Wednesday, May 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Revandina  silêman razîkirina dewleta tirk e

03/01/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nikarin hevpeyaman civakî asteng bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Rojnamevan û Edîtorê Beşê Erebî yê Ajansa Roj news Silêman Ehmed ev zêdeyî 70’î roj in ji aliyê desthiladariya PDK’ê ve hatiye revandin. Tevî Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) û Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas )(RSF) jî di nav de gelek sazî û dezgehên herêmî û navdewletî ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê daxwaz kirin, Ehemed di zûtirîn dem de serbest were berdan û aqûbeta wî were zanîn. Wan saziyan hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi binpêkirina zagonên navdewletî û zagonên mirovî tewambar kirin.

Lê rayedarên PDK’ê xwe wekî ne bihîstî û ne dîtî dike û hîn jî mafê xweparastinê ya li gorî qanûnê Iraq û Başûrê Kurdistanê jî nade Silêman Ehmed, rê nayê dayîn ne parêzer û ne jî malbat serdana Silêman bikin. Bi vê jî PDK’ê hemû exlaq û qanûnên mirovahiyê derbas dike.

Li vir ez wekî hevalekî Silêman ê nêz ku me di Efrînê de bi hev re kar kiriye, ji rayedarên PDK’ê pirs dikim, Silêman çi sûcên derveyî qanûnî li Başûrê Kurdistanê pêk aniye?. Mane Silêman piştî dagirkirina Efrînê li Başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî li Başûrê Kurdistanê jiyan dike. Niha çi hatiye bîra we hûn wî bi tewana û îdayên ne di cih de wî bin çav bikin?. Ya din jî ev çi sîsteme rê nede parêzer û malbatan serdana girtiyên xwe bikin?

Heger hûn rast di bûyera revandina Silêman de bi heq in, bersiva parêzer û malbatê bidin û bêjin me Silêman ji ber van sûcan girtiye. Di Kurdistanê de tu carî endametiya PKK’ê ne bû ye sûc, berûvajî heger tu ji xelkên Şengal û Kerkûkê pirs bikî, ew ê bi pisporî cûdahiya di navbera PDK û PKK’ê de bîne ziman. Ew ê yekser bêjin hemû cihên çekdarên PDK’ê xelkên wê bi mirinê re rû bi rû hiştin, gêrîlayên PKK’ê bi fedekariyek mezin ji wan şer kirin û canê xwe feda kirin.

Lê xweş diyar dibe, revandina Silêman bi 2 armancan pêkhatiye ya yekem û herî kampax razîkirina dewleta Tirk û istxbaratên wan e, ya duyemîn jî tirsandina xebatkarên Roj news û astengkirina xebatên wê ye.  Ji ber Roj news yekem saziya Başûrê Kurdistanê ya nûnertiya xeta ragihandina Azad dike. Bi nûçe û raporên xwe rastiya rayedaran û gendeliya bi destê wan tê kirin bi raya giştî ya Başûrê Kurdistan û tevahî Kurdistanê aşkere dike.

Bi astengkirina Roj news hêvî dikin ku dê hemû xebatên ragihandina azad bê bandor bikin. Lê em xebatkarên ragihandina azad ji rayedarên PDK’ê yên çarenûsa Silêman Ehemed di destê wan de ye, re dibêjim bela ji xizmeta dewleta Tirk vegerin û tenê daxuyaniyên wa yên dema refiranduma Kerkûkê ya sala 2017’an bi bîra xwe ve bînin. Di heman demê de bela rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî li ber çavên xwe bibînin. Mane Silêman Ehmed ji Efrîna dagirkirî hate koçber kirin. Mane çeteyên dewleta Tirk di mala Silêman û bi sedhezaran malbatên Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî hatine bi cihkirin.

Ev rastiya dewleta Tirk lazime PDK’ê bi hemû rayedarên xwe ji xizmeta dewleta Tirk derkevin, rastî jî eve, heger dernekeve wê dîrok bi temamî wan ji nava xwe bavêje.

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê
NÛÇE

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê

20/05/2025
kovara Mizgîn-184
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-184

20/05/2025
Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin
NÛÇE

Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin

20/05/2025
Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin
NÛÇE

Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin

20/05/2025
Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin
CIVAK Û JIYAN

Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin

20/05/2025
‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.