Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca êrîşên dewleta Tirk şikandina îradeya gelê kurde’

31/12/2023
in ROJEV
A A
‘Armanca êrîşên dewleta Tirk şikandina îradeya gelê kurde’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Bi armanca qirkirina gelên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê û têkbirina destkeftiyan êrîşên dewleta Tirk a dagirker bênavber dewam dikin, herî dawiyê di 23Myê Berfanbara 2023‘an de dagirkeriyê careke din binesaziya herêmê û sivîl kirin armanaca êrişên xwe.  Hevseroka Desteya Çandê û Endamê Dîwana Wêjeyê diyar kirin ku armnaca êrişên dagirkeriyê qirkirina gel e.

Dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Berfanbara 2023’an de nêzî 50’î caran êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, 7 caran bi firokên cengî  û 33’ê caran bi dironan, di encama van êrîşan de jî 8 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan, 18 kesên jî birîndar bûn, her wiha 2 nexweşxane, navendeke tenduristiyê ya şûştina gerçikan, kargeha oksîjênê, stasiyonên  elekitrîkê û benzînxane hatin ruxandin. Di encama êrîşên hovane li ser sitasiyonên elktrîkê de, zêdetirî 2 hazar û 600 gund û bajar bê elektrîk mane.

Di derbarê êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê endamê Dîwana Wêjeyê Aram Elî û hevseroka Desteya Çandê Firyal Çolî ji rojnameya me re axivîn.

Endamê Dîwana wêjeyê Aram Elî  diyar kir ku armanca dewleta Tirik ji van êrîşan qirkirina gel, valakirina herêmê û guhertina demokrafîk e û wiha got: “Li Cîhanê tev de sûce ku binesazî û cihên sivîl  werin êrîşkirin, lê dewleta Tirk destpêkê daxuyanî da ku wê binesaziyê  bike armanc û va pêktîne, êrîşên wî hemû li dijî sivîl û cihên sivîla ye,  ev yek tê wateya ku dewleta Tirka naxwaze îradeya gelan pêşbikeve, ew herdem dixwazin  ku gel dibin desthilatdariya wan de be, çawa ku dema berê ev der di bin dagirkeriya dewleta Osmanî debû, niha jî armanca wan ew e ku Osmanîtiyê vegerînin û herêm vale bikin,  mînaka ber biçav jî Efrîn, Cerablos û Izazê ku çawa çeteyên xwe li dewsa şêniyên  ku ji wir hatibûn derxistin bicih kirin. Em wekî rewşenbîr, nivîskar û rojnemevanan  hertim em piştgiriya hêzên xwe yên parastinê  dikin û herdem li pişta gelê xwe ne. Emê herdem di xeta berxwedanê de têkoşînê bikin. Dewleta Tirk a dagirker  bi destûra dewletên navneteweyî, Nato, yekîtiya Ewrûpa û Emerîkayê  destûrê digre û van êrîşan pêk tîne, tenê bangewaziya me ji gelên cîhanê re ye  ku vê rastiyê bibînin û dengê xwe jî bilind bikin li dijî van êrîşan.”

‘ Dewleta Tirk binesaziyê hedef digre’

Hevseroka Desteya Çandê li herêma Cizîrê Firyal Çolî da xuyakirin ku dewleta Tirk binesaziya herêmê armanc digrin û wiha got: “Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser A Demokratîk ku hat qebûlkirin, serkeftineke mezin bû ji bo gelên herêmê, dema ku dijmin dibîne ku gelên herêmê destkeftiya bi dest dixin, êrişên xwe zêdetir dike. dagirkerî dema ku dibîne kargeh, çapxane , nexweşxane û binesaziya herêmê pêş dikeve, vê yekê qebûl nake û êrîşê binesaziyê dike. Lê bila baş biznibe îradeya gelên me pir xurt e û emê li hemberî dijmin Bisekinin, bangewaziya me ji rêxistin û saziyên navneteweyî re ku destekê bidin vê xaka pîroz  ya ku 12 hezar şehîd dane, û civaka xwe  birêve dibe, her  wiha bi îradeyeke xurt karîn bi ser bikevin, helwesta me ku ev êrîş werin sekinandin û li hember dewletên navnetewî jî were xuyanîkirin ku ji bo rijandina xwîna kurdan bese.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.