Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nivîskarek ji Misirê: Divê dawî li dagirkeriya Tirk were

03/01/2024
in ROJEV
A A
Nivîskarek ji Misirê: Divê dawî li dagirkeriya Tirk were
Share on FacebookShare on Twitter

Nivîskarekî ji Misirê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê sûcan pêk tîne û der barê Xezayê de durûtiya siyasî dike. Nivîskarê misirî bang li Komkara Ereban û hikumeta Şamê jî kir ku dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê bi dawî bikin.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîskar û şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Îbrahîm Şaban axivî. Îbrahîm Şaban diyar kir ku helwesta rejîma Tirk a li hemberî Xezayê û pêkanînên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê durûtiya wê nîşan didin.

Şaban anî ziman ku dewleta Tirk li gel nebûna helwesta erebî û navneteweyî sûcan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û diyar kir ku ev yek siyaseta berjewndiyan nîşan dide.

Nivîskarê ji Misirê bêdengiya navneteweyî û erebî ya li hemberî pêkanînên dewleta Tirk a dagirker rexne kir û got: “Ji sala 2011’an û heta îro ve rejîma Tirk a bi serokatiya Erdogan sûcên şer pêk tîne. Di encamê de bi hezaran kes bûne qurbanî. Lê hêzên navneteweyî tev nagerin û hesab ji sûcdaran napirsin.”

Şaban îşaret pê kir ku dewleta Tirk serdestiya Bakur û Rojhilatê  Sûriye û Iraqê binpê dike û wiha pê de çû: “Li gel Tirkiyeyê pirsgirêkên ewlehiyê li başûr welat hene. Ne mentiqî ye ku vê pirsgirkê bighîne Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bakurê Iraqê. Dewleta Tirk serdestiya herdu welatan binpê dike û erdên wan dagirker kiriye. Nabe dewleteke li ser hesabê welatekî din ewlehiya xwe ava bike.”

Îbrahîm Şaban bal kişand ku helwestsa dewleta Tirk a têkildarî Xezayê gelek bazirganî û bikarnîna hasten Ereb û Misilman di nav xwe de hildigire û got: “Dem hatiye ku li hemberî sûcên Tirkiyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgereke bê kirin. Berdewama bêdengiya li hemberî van sûcan êdî nabe.”  Şaban bang li Komkara Ereban û hikumeta Şamê kir ku lîsteya sûcên dewleta amade bikin, bi awayekî fermî ji Enqere bixwazin bila ji xaka Sûriyeyê derve û dagirkeriya wî bi dawî bikin.

Şaban hebûna dewleta Tirk a li Sûriyekî wekî “yek ji sedemên belavbûna terorê li Sûriyeyê” dît. Şaban da zanîn ku gelek delîl hene têkiliyên rejîma Tirk bi rêxistinên terorîst mina DAIŞ û Cebhet El Nusra re îsbat dikin.

Şaban bal kişand ku dewleta siyaseta durûtiya siyasî dimeşîne û destnîşan kir ku dewleta Tirk li aliyekî Îsraîlê ji ber şerê li Xezayê rexne dike û li aliyekê din sûcan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Nivîskar Şaban Îbrahîm têkildarî êrişên vê dawiyê y ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev tişt anî ziman: “Di demekê de ku leşkerên Tirk hatin kuştin, afrînerê biryara Tirk gêj û îflas kiriye, tevlihev bûye, lew ra êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.”

Şaban bang kir ku divê hesab ji Enqereyê were pirsîn û hêzên wê ji Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê werin derxistin.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Îbrahîm Şaban anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Sûriyeyê dê tu armancan bi dest nexe û got, îsbata vê yekê hebûna wê ya ji sala 2016’an ve li herêmê ku tu encam bi dest nexisetiye. ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.