Rojnameya Ronahî

Desteya Jîngehê parêzvana jîngeh û xwezayê ye

Ayşa Silêman/Qamişlo

Hevserokê Desteya Jîngehî ya Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ibirahîm El-Esed diyar kir ku Desteya Jîngehî di 29’ê Gulana 2023’an de bi rengekî fermî bi biryara Rêveberiya Xweser di Meclisa Qanûnsaz de, hat ragihandin, da ku gavine mezintir di aliyê parastina jîngehî de  bên avêtin.

Di çarçoveya parastina jîngehê de, di sala 2023’an de 138hezar û 188 dar hatin çandin, bi dehan park hatin vekirin û 3 daristan jî hatin vekirin. Desteya Jîngehî li ser du qonaxan tê nirxandin qonaxa beriya avakirina desteya jîngehî û qonaxa piştî avakirinê. Beriya 29’ê Gulanê bi navê qomîteya jîngehî, girêdayî rêveberiya giştî ya şaredariyan kar û xebatên wê dihatin meşandin, beriya ku bibe deste kar û xebatên wê di çarçoveyeke teng de bû, piranî di aliyê  dar çandiniyê de bûn û di warê şitilgehan de mijûl dibû, li ser wê bingehê kar kêm dima. lewra Rêveberiya Xweser li gorî Piradîgmaya Netewa demokratîk ya ku xwe dispêrininê, biryar dan ku pêwîstî heye ku kar û xebatên jîngehî pêşbikevin, êdî qonaxek din dest pêkir, li gorî fikir, felsefe û Peradîgmaya Netewa Demokratîk, li aliyekî din pergala Rêveberiya Xweser bi dehan semîner, çalakî û kampanî çêkirin ji bo xwedî derketina li jîngeh, çandina daran û ji bo belavkirina ramanên jîngehî û avakirina civakeke jîngehî.

Di derbarê kar û xebatên Desteya Jîngehê ya sala 2023’an de Hevserokê Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Herêma bakur û rojhilatê Sûriyê Ibirahîm El-Esed ji rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên Desteya Jîngehî

Hevserokê Desteya Jîngehî ya Rêveberiya Xweser a Herêma bakur û rojhilatê Sûriyê Ibirahîm El-Esed diyar kir ku nav gewdên Rêveberiya Xweser de gavên ber biçav hatin avêtin di hemû qadan de, lê di aliyê jîngehî de pir kêm mabû û wiha got: “Bi ragihandina  Desteya Jîngehî, Rêveberiya Xweser xwest wan gavên kêm mayînê yên jîngehî  bighîne asata ku Rêveberî gihayê de, êdî di nav hemû qadan de dengvedanek çêbû, giraniya Rêverberiyê di aliyê jîngehî de hat destnîşankirin, lewma li gorî derfetên heyî, desteyê hin kar û xebat  dan meşandin, ji van kar û xebatan yên ku ber biçav hatine xuyanîkirin;  Avakirina akademiya jîngehî  ya  herêma bakur û rojhilatê Sûriyê ye ku bi rengekî  fermî di 1’ê Mijdarê de hat vekirin û kar û xebatên xwe dide meşandin , ev akademî xwedî taybeymendiyeke ku pergala xwe ya kilasîk  pêtir dispêre sê qomîteyan; Qomîteya perwerdeyê, Infirmasiyon û qomîteya lêkolînên jîngehî, kar û xebatên xwe wek navandan li ser pergala jîngehî dide meşandin, di van şeş mehan de rêxistinkirina xwe di aliyê rêveberî de jî xwest bide meşandin û pergala xwe birêxistin bike.”

