Rojnameya Ronahî

Çarçoveya têgînî… Ziman û Şaristanî

Ji remanê Rêber Apo

Têgîna ziman têkiliya xwe xurt bi têgîna çandê re heye. Di çarçoveyeke teng de ziman bi awayekî bingehîn têgîna sereke ya qada çandê ye. Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin. Ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zêhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûye xwediyê îfadeyê. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê maneyê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin. Civakên xwediyê vê rastiyê jiyaneke wan a manedar a zêhniyet, exlaq û estetîkê nabe û eşkere ye ku heta ji holê rabin wê weke civakeke nexweş mehkûmê jiyaneke trajîk bimînin. Civakên mane, exlaq û estetîka xwe ji dest bidin, nirxên wan ên civakî jî bi tenê ji bo nirxên mêtinkaran dibin maddeya xam a bikaranînê. Weke encam mirov dikare bibêje; mînak ziman weke li cem Kurdan be, civakeke di vê rewşê de ji aliyê maddî ve wê heta dawiyê xizan bibe û bikeve rewşeke parçeparçebûyî ango gelekî eşkere ye ku ji aliyê mane, exlaq û estetîkê ve wê bi şaşî, xayîn û kirêt bijî û nikaribe ji vê rewşê xilas bibe.

3- Şaristanî

Têgîna şaristaniyê zêdetir têgîna çanda giştî ya civaka di qonaxa çîn, bajar û dewletê de pênase dike. Çînbûn, bajarbûn û dewletbûn kategoriyên bingehîn ên civaka şareza ne. Civaka li vir civaka çînbûyî, bajarbûyî û dewletbûyî ye. Pêşdeçûna berbiçav û dîrokî bi xwe re di nava civaka klan û qebîleyên wekhev de diyardeya çînbûnê, li ser civaka gund-cotkariyê bajarbûn û ji nava civaka hiyarerşîk jî dewletbûn pêk anî û ev diyarde şaristaniyê karekterîze dikin. Civaka şareza li têkiliya sîmbiyotîk a di çarçoveya xweza-civakê de zêdekirî, di nava xwezaya civakî de têkiliya hukimraniyê ye ku yekalî pêş dikeve û her diçe weke nakokiyeke dijwar xwe nîşan dide û berbiçav dibe. Di nava civakê de avahî, manedan, exlaq û hisên estetîk ên cuda pêş dixe. Şaristanî ji bo civakê bûyereke erênî yan jî neyênî ye, mijarek e ku gelekî nîqaş li ser tê kirin. Li gorî kesên dîrok bi çavên serwer û mêtinkaran ava kirine, şaristanî bûyereke mezin a dîrokî ye, û heta dîrok bi xwe ye. Lê li gorî kesên di bin mêtinkarî û zordestiyê de şaristanî felaketeke mezin e, û jidestdana utopya cennetê ye. Ya rast jî ev e. Civakek hûrûkûr xwediyê vê nakokiyê be, li gorî xwezaya civakî wê têde fikir, exlaq û hisên estetîkê cuda bibin. Pêkhatina cîhana mane û saziyên bi nakok û parçebûyî li gorî karektera şaristaniyê ye. Şer herî zêde vê rastiyê îfade dikin. Hebûna çalakiyên civakî yên mîna şer ku di wan de tinekirinên fizîkî gelekî hene, civakeke hûrûkûr hatiye parçekirin dikarin îfade bikin. Parçebûna maneyê jî şerê îdeolojîk îfade dike û ev jî di civaka şareza de bi qasî şerê fizîkî şerekî bi bandor ê hegemonîk e. Civaka şareza aliyên xwe yên cuda yên bi nakok li hêlekê bi şerên îdeolojîk, fizîkî û saziyan nîşan dide, li hêla din jî xwe paşve nadin xwe weke yekparebûna hîmên têkûz ên avahî û maneyên serwer û domdar îfade dikin. Îddîa dikin ku civaka rastî ji wan pêk tê û civak bi vî awayî heye ango dibe heyî. Serdema şaristaniyê di nava xwe de çiqasî kirasên dem û dewranan, kirasên sazî û maneyan li xwe bike jî maneya wê ya bingehîn her weke xwe dimîne.

Di pêşdeçûna civaka şareza de diyardeyeke bingehîn a mirov çavdêriya wê dike ew e, civaka şareza di nava wê civakê de ku têde mezin dibe, wê bi mekanîzmayên mêtinkarî û zorê her diçe dadiqurtîne, dihelîne û bi vê diyardeyê ve girêdayî têkiliya ekolojîk-sîmbiyotîk a bi Xwezaya Yekemîn re bi awayekî ji hev bike hildiweşîne, wê ji xwe re bi tenê dike çavkanî, wê dimije û her diçe diqedîne. Di rewşeke wisa de mijareke rojane dikeve rojevê, ew jî ev pirsgirêk e, gelo civak wê bi nakokiyên hundirîn, yan jî bi nakokiyên ekolojîk ji hev belav bibe. Ya rast jî ew e, eger di şaristaniyê de veguherîneke bi kok û erênî çênebe, di hukimraniya herdu nakokiyan de Xwezayên Yekemîn û Duyemîn wê felaketên mezin bibînin û wê nikaribin ji vê xilas bibin. Dibêjin civak bêyî şaristanî nikarin bijîn, civakên şareza civakên dewlemend û bi hêz in. Nirxandinên bi vî rengî îdeolojîk in, û zêdetir paradîgmaya elîta yekdestdar a tehekumkar û mêtinkar nîşan dide. Asta çînbûn, bajarbûn û dewletbûn gihiştiyê, li gorî tevahiya derdorên zanistê yên bi bandor weke kansêr û penceşêreke civakî (kansêr û penceşêra biyolojîk jî bi vê rastiyê re têkildar e) tê nirxandin. Li ser vê mijarê têra xwe nîşane hene. Çêkirina sîlehên nukleer, hilweşandina hawîrdorê, bêkariya ji ber sîstemê zêde dibe, civaka zêde dixwe, zêdebûna pirr a şêniyan, kansêra biyolojîk, nexweşiyên cinsî û qirkirinên zêde dibin hin ji van nîşaneyên sereke ne.

Ji lewra modernîteya şaristaniya demokratîk a ku wê şaristaniya heyî ya bi kansêr û bi nakok ji karektera wê ya tehekumkar û mêtinkar derxe û veguherîne, her diçe xwe weke alternatîf û rêya rizgariyê ferz dike. Ya rast ew e, divê mirov hilweşîna şaristaniya kevin weke hilweşîna tevahiya şaristaniyê nebîne, weke pêşxistin û serekebûna şaristaniya demokratîk binirxîne. Di vê rewşê de ya girîng ku divê mirov zanibe ew e, çandên civakî bêhtir mayînde ne, di wê hêzê de ne ku dikarin şaristaniyan veguherînin, hem dikarin şaristaniyan cuda bikin û veguherînin, hem jî ji wan tê şaristaniyan ji binî ve veguherînin. Eger di civakekê de şaristanî hilweşe, divê ev weke zirar û ziyanekê neyê dîtin, berevajî, eger ji aliyê manedan û avabûnê ve rê li pêşketina çandê vekiribe, mirov dikare vê hilweşînê heta dawiyê weke pêşketin û bûyereke erênî qebûl bike, hukim bide. Eger rê li ber veguherîna şaristaniyê vekiribe, mirov dikare vê pêşketin û bûyerê weke rizgariyeke temam û xwegihandina jiyaneke azad şîrove bike.