Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dijî êrişên dedagirkeriyê  Çalakiya Konvedanê Li Qamişlo hat lidarxistin

03/01/2024
in ROJEV
A A
Li dijî êrişên dedagirkeriyê  Çalakiya Konvedanê Li Qamişlo hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi armnac piştgiriya Tevgera Azadiyê  û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker Înîsiyatîfa Gel bi dureşmeya ‘Bi Êriş û Çemberan Hun Nikarin Îradeya Me Bişkînin’ li bajarê Qamişlo çalakiya konvedanê hat li darxistin.

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ser tevahiya Kurdistanê û bi armanca piştgiriya Tevgera Azadiyê, bi pîşengiya Insyatîfa Gel û bi tevlîbûna endamên şaredariyê, Tevgera Civaka Demokiratîk û welatiyên bajarê Qamişlo çalakiya konvedanê li bajarê Qamişlo hat li dar xistin.

Di destpêka çalakiyê de kesên beşdar deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan rawestiyan.

Her wiha li ser nave Insyatîfa Gel a bajarê Qamişlo Şaha Xelîl  axivî û wiha got: “Em di destpêkî de van êrişên dewlata Tirk a dagirker şarmezar dikin. Her wiha helwesta hemû hêzên navnetewî ku îro çavê xwe ji van êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker re digirin, bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker pênesazî û sivîlan dike hedef, dixwaze bi vê awayî vîna gelê kurd bişkîne û gel bê çare bimênin. Lê em ê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan biserkevin.”

Piştira li ser nave rêveberiya bajêr Mihemed Ebdrehîm axivî û diyar kir ku hêzên navnetewî bera bi erkên xwe rabin û azadiya Rêber Apo a fîzîkî mesoger bikin û got: “Di çalakiya Konvedanê de gelê aşitîxwaz cihê xwe tê de girtin û pê rabûn, ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya gelan e, dema ku azadiya Rêber Apo a fîzîkî mesoger bibe wê civak jî azad bibe. Di heman demê de tê xuyakirin ku ev êrişên dewleta Tirk li ser herêma bakur û rojhilatê Suriyê dide meşandin tekçûne wê ye. Her wiha ji pirojeya Rêveberiya Xweswer a Demokiratîk ditirs e, bi êrişên xwe yên bê mirovî dixwaze gelên bakur û rojhilatê Suriyê tune bike, lê em ê heya dawî berxwe bidin û tekoşîn bikin, heya ku em têkçûne dewleta Tirk a dagirker ragihînin.”

Hêjayî bibîranînê ye ku wê  çalakiya Konvedanê wê heya saet 4`an bi daxuyanekê bi dawî bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.