Astengiyên ku Desteya Jîngehê rastî wan hat

Ibrahîm El-Esed berdewamî da axaftina xwe û wiha got: “Astengiyên ku li pêşiya me derdikevin wê her tim derkevin, ji ber ku tu kar û xebat nînin û rastî astengiyan nayên, mînaka berbiçav Rêveberiya Xweser e, ku çawa xwe ragihand di nav şert û mercên zehmet û karî  xwe bighîne asta ku îro tê de ye. Wekî Desteya Jîngehê ji gewd û pergala Rêveberiya Xweser nequtkirî ye, zehmetiyên me ew hişmendiya ku li ser me hatinbû rûniştandin bi dehên salan û dûrketina ji civaka jîngehî, em hewil didin ku  karîbin pêşiya vê zihniyeta kevneşop, ya ku di nav civakê de, bisekinin û pergala Xweseriya Demokratîk bi civaka xwe bidin nîşandan, ku civaka jîngehî , civaka rihê pergalê û civakbûnê ye, mirina xwezayê mirina civakê ye, her wiha akademiya jîngehî bi rola belavkirina çand û hişmendiya jîngehî û xwedî derketina civakê li jîngeha ku têde radibe.”

Zirarên ku dighêjin jîngehê

 Ibrahîm El-Esed wiha dewam kir: ” Di asta Herêma bakur û rojhilatê Sûriyê de, ku em li asta jîngehê bigerin, bi taybet di van 12 salên şoreşê de,  hin guhertinên ber biçav çêbûn, beriya Şoreş Rojava, herêma bakur û rojhilatê Sûriyê paşguh kirî bû di aliyê sîstem û pergala rêjîma Beis’ê de, di heman demê de ew bandora neyînî ya êrîşên dewleta Tirk û ceteyên wê li ser  xweza û jîngeha bakur û rojhilatê Sûriyê kirin, bi taybet  em ji Efrînê dest pê bikin ku rojane bi dehan darên zeytûnan tên birandin û guhertina demografîk  jî li wir çêdibe. Di heman demê de li Serê Kaniyê jî ku çawa Dewleta Tirk bombeyên kîmawî bi kar anî, ev jî bandorekî li jîngehê dike, bi êrîşên DAIŞ’ê li ser herêma bakur û rojhilatê Sûriyê ku bi dehan daristan û zirarên  ku gihandin xwezayê û zindiyên ku hene, her wiha mijara qutkirina ava Hesekê ev jî banorekî li xwezayê dike, bendava çemê Firatê ku Dewleta Tirk sîyaseta xwe ya bi riya qutkirina avê êrîşî herêma bakur û rojhilatê Sûriyê dike, gava  ku em li vê yekê dinêrin, dibînin heya çi astê Dewleta Tirk  bandoreke xerab li jîngeha me kiriye, li aliyekî din pergala Rêveberiya Xweser  bi dehan semîner, çalakî û kampanî çêkirin ji bo xwedîderketina li jîngehê, herwiha çandina daran û ji bo belavkirina  ramanên jîngehî û avakirina civakeke êkolojîk, di sala 2023’an de 138hezar û 188 dar hatin çandin, bi dehan park hatin vekirin û 3 daristan jî hatin vekirin.

Hejmara darên ku di sala 2023’an de hatin çandin

li kantona Cizîrê di 4’ê Nîsanê de hezar  dar hatin çandin,  kampaniya roja jîngehê 700 dar, kampaniya çandina  daran li dibidtanan 450 dar hatin çandin.

Li Herêma Firatê  kampaniya di her malekî de darek 7hezar  dar hatin belavkirin û çandin, her wiha 600 dar di 4’ê Nîsanê de hatin çandin.

Li Minbicê 4 hezar û 500 dar hatin çandin, li Tebqayê di bin navê kampaniya çandinina daran de, 39 hezar 500 dar hatin çandin, her wiha 10 hezar dar li daristanan hatin çandin.

Li Reqayê 11 hezar 771 dar hatin çandin, her wiha hijmara giştî daran ku li Herêma baku û rojhilatê Sûriyê hatin çandin 137 hezar û 883 dar hatin çandin.

Kampaniyên ku li Herêma bakur û rojhilatê Sûriyê hatine li darxistin

-Kampaniyên ku li Minbicê hatin çêkirin di sala 2023’an de; parastin ji bo laşmaniya, qirêjiyên bilastîkê, herwiha kampaniya çandiniya daran li dibistanan û li 4 daristanan.

