Sûriyê de ne. Baş e, dibe ku hêza wî tune ku bi Tirkiyê re şer bike, lê dikare kesên ku hatine gulebarankirin û gelê xwe biparêze. Dibe ku bang li saziyên pêwendîdar bike. Lê belê, ew berevajî dikin. Hêviya wan bi alîkariya êrîşên Tirkiyê ne, hesab dikin da ku Kurd û yên li herêma xweser lawaz bibin û teslîmî min bibin. Ev polîtîkayeke çawa ye, ev desthilatdariya ku ev qas li ser desthilatdariyê ye, tu xêr ji Sûriyê re neanî. Berevajî vê, pêwîstî bi siyaseteke ku baweriyê bide gel û guh bide daxwazên demokratîk heye

.Divê rastiyan ji gelên cîhanê re bê vegotin

DYA, Rûsya û Ewropa ketine nava bêdengiyeke kûr. Ew temaşevanên van êrîş û qetlîaman in. Berê bi kêmanî hin ravekirin û îtîrazên wan hebûn. Niha DAIŞ, têkoşîna li dijî wê û berdêla wê ji bîr kirine. Bala gelên cîhanê pêşî li şerê Ukraynayê û niha jî şerê Filistînê bû. Tirkiyê vê yekê ji xwe re firsend dibîne û êrîşên xwe yên wêranker û kujer didomîne. Lê divê rastiyeke bingehîn ji gelên cîhanê re bê vegotin. Divê Kurd, Ereb û dostên wan ji gel re diyar bikin ku Tirkiyê bêyî destûr û erêkirina Amerîkayê û Rûsyayê nikare li Sûriyê êrîşên hewayî pêk bîne. Ti mafê Tirkiye li ser xaka Sûriyê tune ye. Qada hewayî ji aliyê NY û saziyên din ve ji dewleta Tirk re nehatiye vekirin. DYA û Rûsyayê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navbera xwe de parve kirine û berpirsyariya van her du hêzan e. Dibêjin em nikarin Tirkiyê bidin sekinandin an jî guh nadin me, ev demagojî ye.

Rûsya, DYA yan jî dewletên Ewropayê ji bo berjewendiyên xwe bi Tirkiyê re hevkariyê dikin û peymanan çêdikin. Kes berjewendiyên xwe nake qurbana gelê Sûriyê û kurdan. Ti fikarên dewletan ji azadî û demokrasiyê re nînin. Dewleta Tirk êrîşên xwe yên pir hovane û neheq li ber çavê cîhanê didomîne. Hiqûqên navneteweyî û nirxên mirovahiyê tên binpêkirin. Lê ew temaşe dikin. Di bin de, piraniya wan dicivin û li hev dikin. Eger ne wisa be, wê Tirkiyê nikaribe ewqas bêhiş û bêperva tevbigere. Ji bo vê jî divê gelê Sûriyê û hêzên demokratîk giraniyê bidin ser rêxistinkirin û parastina xwe. Ji dewletên heyî zêde xêr nayê. Ji bo vê jî li gel birêxistinkirina gel û amadekariyên pûçkirina êrîşan divê xebatên dîplomatîk ên xurt bên meşandin. Dewleta Tirk bi têkoşîna li dijî PKK’ê û bi terorê re hewl dide her tiştî ji cîhanê re vebêje, qirkirina Kurdan û sûcên şer jî di nav de. Nêzîkî pênc milyon kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn. Çima ew hemû êrîşên xwe bi hincetê PKK’ê bigirin. Li van herêman tenê PKK yan terorîst hene? Bi salan e li van herêman hêzên DYA, hêzên koalîsyonê, hêzên Rûsya û Sûriyê hene. Divê em rê nedin kesên wek Erdogan gelên cîhanê bixapînin û rastiyan berovajî bikin û qadan ji wan re nehêlin. Dewleta Tirk di tunekirina gelan, derew û înkarê de xwedî pir tecrubeye ku di vê mijarê de li cîhanê dor nade kesekî.