Rojnameya Ronahî

Bîlançoya Salekê ya Êrîşên Li ser Herêma Efrîn û Şehbayê

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Dewleta Tirk a dagirker di salekê de gundewarên kantona Efrîn û Şehbayê bi 4732 gule Obîs , 2989  gule hewan , 475 gule tank , 26  gule fûze , 11 gule girad , 597 gule bombe avêj û 35 drunên Întîharî kir hedef.

– Meha Çile: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe 1003 gule Obîs, 770  gule Hewan, 366 gule Tank, 4 car fûze, drunên Întîharî carekê,  bikar anî.

-Meha Sibatê: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe 50 gule Obîs, 17 gule hewan, 5 gule tank bikar anî.

-Meha Adarê: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe 27 gule obîs, 18 gule hewan bikar anî.

-Meha Nîsanê  û Gulanê : Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  37 gule obîs, 17 gule Hewan, 8 gule tank, 27 gule bombe avêj û druneke întîharî ,bikar anîn.

-Meha Hezîranê: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe 188 gule obîs, 134 gule hewan, 27 gule tank, 82 gule bombe avêj, 11 gule girad û 3 Gule Fûze bikar anîn.

-Meha Tîrmehê : Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 121 gule obîs, 111  gule hewan, 42 gule bombe avêj, 8 gule tank û druneke întîharî 2 caran bikar anîn.

-Meha Tebaxê: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe 164 gule obîs, 256 gule hewan, 6 gule fûze, 8 gule tank û drunên Întîharî 16 caran hate bikar anîn.

-Meha Îlon : Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 263 gule obîs, 230 gule hewan, 7 gule tank û drunên Întîharî 4 caran bikar anî.

-Meha Cotmehê: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 1899 gule obîs, 887 gule hewan, 314 gule bombe avêj, 38 gule tank, 8 gule fûze û drunên Întîharî 3 caran, bikar anîn.

– Meha Mijdarê: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe 293 gule obîs, 231 gule hewan, 132 gule bombe avêj, 5 gule fûze û drunên Întîharî 3 caran, hate bikar anîn.

– Meha Kanûnê: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 687 gule obîs, 321 gule hewan, 8 gule tank, 127 gule bombe avêj, drunên Întîharî  5 caran: bikar anîn.

Encama Giştî:

Obîs 4732 gule, hewan 2989 gule, tank 475 gule, fûze 26 gule, girad 11 gule, bombe avêj 597 gule, drunên Întîharî 35.

Di nava Salekî de di serî de li Gundewarên Şehba, Şêrewa û Şera a girêdayê

bajarê Efrînê ji ber êrîşê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê di serîda

hemwelatiyekî Jiyana xwe Ji dest daye, 13 hemwelatî birîndar bûn e, ji ber lêdana

balafirê Şer û Keşfê 15 leşkerê hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan,79 leşkerê  jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşên balafirê Şer û Keşif, drunên Întîharî di heman demê de ji ber êrîşên  çekên giran ên wek Obîs, Hewan, Girad, Tank, Fûze û Bombe Avêj gelek gund  bi temamî hatine ruxandin û li wan gundan jiyan nîne. Gundên hatine rûxandin wisa ne:

– Gundên Navçeya Şera a girêdayê bajarê Efrînê: Gundê Merenazê, Malikiyê, Şêwarqa, Tat Maraş.

-Gundewarên Şehba : Miniq, Eyn Deqnê, Belûniyê, Hirbil, Simuqa, Til Cîcan, Til Medîq