Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Navend tenduristiyê jî ji êrişên dagirkeriyê bê par neman

03/01/2024
in Uncategorized
A A
Navend tenduristiyê jî ji êrişên dagirkeriyê bê par neman
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Rêveberê Navenda Şûştina Gurçikan (Diyalîzim) û Kargeha Oksîjenê Rafi Ebas diyar kir ku ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker navenda Diyalîzim û kargeha Okisjînê bi temamî ji kar derketin.

Li Kantona Cizîrê 2 navendên diyalîzê hene, yek ji wan li taxa Alaya ya girêdayî bajarê Qamişloyê ye. Ev navend di sala 2021`an de hatiye avakirin. 6 alavên diyalîzê li navendê hebûn û 24 xebatkarên tenduristiye tê de dixebitîn. 70 nexweşên domdar li vir tedawî didîtin. Lê navend di encama êrişên dewleta Tirk ya 25`ê Berfanbarê de ev navend bi temamî ji xizmetê derketiy e. Kargeha Oksîjenê jî di hewşa Navenda Diyalîzê de ye. Beriya dû mehan hatibû avakirin û li Kantona Cizîrê tekane Kargeha oksîjênê bû. Ji bo hemû nexweşxane û navendên tendûristiyê tupên oksîjênê tije û belav dikirin. 8 xebatkarên tendûristiyê yên vê Kargehê ku rojê 250 tupên oksijênê tije dikirin. Di hedefgirtina dewleta Tirk de ev Kargeh jî bi temamî hilweşiya.

Di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Kargeha Hilbirîna Oksîjenê û navenda Diyalîzmê Rêveberê wê Rafi Ebas ji rojnameya me re axivî.

Rafi Ebas diyar kir ku di êvara 25`ê Berfanbarê de balfirên dewleta Tirk a dagirker bi hovane kargeha Oksîjenê ya di hewşa navenda Şûştina Gurçikan(Diyalîzim) deye kir hedef û wiha got: “Kargeha OKsjînê ya ku yekemîn kargeh di Kantona Cizîrê de bû, di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de, bi temamî hat hilweşandin. Ev kargeh oKsîjen belavî nexweşaneyên Rêveberiya Xweser dikir, ew jî ji bo xizmeta civakê bû. Herwiha êrişa ku li kargeha OKsjînê pêk hat, zirareke mezin li navenda Şûştina Gurcikan(Diyalîzim), hem alavên wê û mehetên wê yên avê hemû helweşiyan. Di heman demê de navenda Diyalîzim jî ji kar hatiye rawestandin.”

‘Navenda Diyalîzimê xizmeta 70`ê nexweşî dikir’

Rêveberê Navenda Şûştina Gurçikan (Diyalîzim) û Navenda Oksîjenê Rafi Ebas axaftina xwe wiha qedandin: “Dewleta Tirk a hov, kargehên ku xizmeta civakê dikirin qebûl nekir, ji bo wê kirin hedef, armanca sereke jî ji van êrişan rawestandina jiyana gel di Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Tenê ev Kargeha Oksîjenê û Navenda Şûştina Gurcikan (Diyalîzim) di Kantona Cizîrê de kar û xebat dikir, herwiha navenda Diyalîzim xizmeta 70`ê nexweşî dikir û dijmin ev yek jî qebûl nekir û bi sedema rawestandina navenda Gurçikan (Diyalîzim) nexweşekî gurçikan piştî çend rojan ji êrişê jiyana xwe ji dest da û wê gelek nexweş jiyan xwe ji dest bidin, ji ber tenê ev navend xelasiya wan bû, lê piştî rawestandina wê ji kar rewş wê pir xerab bibe. Dewletên navnetewî ji bû van êrişan hesab ji dewleta Tirk a dagirker nexwazin, wê dewleta Tirk a dagirker gef û êrişên xwe berdewam bikin û sûcên şer li ser gel me pêk bînin.”

Post Views: 107
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine
ÇAND Û HUNER

52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.