Rojnameya Ronahî

‘Em ê civakeke axlaqî vejîn bikin’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Meclîsa Jin a Kongra Îslama Demokratîk di 22`ê Berfanbarê de yekemî konfransa xwe li dar xistibû, Rêveber û endamên Meclîsa Jin a Kongra Îslama Demokratîk diyar kirin ku îslama demokratîk li ser bingeha wekheviyê maf û rola jinan parastiye.

Di 22`ê Berfanbarê de Meclîsa Jin a Kongra Îslama Demokratîk Yekemîn konfiransa xwe bi dirûşmeya “Bi hêza bawerî û ramana Îslama demokratîk em ê civaka exlaqî û polîtîk vejîn bikin” li bajarê Qamişlo li dar xistibû.

Di derbarê Konfiransa Meclîsa Jin a Kongra Îslama Demokratîk endama Hemahengiya Jin di Kongra Îslama Demokratîk Emîra Elizo û rêvebera Saziya Olî ya Şêxmeqsûd Nisrîn Ibrahîm ji rojnameya me re axivîn.

Emîra Elizo diyar kir ku pêwîstiya jinên îslama demokratîk bi konfiransê hebû û wiha got: “Me xwest Îslamê di riya îslama demokratîk de pêk bînin ya ku dûrî îsalama radîkale, herwiha rola jin di nava îslamê de bidin xuyakirin. Ji ber cih û mafê jin di nava îslamê de heye. Me xwest ku hişemndiya bi 100’ê salan hatiye belavkirin ya ku dibêje divê  jin bindiset û di malê debe, biguherînin, ji ber bi vî rengî dixwestin rol û mafê jinan tune bikin. Lê jin ne tenê di nava îslamê de, di hemû aliyên civakî de, bi hêz û bawerî xwe da isbatkirin, bi taybet di nava ol de.”

‘Îslam bingeh û girîngî daye jinan’

Emîra Elizo di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku di nava civakê de jin her dem xwe ayidê mêr didît û wiha got: “Armanca kar û xebatên me jî ew e ku ji jinên hemû olan re xebatê bikin. Pirsgirêkên ku em rastî wê tên jî em çareser dikin û hîn hin pirsgirêk hene, bi demê re wê bên çareserkirin. Îslama di hemû aliyan de girîng daye jinan, Îslam jin bê maf nekiriye li gorî ku çeteyên DAIŞ`ê û kesên bi navê îslamê axivîn, îslam bingeh û hêz daye jinan mînak jî Sûret Meryem û Nîsai di Qûranê de hatiye ev yek girîngiya jinê di nava îslamê de dide eşkerekirin.”

‘Rêber Apo girîngî û piştgirî da azadiya jinê’

Endama Hemahengiya Jin di Kongra Îslama Demokratîk Emîra Elizo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku îslama demokratîk hemû olan di nava xwe de digire û got: “Jinên Îslama Demokratîk hemû olan di bin sîwana xwe de digire û girîngiyê didin wan. Em li dijî Îslama radîkalin ya ku tu dînên din di nav xwe de nagirin. Armanca sereke ji Îslama Demokrtatîk belavkirina wekheviyê di nava hemû olan de ye. Bangewaziya min ji hemû jinan re ku têkoşîn bikin ji bo azadiya xwe, herwiha ev berxwedaniya ku em gihştinê bi saya Rêber Apo bo, ji ber Rêber Apo girîngî û piştgirî da azadiya jinê û bi vê piştgiriyê jin karîbû îro roj xwe heyanî astekê ji bindestî û hişmendiya olên radîkal rêzgar bike.”

‘Em ê berxwedana jin di hemû qadên jiyanî de bidin pêş’

Di heman çarcoveyê de Rêvebera Saziya Olî ya Şêxmeqsûd Nisrîn Ibrahîm diyar kir ku armanca wan birêxistinkirina hemû jinan e û wiha got: “Tevlîbûna me ji Konferansê yekemîn ya Meclisa Jin a Kongra Îslama Demokratîk ew e ku hemû jinan birêxistin bikin, herwiha mefhûmê Îslama Demokratîk bidin naskirin, da ku şideta li ser jinan bê rawestandin. Dema çeteyên DAIŞ`ê derbasî herêmên me bûn, xwestin zorê li ser jinan bikin, ji bo wê me xwest em bi kombona hemû jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Îsalama Demokratîk de berxwedana jin di hemû qadên jiyanî de bidin pêş. Jin azad bibin wê civakên azad bên avakirin. Astengiyên li pêşiya me derdikeve hizira civakê ye, dema dibêje jinê olî çawa kar û xebatê ji derveyî malbata xwe dike, ji bo wê di riya konferansê de me ji civakê re diyar kir ku em kar û xebatên exlaqî ji bo azadiya civak û jinê didin meşandin.”

Pilansaziya Meclîsa Jin a Kongra Îslama Demokratîk

– Ji bo damezrandina akademiyek taybet a ji bo Encûmena Jinan di Kongra Îslama Demokratîk de kar û xebat bên kirin.

– Bihêzkirina ragihandina encûmanê bi amadekirina plansaziyeke medyayî ya herdemî ku tê de bernameyên pirsgirêkên jinan di ol û civakî de were nirxandin.

– Ji bo berfirehkirina peywendiyan li ser asta herêmî û cîhanî di warê danûstandina serdan û lidarxistina semîneran bi riya platformên medyaya civakî Kar û xebat bên kirin.

– Li ser amadekirina ku rsên perwerdehiyê xebat bê kirin.

– Berdewamkirina lêkolînên taybet li ser axaftinên lawaz û çêkirî yên di derbarê jinan de û komkirina wan di pirtûkek taybet de.

– Birêxistinkirina xebatên Meclîsa Jinan li herêmên ku hîn nehatine birêxistinkirin û li gorî pêwistiyê zêdekirina endaman.

– Ji bo bilindkirina rola jinan di Komîteya nêrîn  û îctîhadê de di çerçoveya Kongraya Îslama Demokratîk de kar û xebat bên kirin.