Rojnameya Ronahî

‘Armanca bingehîn a polîtîkayên koçberkirinê, bênasname hiştina gelê Kurd e’

Hevseroka Goçîzder’ê Medya Alkan: Armanca sereke ya koçberkirinê; valakirina erdnîgariya Kurdistanê û bê îrade kirina gelê Kurd e.

Koçberiyên bi zorê yên salên 90’î li bajarên Kurdan bi şewitandina gundan re hatin kirin, îro jî weke rêbazeke asîmîlasyon û bênasnamekirinê weke dewama polîtîkaya dewletê tên bikaranîn. Li gorî daneyên Komeleya Şopandin û Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê, hat ragihandin ku bi tenê di 9 mehên destpêkê yên sala 2023’yan de hejmara serlêdanên penaberiyê yên li Ewropayê ku di sala 2016’an de 9 hezar 675 bû, derket 51 hezar 415 kesî. Dîsa di raporê de hat destnîşan kirin ku bi giştî 6 hezar kes her meh koçî Ewropayê kirine û serlêdana penaberiyê kirine û ji sedî 80’ê vê hejmarê ji Kurdan pêk tê.

Hevseroka Komeleya Şopandina Koçberiyê (Goçîzder) Medya Alkan li ser polîtîkayên koçberkirinê yên li Herêma Kurdistanê tên meşandin ji ANF’ê re nirxand û got: “Sedema bingehîn a koçberiya ji bajarên Kurdistanê, di rastiyê de polîtîkaya şerê taybet a dewletê ye. Kesên ku ji ber qeyûm, zext, polîtîkayên siyasî û aborî yên dewletê ve tên meşandin nikarin qadeke jiyanê peyda bikin, rêya dawî serî li koçberiyê didin e. Bi taybetî malbat ji vê rewşê gelekî ditengijin, malbat tên cem me û dibêjin, ‘ciwanên me diçin, çareseriyekê ji vê re bibînin’. Bi taybetî di dema piştî hilbijartinê de rewşeke cidî ya koçberiyê çêbû. Hejmara ciwanên ku koçber bûne ji ber ku bi rastî jî êdî çareseriyê peyda nakin û dizanin ku rêjîm naguhere gelek zêde bûn.”

Koçberî encama polîtîkayên şerê taybet e

Alkan, da xuyakirin ku divê rêxistinên sivîl têkildarî koçberiyên li bajarên Kurdan polîtîkayên nû hilberînin û pêşî li koçberiyê bigirin û wiha domand: “Bi peydakirina qadên jiyanê yên nû ji bo ciwanên me, em dikarin pêşî li koçberiyê bigirin. Em bi pirsgirêkeke koçberiyê ku piraniya wê ciwanin re rû bi rû ne. Ev rewş nîşanî me dide ku ji ber ciwan ji desthilatdariya heyî nerazîne, neçar mane derkevin dervî welat. Gelek ciwan hene ku vê rêveberiyê qebûl nakin û rast nabînin. Ev pêvajoya ku em niha dijîn, berdewama polîtîkayên koçberkirinê yên salên 90’î ne. Armanca sereke ya koçberiyan; valakirina erdnîgariya Kurdistanê û bê îrade kirina gelê Kurd e. Ev rewşa ku em dijîn, encama polîtîkayên şerê taybet e.”

Divê qadên jiyanê yên nû bên avakirin

Alkan, anî ziman ku koçberî parçeyek ji polîtîkayên asîmîlasyonê ye û got, “Desthilatdarî dixwaze gelê Kurd bê nasname bike, xaka Kurdistanê bê mirov bike û polîtîkayên ku dixwaze bimeşîne. Dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin û van xakan vala bikin. Divê em warên xwe vala nekin, berovajiya wê em biparêzin. Divê em bûdceya xwe bi xwe çêbikin û bi dabînkirina qadeke jiyanê pêşî li koçberiya ciwanên xwe bigirin. Em wek komele çavdêriya koçberiyên li Kurdistanê dikin û lêkolînan dikin. Qeyûm û zextên dewletê di vî warî de me asteng dikin. Têkildarî koçberiyên ku piştî desteserkirina şaredariyan pêk hatin, komîsyoneke koçberiyê bê avakirin, ji bo pêşî li koçberiyê bê girtin, qadên werzîşê yên ciwanan bên berfirehkirin, qadên aborî yên ciwanan bên çêkirin. Dema ku ev şert û merc pêk werin, ji bo pêşîgirtina li koçberiya ciwanan wê gavên girîng bên avêtin.”

Em bi hev re axa xwe şîn bikin

Alkan, destnîşan kir ku li herêmên Serhad û Amedê koçberiyek cidî ya ber bi Ewropayê ve heye û wiha dawî li gotina xwe anî: “Li vê herêmê şebekeyek cidî heye. Ya rast karê me ew e ku em vê şebekê bibînin û çawa dixebitin derxin holê. Di lêkolînên xwe de me dît bi tenê di 9 mehên destpêkê yên sala 2023’yan de hejmara serlêdanên penaberiyê yên li Ewropayê ku di sala 2016’an de 9 hezar 675 bû, derket 51 hezar 415 kesî. Ji sedî 80’ê van serlêdanan ji ciwanên Kurd pêk tê. Em ji bo vê axê têdikoşin. Werin em bi hev re xwedî li axa xwe derkevin û dest ji axa xwe bernedin. Werin em bi hev re axa xwe şîn bikin.”