Rojnameya Ronahî

‘Hevpeymana Civakî îrade û nêrînên gel îfade dike’

 Ayşa Silêman/ Qamişlo

Hevpeymana Civakî ku ji 134 madeyan pêk tê,  di 12’ê Berfanbara 2023’an de ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma bakur û rojhilatê Sûriyê ve hat erêkirin. Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Mihemed Emîn Elîko diyar kir armanca Hevpeymana Civakî rêxistinkirina civakê ye.

Di 12’ê Berfanbara 2023’an de, Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hevpeymana Civakî ku ji 134 madeyan pêk tê erê kir. Ragihandina hevpeymana civakî di qonaxeke wiqasç girîng de serkeftineke ji bo gelên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê bû. Ji ber pêwîsteke mezin bi hepeymaneke wiha hebû.

Di derbarê girîngiya Hevpeymana Civakî de Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Mihemed Emîn Elîko ji rojnameya me re axivî.

Mihemed Emîn Elîko diyar kir ku Hevpeymana Civakî yek ji destkeftiyên şoreşa Rojava bû û wiha got: “Erêkirina Hevpeymana Civakî  berdewamiya berxwedana gelên me ye. Gelê me ku rastî êrişên domdar tê. Ev hevpeymana civakî ji bo pêşerojeke  baştir ji bo welat me ye, di heman çarçoveyê de  gelên me û hemû saziyên bakur û rojhilatên Sûriyê ji bo avakirina leşkerî û li hember kêşeyên pêşerojê,  dest bi kampaniyên hişyarkirina hemû beşên civakê bikin, ev hevpeymana ji bo tevahiya Sûriyê jî dibe riya çareseriyî.”

 ‘Ramana Rêber Abdullah Ocalan ji bo krîzên Rojhilata Navîn çareseriye’

Elîko di dewamiya axaftina  xwe de wiha got: “Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an ku ji Kobanê hat destpêkirin li tevahiya Rojava belav bû û li tevahiya cîhanê deng veda. Ev şoreş li ser bingeha felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Ramanê Rêber Abdullah Ocalan ji bo krîzên Rojhilata Navîn cihê çareseriyê ye. Herwiha felsefeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên civakê de dihewîne.  Îro serkeftinên mezin ên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû astên siyasî, aborî, civakî, çandî û leşkerî de bi dest xistiye û di navda hevpeymana civakî jî, tev bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo ye. Hêjayî bibîrxistinê ku dema mirov madeyên Hevpeymana Civakî dixwîne, di nav de nirx mirovahiyê, wekhevî,  demokrasî,  dadmendiya civakî, rûmet û azadiya gelan dibîne.”

Madeya 3’emîn ya Hevpeymana Civakî

Mihemed Emîn Elîko da zanîn ku Hevpeymana Civakî ya bakur û rojhilatê Sûriyê, nêrîn û armancên gel îfade dike û wiha got: “Madeya 3’emîn ya Hevpeymana Civakî e ya Rêveberiya Xweser A  Demokratîk ya Herêma bakur û rijhilatê Sûriyê civaka  axlaqî û siyasî û polîtîkî pêş dixe û xurt dike, li hember modernîteya kapîtalîst , rêgezên modernîtiya demokratîk bi cih tîne, ev yek  îradeya civakê, nêrînên civakê çfade dike, herwiha di milê  birêvebirin, ku ew bi xwe karîbin dîroka xwe binvîsê, civak esas tê girtin, êdî tu kes nikare desthilatdariya xwe li ser vê civakê bike, heger em li derdorê dinêrin, em dibînin ku çawa rasmaliyetê bi xwe re şer, talankirin û wêran kirin aniye, lewma civak hatiye qirkirin, ji ber vê yekê madeya 3’yem tekez dike ku civakeke axlaqî û siyasî divê were avakirin li ser bingeha rast, wekhevî, demokratîk û karibe bibe bersiv ji vê rewşa ku em têde.”

 Madeya 43’yan ya Hevpeymana Civakî

Derbarê madeya 43’yan ya Hevpeymana Civakî  elîko wiha got: “Di madeya 43’an de hatiye eşkerekirna ku bidestxistina azadiya ramana siyasî ji bo hemû gel, pêkhate û takekesan û mafê wan e ku partiyên ku daxwazên wan temsîl dikin û avabikin, ev tê wateya ku herkes dikare nêrîn, helwest, bernameyên xwe yên siyasî, armancên xwe ji bo gelên xwe îfade bikin, lê di çarçoveyekî de ku dikare xwe hîn biparêze û armancên xwe yên sereke bidê xuyanîkirin, çi partî bin yan jî kesayet bin û her wiha armanca wan ya yekem xizmeta civakê be, ji ber vê yekê ev madeyeke bingehîne û girînge.”

Madeya 48’yan ya Hevpeymana Civakî

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat Mihemed Emîn Elîko di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Peymana Civakî bi hemû madeyên xwe gel bingeh digre  û wan diparêzin, madeya 48 ya ku mafê herkesî heye beşdarî siyaseta demokratîk bibe, li gorî  qanûnê xwe hilbijêre,  ev demên berê zehmet bûn, ji ber  ku tenê hin kes hebû  derbasî  perleman dibûn bêyî ku gel wan nasbikin, li her derî ev yek dihat kirin, lê dema  ku madeya 48 her kesî îfade dikê, û her kes azade dikare xwe li gor rêgezan xwe bibîne guncaw û xwe pêşinyar bike, ev yek encama têkoşîna vî gelî ye, ku rewşenbîrin, zanane, xwedan fikirin û karibin gelên xwe îfade bikin, avakirina  civakeke exlaqî û siyasî, her wiha gavên mezintir werin avêtin di demên pêş de da ku nasnameya gelan îfade bike û dîrika xwe bi destê xwe binvîsin.”