Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Helbest û pênûsa min rêhevalên şevên tarî ne’

03/01/2024
in Uncategorized
A A
‘Helbest û pênûsa min rêhevalên şevên tarî ne’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Helbestvanê ciwan û xwendekarê Zanîngeha Rojava Dilyar Hebîb ku ji bajarê Amûdê ye bi riya pênûsa xwe hestên xwe tîne ziman.  Hebîb diyar kir ku ew pir ji helbestê hez dike û got, hest û derbirînên min, helbest û pênûsa min dike mêvanê şevên tarî.     

Huner û afrînerî herdu qad, temenê mirov nas nakin, dibe xwe li  ser dil, mejî û hestên ciwanekî an zarokekî an jî kalekî bide û xwe berde nav kûrahiya jiyana wî.  Hunera helbestê jî mîna hunerên din e ku dibe zarokek an gêncek û hwd… hestê xwe bîne ziman û bi xeyalên xwe helbestan bihûnîne. Mînakên wiha  di roja îro de li Rojava pir in, yek ji wan jî helbestvanê ciwan jî Dilyar Hebîb. Hebîb li gundê Tilxenzîr yê girêdayî navçeya Amûdê ji dayik bûye û temenê wî 24 sal e.

Dilyar heta qonaxa xwendinê ya amadeyî li dibistanên Amûdê xwendiye û di sala 2019’an de bawernameya Bekeloriyaya wêjeyî ya hikumeta Şamê werdigre û berê xwe dide perwerdeya bi zimanê kurdî. Dilyar Hebîb ji ber xwestek û vîna xwe, li Zanîngeha Rojava dest bi xwendina Beşa Wêjeya Kurdî dike. Ew di nav hevalên xwe de yek ji xwendekarên serkeftî ye, ji ber vê  yekê jî karîbû mijûlî hunera nivîsîna helbestê bibe û dest bi nivîsîna helbestê bike.

Ji wê demê ve heta roja îro, êdî xwendina xwe ya zanîngehê didomîne û hem jî helbestan divîsîne, herwiha di Nefefel Productionê de kar dike.

Dilyar di gelek festîval, evbuhêrkên wêjeyî, çalakiyên hunerî û çandî û hwd… de helbestên xwe xwendine û herî dawî jî 9’emîn festîvala Rojava ya Çand û Hunerê ya HRRK’ê bû.

Herwiha helbestvanê ciwan, Dilyar Hebîb têkildarî nivîsîna helbestê û beşdarbûna xwe di festîvala Rojava ya Çand û Hunerê de, ji rojnameya me re axivî.

Helbest li cem Dilyar

Helbestvan Dilyar Hebîb di derbarê nivîsîna helbsê de wiha got: “ Helbest ji min re rêhevala şevên tarî ye. Di zarokatya min de xeyal û ramana nivîsîna helbestê bala min nedikşan. Lê di destpêka ku ez derbasî Beşa Wêjeya Kurdî di Zanîngeha Rojava bûm, êdî min xwest hestên xwe bînim ser ziman. Ew gav di warê nivîsîna helbestê de weke yekem gav bû û min ji wê demê ve ji helbestê hez kir û hîna jî jê hez dikim. Herwiha min li ser dayikê, şehîdan, evînê, hezkirina welat û hwd… helbest nivîsandine. Cara yekem min helbestek bi navê Îşev nivîsand û min di gelek çalakiyên hunerî û çandî de dixwend. Heval û malbata min û glek kesên din ji vê helbestê  hez kirin. Malbatê jî moralê min ji bo nivîsîna helbestê bilind kirin û ez jî bi hezkirineke mezin nêzîkê pênûsê bûm. ”

Festîvala Rojava ya Çand û Hunerê ji bo Dilyar derfeteke mezin bû

Hebîb têkildarî tevlîbûna xwe di festîvala Rojava ya Çand û Hunerê de û sûdmendiya wê wiha anî ser ziman: “Îsal HRRK’ 9’emîn festîvala Rojava ya Çand û Hunerê li dar xist û gelek nivîskar, rewşenbîr û hwd… bi coşeke mezin tevlî bûn. Birastî çalakiyên wiha derfet dide helbestvan, rewşenbîr û nivîskaran ku li hev bicivin û bi cesaret derbirînên xwe bînin ser ziman. Festîvala HRRK’ê jî piştgiyrê dide me ku em hest û xeyalên xwe vebêjin, di heman demê de asta rewşenbîrî û wêjeyî pêş dixe. Ez jî îsal tevlî vê festîvalê bûm, min helbesta bi navê Tu Nehat û Dîsa di roja 9’an a festîvalê de xwendin. Ev bûye cara 3’yan ku di festîvala Rojava ya Çand û Hunerê de beşdar dibim. Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê girîngiyeke gelek mezin dide çalakiyên ji bo geşedana rewşenbîrî, wêjeyî û çandî, ev ked jî cihê sipasiya me helbestvan, rewşenbîr, nivîskar û hwd… .”

Hewldana ji bo çapkirina dîwanekê  

Helbestvan Dilyar Hebîb girêdayî helbestên xwe û amadekirina dîwaneke helbestî de got, Min heta niha nêzî 30 helbest nivîsandine û weke ciwankekî kurd min karîbû derbirîn û hestên xwe bikim helbst û bi terzê nûjeniyê bi zimanê kurdî bihûnînim. Niha hewldan hene ku ez van helbestan bixim dîwaneke biçûk a helbestan û wê di siberojê de çap bikim. Ev dîwan jî wê bi navê Dengê Şevê be. Di şevan de kesên hestyar û xwedî xeyalên fereh bi wan hest û xeyalan nêzî pênûsê dibin. Ez jî di şevan de bi raman û arazûyên xwe kûr diçim û helbestan dinvîsînim. Lewma têklî û girêdaneke mezin di navbera min û şevê de heye û hem jî helbesta min a pêşîn jî bi navê şevê ye. Ji ber vê yekê navê herî guncav ji bo min yê vê dîwanê wê Dengê Şevê de be.

Post Views: 79
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine
ÇAND Û HUNER

52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.