Rojnameya Ronahî

Desteya Şeredariyê: Tevî kêmderfetan jî xebatekî serkeftî hat meşandin

Desteya Şeredariyan ya Kantona Efrîn û Şehbayê  di avakirina binasaziya herêmê de rol û misyoneke girîng wergirtiye ser milên xwe. Di nirxandina xebatê salekê de diyar kirin ku wan bi îmkan û derfetên kêm xebateke serkeftî dan meşandin.

Zana Roj/ Şehba

Desteya Şeredariyê li herêma Şehbayê ji destpêka desrbasbûna gelê Efrînê ji herêmê re hat birêxistinkirin. tavahî xebatê wan di nava gel de tê meşandin û pareke wan ya mezin di xurtkirina binasaziya herêmê de heye. Li kêlek êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmê û dorpêça Hikumeta Şamê jî, lê kar û xebat heta astekê hat meşandin, ev jî bi alîkariya gel hat pêkanîn.

Xebatên Desteya Şeredariyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê yên 2023’an

Desteya Şeredariyê xwe li ser du beşan dide rêxistinkirin, hin aliyê rêxistinî û hin jî piratîk e. Komîteyên wê xwe di hemû navçeyan de birêxistin dikin û xebatê wan li ser wî esasî tê meşandin. Ji ber wê jî di destpêka sale de weke ku Desteya Şeredariyê ji rojnameya me re daye diyar kirin ku pêwîstiya wan bi guhartina hin komîteyan hebû û valatiyên rêxistinî hatin dagirtin.

Perwerde

Ji bo derbaskirina kêmaniyên rêxistinî û meslekî yên sala bûrî, desteya Şaredariyan di sala 2023’an de girîngî dan xebatê perwerdê. Li ser asta giştî şeredariyê komîteya navendî ya perwerdê heye. Kar û xebatê wan li ser esasê rewşa şeredariyan di milê rêxistinî de şopandin û li gorî pêwîstiya her qadekê xebatê perwerdê meşandin e. Herwiha li ser asta giştî şeredariyê perwerde hatin vekirin, di aliyê perwerdeyên bîrdozî yên giştî de jî 10 endamên şeredariyê cihê xwe tê de girtin. Di heman demê de perwerdeyên meslekî ji bo xebatkaran dihatin meşandin. Bi giştî li gorî bûyer û rûjevên ku tên qewmandin hemû xebatkarên şeredariyê semîneran dibînin.

Xebatên ji bo peydakirina avê ji gel re

Pirojeyên desteya Şaredariya ji bo kolandina bîran hebûn. Li milê navçeya Fafînê 2 bîrên istismarî hatin kolandin, li Babinês yek bîr û li kampa serdemê yek bîr hat kolandin. Ev bîr ji hemû aliyan ve hat amedekirin û bûn menhel. Niha jî di piratîkê de ne.

Li tavahî herêmê  pêdiviyên gel di milê avê de bi riya şeredariyê tê pêk anîn. Li ser wê esasê jî 3 sahrîjên avê hatin kirîn. Li gorî Desteya Şeredariyê di giştî sala 2023’an de 7 milyon 99 hezar û 779 bermîlên avê hatine belavkirin. Her wiha nêzî 4 hezar û 946 mitir xetên avê hatiye belav kirin. Di giştî herêmê de 24 menhelên avê hene. Lê ji ber rewşa herêmê û tunebûna sotemeniyê, hinek ji wan menhelan weke rêbazeke çareseriyê li ser enerjiya tavê hatine bikr anîn, herî kêm li her navçeyekê yek menhel bi rêbazê enerjiya tavê tê xebitandin ji bo bicih kirina pêwîstiyên gel.

Xebatên çêkirina riyan

Yek ji plansaziyên desteya şeredariyê  çêkirina riyan bû, di hejmara giştî ya çêkirina riyan de nêzî 9 hezar û 104 mitir bi dirêjahî hatiye çêkirin. Ew jî li Til Rifet, Til Qirah, Fafîn, Ehdas, Kefer Garês û Wehşiyê bû. Ev hemû riyên ku hatine çêkirin bi îmkaniyet û derfetên herî kêm li gorî pêwîstiyê hatine amedekirin.

Xebatên elektirîkê

Li gorî desteya Şeredariyê, di giştî Şehabyê de 75 jêdarên elektirîkê (jenetur) hene. Hejmara giştî ya empêrên ku hatine belavkirin 34 hezar û 138 empêrin, ji wan ji sedî 80 bê pere li gel hatiye belavkirin. Herwiha li gorî pêdiviya gel di herêmê de îsal 7 jeneturên elektirîkê hatine kirîn.

Çêkirina parkan û çandina daran

Li ser asta herêmê parkek giştî bi aliyên têkildar re hat amedekirin. Her wiha 2 parkên biçûk li Dêr Cimêl û Til Rifetê hatin çêkirin. Ji derveyî wê bi komîta çandiniyê û meclîsan re amedekariya çandina 800 darî hat kirin

 Xebatên şeredariyê di felaketa erdhejê de

Bûyera erdheja ku hatiye rûdan bû sedem ku astengiyên gel di Şehba û derveyî Şehbayê de zêdetir bibin. Piraniya gelên derdor ji ber rûxandina malên wan berê xwe dan herêma Şehbayê. Ji ber wê jî erka herî sereke dikeT ser milê şeredariyan. Di wê demê de desteya şeredariyê berê xwe dan kampan û nêzî binasaziya 300 cadir li kampa Serdem hat amede kirin, her wiha li kampa Berxwedan 20 çadir  û li kampa veger 60 çadir hatin amedekirin. Weke giştî nêzî 380 çadirî ji hemû aliyan ve hat amedekirin.

`Bandora dorpêçê li ser xebatê şeredariyê`

Dorpêça Hikumeta Şamê ya ku li ser herêma Şehbayê daye ferizkirin,  ji sedî  99 li ser xebatên şeredariyan di asta yekemîn de bandor kir. Yek ji wê jî xebatê paqijiyê di nava gundan de, her wiha saetên kehrebê ji bo gel hatin kêmkirin ji ber tunebûna sotemeniyê. Di aliyê giştî de bandoreke cidî him li ser gel û him jî li xebatê xizmetguzariyê ve kir.

`Bi alîkariya gelê herêmê me karî xebatê xwe ji sedî 70 pêk bînin`

Hevserokê Desteya Şeredariyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Şêxo anî ziman ku di sala 2023’an rûxmî hemû astengiyan  jî lê xebat di asteke serkeftî de hat meşandin û wiha got: “Herêm bi giştî di nava êriş û siyaseta dorpêçê re derbas dibe. Em bixwazin nexwazin ev rewş li ser xebatên me bi awayekî neyînî bandor kir. Lê ya girîng ew bû ku em çawa li hemberî van siyasetan bisekinin û pilanên dijmin di her milî de têk bibin. XebatêN ku hatiNe meşandin û bi alîkariya gel serkeftina xwe ya li hemberî dijmin îsbat kir. di giştî sala 2023’an de em dikarin bêjin ji sedî 70 xebatên şeredariyê rûxmî êrişên dagirkeriya Tirkiyê û dorpêça Hikumeta Şamê hat meşandin. Ev jî weke gavên serkeftî tên dîtin. Hêvî û pêşbîniyên me yên ji sala bê re, ew e ku em bikaribin bi vê bexwedaniya gel daxwaz û hêviyên gel bi awayekî serkeftî pêk bînin”.