Rojnameya Ronahî

Wêjeya şoreşê…(1)

Elî Roj

Edebiyat, wêje an jî lîteratûr sê peyvên hemwate ne. Peyva edebiyatê bi Erebî ye, ya „wêje“ bi Kurdî ye, ya „lîteratûr“ jî bi Latînî ye. Edebiyat ji peyva „edeb“ê tê û wateya vê ya ferhengî „zerafet, nazikî û xweșikî“ye. Ereb bi xwe di wateya peyva edebiyatê de mîna disîplîn peyva edebê bikar tînin. Wekî ku dibêjin „el-edeb’ul Kurdî, ango edebiyata Kurdî. Pirhijmara peyva edebê edebiyat e û ji aliyê Kurd, Faris û Tirkan ve tê bikaranîn. Wekî „Edebiyata Kurdî“, „Edebiyatî Farisî“ û „Türk Edebiyatı“. Wêje ji peyva „wutin“ê tê. „Wutin“ di Kurdiya Soranî, Goranî û Zazakî de bi fonetikek nêzî hev beramberî wateya peyva „gotin“ê tê bikaranîn. Peyva lîteratûr di hemû zimanên ewrûpî de bi wateya edebiyatê ye.

Cûre bi cûre bê tarîfkirin jî, wêje ji berhemên nivîskî û devkî re tê gotin û ew jî bi ziman re zexm girêdayi ye. Wêje hêza xwe bikaranîna ziman digire û bi berhemên xwe jî ziman dikemilîne. Ji berhemên ku nivîskî û devkî yên bi hunerî bûyer, raman, hest û xeyalan bi șêweyekî bedew/estetîk pêșkêșî guhdar û xwendevanan dike re tê gotin. Ew berhem mîna helbest, çîrok, roman, destan, zargotin, stran, șano û… hwd derdikevin holê û cîhana nîgașî ya guhdar û xwendevanan dixemilînin.

Di derheqê wêjeyê de pir tișt hatine gotin û hîn jî ew ê bêne gotin. wêje tê wateya hewldana nêrîneke berfireh û gerdûnî, bilindkirina merhamet û hezkirinê. Di vê dema nûjen de êdî nivîsandin pir hêsan e. Lewma ji bo parastina berhemek wêjeyî nivîsandin pêwîst e. Nivîskar bi herfan nêrîn, hest û xeyalên xwe bi awayek hunerî dineqişîne û digihîne xwendevanan. Lê ev nayê maneya ku edebiyat bi tenê ji berhemên nivîskî pêk tê. wêjeya Kurdî ji ber sedemên așîkar hîn jî zêdetir devkî ye. Pêwîst e ku wêjeya nivîskî li ser hîmê wêjeya devkî were avakirin. Wê demê dewlemend, xurt û bedewtir dibe. Hinek beșên edebiyatê zêdetir bi devkî bandor dikin. Wê demê ji xwendevanan zêdetir guhdar derdikevin  li pêș. Bêguman û bêșik, dengbêj û çîrokbêj xwedî û hostayên wêjeya devkî ne. Di gotinên wî/ê de fantazî û rastî, xewn û serpêhatî, bûyerên qewimî û çêkirî di nav hev de ne.“

Wêjevan ew kesên ku kilîta gencîneya ziman di destê wan de ye. Ew bi nivîs û gotinan peyîvên di xeyalên xwe de diafirîne, bi rêkûpêk û nîzamî didin berhev, dixemilînin, dinivîsînin, dibêjin û vedibêjin. Bi wan xeyal, raman, derd, kul û keserên xwe tînin ziman. Di vê hewldanê de sûdê didine derdora xwe, tûrê xwe berdidin bin bîra dilên xwe, wan bi tecrûbe, raman, hest, xeyal û hêviyên xwe yên cûrbecûr dixemilînin û pêşkêş dikin. wêjevan bi şêwazekî xweşik behsa însanan dikin, bi awayekî hunerî însan ji însanan re tarîf dikin.

Dema mijar li ser mirov û mirovahiyê be wêjevan xwe, civaka xwe, herêma xwe jî vebibêje; ev vegotin gerdûnî û ji bo herkesî ne. wêjevan pirsgirêkên hemû kesên li rûyê erdê mîna pirsgirêkên xwe dibînin û ji bo çareseriya wan hewl didin. Ev hewldana gerdûnî sînor û tixûbên di dil û mejiyên mirovan de hatine danîn serûbin dikin, nêrîn û dîtinên berfireh didin ber wan. Ew êș û janên mirov û mirovatiyê ji xwe re dikin êș û jan, ji bona çareseriya wan tevdigerin. Bi duristkirin û tekûzkirina gotin û vegotinê niyet û meqsedên mirovan zelaltir dibin, baștir û duristir tên fêmkirin. Ev jî bi bêjinga edebiyatê gengaze.

wêjevan bi nêrînek berfireh li jiyana civakan dinere û șîrove dike. Di berhemên wî de hestyariyek û dilsoziyeke mirovhezî û gerdûnî heye. Ew ji xwendevanên xwe re dibe pêșeng û hișmendar.