Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêneyên Qamişlo şehîd Ciwan Elî oxir kirin

31/12/2023
in ROJEV
A A
Şêneyên Qamişlo şehîd Ciwan Elî oxir kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Bi hezaran şêneyên kantona Qamişlo şehîd Ciwan Elî yê ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Çapxaneya Sîmav a li bajarê Qamişlo de Şehîd bû, li Goristanan Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

Şêniyên bajarê Qamişlo bi tevlîbûna hemû pêkhate, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, tevgerên jinan, nûnerên Rêveberiya Xweser bi merasîmeke girseyî şehîd Ciwan Elî yê ku di encama êrişa dewlet Tirk a dagirker ya li ser Çapxaneya Sîmav a bajarê Qamişlo birîndar bibû û ji ber rewşa wî ya giran şehîd bû, îro li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Merasîmê şehîd bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir, herwiha wesîqeya şehîd Ciwan Elî û Aya Mihemed her dû şehîdan radestî malbatên wan hat kirin.

Piştre li ser navê Saziya Malbatê Şehîdan Ebêd Etê axivî û wiha got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên neexlaqî bi 10`ê salan berdewam dike, di dema ku cîhan hemû kar xwe dikin ji sersala nû, hemû derfetên şahiyê dafirînin, Rojava û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrişên hovane û bê exlaqî tên.”

Piştî wê li ser navê Kongira Islama Demkratîk ji aliyê Şêx Casim axivî û wiha got: “Şehîd ew sitêrika li ezimane, bi rûmetî gihaştin asta şehadetê. Şehîd ew in e ku rûmeta me diparêzin, herwiha jiyaneke hevbeş ji bû me avadikin.”

Piştre li ser navê malbata şehîd Ciwan, Daliya Henan axivî û wiha got: “Îro em her kes dibîn êrişên ku li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin bêexlaqîne, di şerê Efrînê de bi hezaran gelê Efrînê rastî êrişên giran û hovane hatin, ji ber wê jî bi hezaran gelê Efrînê neçar man dev ji cî û warê xwe berdin, yek ji wan jî malbata şehîd Ciwan bû. Lê dagirkeriya Tirk ew li vir jî kir hedef û şehîd bû.”

Herwiha dayîka şehî Ciwan, Şêrîn axivî û wiha got: “Ez soz didim ji bo tola ciwan rakim, ezê jiyan bikim.”

Herwiha li ser navê malbata şehîd Aya ev axaftin hat kirin: “Silav û rêz ji bo Rêber Apo, şehîd ew e yê  ku hêzê didin jiyan me. Dewleta Tirk a dagirker rojane ciwanên me şehîd dixin, hemû çavkaniyên jiyanî wêran dikin, banga me ji dewletên navnetewî ku dengê xwe bikin li hemberî van êrişên hovane û qedexeya balafiran li ser asîmanê me deyin in.”

Di dawiya merasîmê bi silogana şehîd namirin, girseya gel cenazeyê şehîd Ciwan Elî rakirin ser milan û spartin axê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.