Rojnameya Ronahî

Wêjeya şoreşê…(2)

Elî Roj

Edebiyat him nivîskar û wêjevanên dunyayê digihîne hev, him jî civak û neteweya wan. Piștdayîn û ragihandina wêjevnên gerdûnî dikarin aștî, azadî û hevaltiya gelan xurt bikin. Wêjevan bi feraset û hișmendiyê ve girêdayî ye. Ew bi qelema xwe dikare civaka xwe û hemû civakên dunyayê ji xirabî û gemara demê haydar bike û ji wan re riya mirovatiyê raber bike.

Mîna hemû beşên hunerê, wêje jî di nav civakê de derdikeve holê û bi civakê re xwe dikemilîne. Di navbera civakê û wêjeyê de her dem têkiliyekî dualî heye. wêjevnên ji nava civakê derdikeve û berhemên xwe mîna konekî li ser sînga civakê divede. Berhemên wêjevnên, ango wêje ruh dide civaka ku tê de dijî, hişê/bîra wê teze û zelal dike, çêdike û derman dike. Ji bona fêmkirin û lihevkirinê zemîn peyda dike, amade û sererast dike. Li gor pêwîstiyên civakê pêşiya wan ronî dike, ji wan re dibe rêber. Herwiha wêje di heman demê de dibe çavkaniya pêşxistina ziman û ji milê çandî ve jî bi xwe re çandeke resen, têr û tijî derdixîne holê.

Dema mirov bala xwe dide berhemên wêjeyî dibîne ku ew ji bona lêkirina bîra/hișê hevpar a gel pêwist e/gereke. Hemû berhemên wêjeyî li gor însan û vegotinên însanan hatine pêşkêşkirin ew her tim zindî dimînin û di hemû dem û çaxan de mirov ji wan sûdê werdigre. Mirov çiqas zimanê xwe pêşbixe bi qasî wê ew pêşdikeve, ji ber ku fêrbûn û pêşxistin ziman li cem mirov di hemû aliyên din de jî pêşketinê dide avakirin. Ji ber ku mirov hebûneke civakî ye û di bin bandora civakê de ye, kêm be jî bi kirinên xwe li ser civakê xwedî bandor e. Gelê kurd bi salane ku zimanê wî hatiye qedexe kirin, kêm hatiye dîtîn û biçûk hat xistin. Lê bi saya wêjeya devkî (dengbêj û çîrokbêjan) parast û bi wan hestên xwe derman kir. Ew hêza gotinên devkî ji birîn, hêrs, bêçaretî û tengasiyên wan re bû derman.

Jiyaneke bê wêje roj bi roj tê de hestên civakê vedimirin û mirov di nava civakê de bê xem û bê hîs dibin, civak ji cewherê xwe dûr dikeve û tarûmar dibe. Wêje rastiya jiyana azad û birûmet ji mirovan re xêz dike û bi rengên herî xweşik û delal dixemilîne û cewherê mirov çiye pê dide naskirin. wêjevan civakê hişyar dike û ji bona tekûziyên mirovahiyê berhemên xweșik û bedew pêșkêș dike. Civak û gel ji gor xwedîderketina wêje û wêjevanan dikare xwe bighîne asteke mezin û bilintir. Ji ber ku tiștên neteweyekê li ser piyan dihêlin wêje û berhemên wê yên wêjeyîmne. Ew jî bi zimanê zexim û dewlemend ê wî gelî ve girêdayî ye. Lewma hemû dewletên dagirkerên nûjen êrîșên xwe yên destpêkê li dijî zimanên gelên bindest dikin. Kurdan bîrên/hișên xwe demeke dirêj bi stran, kilam, çîrok û destanên dengbêjan zindî girtin.

Şoreş jî bi xwere guhertin û veguhertinên bingehîn di nava civakê de dide avakirin û şoreş ji bona avakirina civakeke nipûnû çavkaniya hêz, bawerî û azadiyê ye. Ji ber vê Dema gotina şoreşê tê li ser zimên, yekser tê hişê mirov ku wê jinûve jiyan mîna xemla buharê bipişkive û mîna avzêmê, çem û rûbaran bê ku tu qeyd û bendan nasbike biherike. Ango şoreş tabloyeke ku tê de wênexêz hemû rengên xweşik û delal bikartîne û bi vê yekê dixwaze bala herkesî bikşîne ser kar û xebatên ku ew dide meşandin û dixwaze berhemên xwe bi rengekî herî baş bighîne  gelê xwe.

Herweha ger ku Şoreş ne civakî be, mirov nikare navê şoreşê lê bike, wêje jî ger ji rasteqîna civakê dûr be û nikaribe bibe neynika civakê, wê nebe wêjeya resen û wê nikaribe bibe malê civakê tevahî. Civak bi riya çand, wêje û dîrokê teşeya xwe digre. Ji ber vê yekê şoreş bê edebiyat nabe û ji bona ku xebatên wêjeyê biserbikeve pêwîstî bi şoreşeke edebiyatê heye. Çawe ku pêdiviya civakê bi gelek şoreşan heye ji bona ku xwe bighîne azadiyê û xwe ji qeyd û bendên koletiyê rizgar bike. Di heman demê de pêwîstiya civakê bi şoreşa edebiyatê jî heye. Ji ber ku wêje giyan û hestên civakê zindî dike û di hundirê civakê de vîn, bawerî, coş û zanistiyê pêşdixîne.