Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêza Ciwanan wê pilanên faşîzmê têk bibe

31/12/2023
in ROJEV
A A
Hêza Ciwanan wê pilanên faşîzmê têk bibe
Share on FacebookShare on Twitter

Vîndar Roj/ Şehba

Ciwanên şoreşger yên Kantona Efrîn û Şehbayê li hember siyaseta faşîzmê û qirkirinê ya ku dagirkeriya tirk di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd dide meşandin. Çalakiya ciwanên Apoyî li herêma Şehbayê bi durişmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirisgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi meşeke girseyî bi rêve çû.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Şehbayê û bi tevlîbûna ciwanên Helebê meşeke dirêj li ser asta herêmê hate birêxistin kirin. Ev meş di çarçoveya pêngava cîhanî ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatiye destpêkirin hat orgenîze kirin. Tevgera ciwanên şoreşger ji bo pîrozkirina oparasyonên gerîlayên azadiyê li herêmên parastina medyayê, her wiha ji bo têkbirina tecrîda ferizkirî ya li ser Rêber APO dest bi çalakiyan kirin. Şoreş û serkeftina şoreşê bi pêşengtiya ciwanên demê yêm şoreşger tê misoger kirin. Ji lewra di her qadê û her pêngavê de ciwan pêşeng û serkeftina wê yekê dikin. Têkildarî naveroka çalakiyê yek ji berpirsên tevgera ciwanan li herêma Şehbayê Fuad Mihemed û hevserokê tevgera ciwanên Helebê Hêva Bekir ji rojnameya me re axivîn.

`Li hember hêza gelê Kurd Faşîzm têk diçe

Fuad di axaftina xwe de anî ziman ku faşîzma Tirkiyê bi hemû pilanên xwe yên dijî Kurdan têk diçe û wiha got: “Li dijî Kurdan faşîzma Tirkiyê bi hemû hêz û pilanên xwe ketiye nava xebateke bê dawî. Ji tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO bigire û heyanî êrîşên ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku bê navber têne meşandin hemû sûcên dijmirovî ne û pêwîste ku li hemberî van êrişan herkes dengê xwe bilind bike û şermezar û lanet bike. Dagirkeriya tirk dixwaze bi siyaseta tecrîdê îradeya Gelan bişkîne û destkeftiyên ku pêkhatine ji holê rake. Li hember wê yekê bi hezaran ji gelê Kurd, zanyar, feylesûf û gelên cîhanê bi pêngaveke cîhanî rabûn û banga têkbirina tecrîdê kirin. Di heman demê de bi têkbirina dagirkeriya Tirkiyê li çiyayên azad, hêrs û kîna wan li hember gel û serkeftinên gelê Kurd zêdetir bû. Ji lewra dest bi êrîşên xwe yên li ser tavahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ev êrîş û pilanên faşîzma Tirkiyê jî bi yek carî bi ser neketin û têkçûneke nû jiyan kir”.

`Bi rihê Mazlûm û Xeyriyan emê tolê hilînin`

Her wiha fuad anî ziman ku ciwanên serdemê bi rihê tolhildanê di nava têkoşînê de ne û wiha pê de çû: “Di tevgera Azadiya Kurdistan de, ciwanên serdemê yên Aboyî li ser felsefeya Rêber Apo çavên xwe vekirine û ji bo doza azadiya Kurdistan û tavahî gelên bindest li ser esasê têkoşîn û berxwedanê mezin bûne. Li ser wî esasî tavahî pilanên dagirkriyê yên li dijî Rêbertî, Gelê Kurd û gerîlayên azadiyê bi rihê ciwantiya Mazlûman û Xeyriyan em di nava tolhildan û têkoşînê de ne”.

`Li ser yek armancê ciwan têdikoşin` 

Hevserokê Tevgra Ciwanên Helebê Hêva destnîşan kir ku tavahî ciwan bi yek armancê tê dikoşin û wiha domand: “Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO û pîrozkirina çalakiyên Gerîlayan li hember dagirkeriyê. Tevahî ciwanên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yek deng û hestî armancê dest bi çalakiya xwe kirin. Di çalakiyê de nêzî 70’î ciwanên ji taxa Eşrefiyê û Şêxmaqsûd a Helebê derbasî herêma Şehbayê bûn û cihê xwe di çalakiyê de girtin.

`Em banga ciwanên xwedî helwest dikin`

Hêva di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hêza ciwanan û jinên ciwan tavahî polîtîke û pilanên dijmin têk biriye û wiha got: “Di pêngava guhartin û veguhartinên ku herêm jiyan dike de û rûxmî hemû pilanên navnetewî, êrîş û hedefgirtinên dijmin li ser gel û herêmê bê navber der didome. Lê di her pêngavê de ciwanên Apoyî bi bilindkirina asta têkoşînê û bi çalakiyên li hember faşîzmê û qirkirinê, xwe îsbat dikin û van polîtîkeyan pûç dikin. Ji lewra em banga tavahî ciwanên xwedî helwest dikin ku li hember dagirkeriyê tevlî cenga azadiyê bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.