-Kampaniyên ku li Cizîrê  hatin çêkirin di sala 2023’an de; Kampaniya bi navê erê ji bo jîngeheke kesk û paqij re,  roja jîngehê ya cîhanî, 4’ê Nîsanê, em jîngeha xwe biparêzin û paşeroja xwe avabikin, bi hev re ji bo jîngeheke bê gemar, her wiha semînerên ku  hatin dayîn ; jîngeh û bilastîk, girîngiya jîngehê, jîngeh û tenduristî, zivrandin û guhertîna avhewayê û belavkirina hişmendî, zagona parastina jîngehê, zagona paqijiyê û ekolojiya famînîst, û li 10 daristanan jî dar hatin çandin.

Teqîgehek jîngehî ya li  Reqayê yekem e ku li ser asta  bakur û rojhilatê Sûriyê, ji aliyê alavên xwe ve û makanîzmaya karkirina wê ev teqîgeh çavdêriya sê hêmanên jîngehî ve girêdayî ye wek ;av, hewa û ax, bi riya tîmên çavdêrkirinê  çavdêriya vî karî tê kirin,  her wiha bandora vê teqîgehê di serî de  li ser pêşesazî, çavkaniyên avê û pîşeyên  pîşesaziyê û tevî çalakiyên ku bandorê li hêmanên jîngehî dikin, her wiha encamên wê li ser bingeha kalîteya  jîngehê û standardên ewlehiyê  yên ku ji hêla komîteya jîngehê ve hatine pejirandin û encam bi standardan re hevaheng dike û raporên pêwîst pêşkêşî dezgeha şopandina jîngehê dike da ku bi karê pêwîst rabe.

 Perwerd û waneyên ku li Reqa hatine dayîn;

– Ofîsa perwerdeyê ya dibistanan: Ku rola wê pêkanîna çalakiyên hişyariya jîngehê û perwerdehiyê di nav bexçeyên zarokan û dibistanan deye, ku têgîna jîngehê tê ravekirin û pêşxistin. Reftara jîngehê û kampaniya çandina daran li dibistanan da hat destpêkirin ku bi peşdariya mamosate û xwendekaran hat li dar xistin, bi armanca gihandina peyamên jîngehê ji vî nifşên nû re, ku tevkariyê li parastin û mêvankirina pexçeyên  zarokan ji bo dîtina  Komîteya Kar û barên Jîngehê ji bo fêrbûna li ser prosesa çandina şitilgehan, perwerdekirina  ji bo parastina wê û jîngehê.

Nivîsgeha Ragihandin û Pêwendiyan: Pêwîste hemû karên komîtê bi belgekirina wan bi wêne, vîdyo û raportan ve bigre û avakirina pêwendiyan re jî bi komîteyên din re ji bo belavkirina hişmendiya çandî ya jîngehê di civakê de.

-Ofîsa Bername û Hişyariya Jîngehî: Ew pişta xwe bi dîzaynkirina poster û broşûrên haydariya jîngehê û perwerdehiyê tê kirin, da ku beşdarî belavkirina hişyariya jîngehê di civakê de bibe dezgehê, her wiha  destpêkirina kampanyayên çandiniya daran di nava park, dezgeh û kampan de, bi beşdariya karmend û şêniyên kampê ji bo  zêdekirina çarçoveya keskahiyê û kêmkirina guherîna avhewayê.

Li Tebqayê kampaniya çandina 2 melyon dar, çandiniya 5000 dar û 100 hazar dar hat kirin, her wiha kampaniya jîngeha me bingeha tevgera me ye dest pêkir, di heman demê de kampaniya bi navê nivşên pêşerojê û girîgiya jîngehê û pêwîstiya parastina wê hat li darxistin. Li 5 darisatan dar hatin çandin.

Li Firatê kampaniya 4’ê Nîsanê, di her malekî de darek, belavkirin daran li saziyên sivîl û lêşkerî pêk hatin, her wiha ji bo parastina jîngehê 3 daristan hatin vekirin binavê; şehîd Baz û şehîd Xeyrî