Rojnameya Ronahî

‘Bi hêz û berxwedaniya gel wê tevahiya êrişan têk biçin’

Birûc Resûl/Qamişlo

Kordînasiyona Kongira Star Şîraz Hemo diyar kir ku armanca êrişên dewleta tirk a dagirker ên di 23’yê Berfenbarê de dest pê kir û di encamê de binesaziya herêmê û sivîl hatin hedef girtin, têkbirina destkeftiyên gel e  û  wiha got: “Pêwîste em li hemberî vê qirkirinê xwedî sekn bin û bi berxwedanê jiyan bikin, herwiha em di wê baweriyê de ne ku serkeftin para me ye.”

Dewleta Tirk a dagirker wekî dewama êrişên qirkirinê di 4’ê Cotmehê de êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di encamê de binesaziya herêmê hat hedef girtin. Careke din di 23’yê Berfenbarê de êrişên xwe dest pê kir û binesaziya herêmê ji petrol, kehrebe, fabrîkayên nîsk, pembû, zeytûn, çapxane, nexweşxane, rêbend û gelek cihên xizmetguzariyê bombebaran kir. Herwiha di encama êrişên dagirkeriyê de gelek welatî şehîd û birîndar bûn.

Derbarê êrişan û armancgirtina binesaziya herêmê, herwiha berxwedana gel ya li hemberî êrişan kordinasiyona Kongra Star Şîraz Hemo ji rojnemeya me re axivî.

Şîraz Hemo diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêma bakur û rojhilatê Suriyê têkbirina projeya demokratîk ya ku bi peşengiya gelê kurd dest pê kir û wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker ev zihniyeta qirêj bi dehên salan berdewam dike, her wiha gelê xwe li ser nejadperestî ava kiriye. Ev zihniyeta qirêj a dewleta Tirk a dagirker ji destpêka sala 1923’an di nav peymana sîver de dest pê kiriye. Di heman demê de sedema yekem ew e xewna osmaniyan pêk bîne û dixwazin çanda bav û kalkên xwe ya xwînmij belav bikin. Sedema duyem jî dagirkeriya Tirk xwedî sîstemek desthiladarî û qewmî di herêmê de ye û  naxwaze sîstema Rêveberiya Xweser a Demokrtîk di nav gelên herêmê de pêş bikeve, ji ber vê yekê êrişên pir mezin dide meşandin. Her ku destkeftiyên gel zêde dibin êrişên dagirkeriya Tirk zêde dibin. Piştî ragihandina Hevpeymana Civakî û li darxistina Kongira MSD`ê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane zêdetir kir.”

 ‘Em ê li hemberî vê qirkirinê xwedî sekn bin’

Şîraz wiha di berdewamiya axaftina got: “Dewlata Tirk a dagirker destkeftiyên civakê dike hedef, dizane ku ev destkeftî ne tenê yên civakê ne, herwiha ev destkeftî yên Rojhilata Navîn tevahiye. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi hemû cureyên êrişên xwe gelê kurd qir bike û benesaziyên civakê ku pêdiviyên civakê peyda dike hedef digire  da ku gel koşber bibe. Binesaziyên ku hatine hedefgirtin hemû cihê genim, prtrol, nexweşxane, çapxane, derzîxane û gelek sivîl hatin hedef girtin. Sekna gelê me di êrişa 4’ê Cotmehê de û heya niha jî bê rawestandin berdewam dike. Li kêleka êrişan pêngavek ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dest pê kiribû, gelê me ji bo azadiya Rêber Apo û li dijî êrişan xwedî seknek pir mezin e. Dewleta tirk biryara qirkirin, tunekirin û ji bo sîstema me neyê rûniştandin, êrişî îradeya civakê dike. Divê gelê me ji vê xurtir û bi hêztir bin. Çalakiyên gelê me cihê pîrozî ye û em li pey şervanên xwe ne. Pêwîste em  jî wek gel li hemberî vê qirkirinê xwedî sekn bin. Hedefa dewleta tirk ji bo qirkirina gelê Kurd û qelskirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye lewma divê gelê me asta têkoşînê xurtir bikin da ku  em tevahiya êrişan têk bibin.”

‘Divê rêxistinên navneteweyî li hemberî êrişan bêdeng nemînin’

Kordinasiyona Kongira Star Şîraz Hemo di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku bêdengiya hêzên navnetewî tê wateya ku çireya kesk dane dewleta tirk a dagirker û wiha got: “Dema em dibêjin berxwedan jiyane rastî jiyana ji ber ku em nikarin bê berxwedanî jiyan bikin û em di vê baweriyê de ne ku em ê bi ser bikevin. Her wiha wekî jin em ê berxwedana xwe li hemberî dijmin mezin bikin. Bangewaziya me ji hemû rêxistinên navnetewî heya ku bi erkê xwe yên exlaqî rabin û bêdeng nemînin”